Mamoste Konê Reş: Çîroka nivîskarekî û hezkirina kultûrê Kurdî

23.jpg

Zarotî: Hezkirina ziman û netewê.
Di zarotiya xwe de, guman dikir ku herkes di cîhanê de weke wî Kurd e, zimanê dayika wî yê Kurdî  zimanê cîhanê bitevahî ye.
 Di sala 1953an de li gundê Doda jidayik bû. Doda gundekî  li ser sînorê di navbera serxet û binxetê de ye, ev dever di pêkanînia  hişmendiya wî de roleke mezin heye, li Doda yekemîn car dengê leşkerên Tirkan bihizte û ji xwe pirsî çima leşkerên me Kurdan jî tune ne!?
Wisa Osman Ebdo, yê ku bi navê Konê Reş hatiye naskirin , li ser zarotiya xwe li Doda diaxife:
(li Doda qeraqolek û dibistaneke seretayî ji aliyê dewletê ve hatibû avakirin, ew dibistan hişte ku ez zimanê Erebî û cudahiya wî ji zimanê dayika xwe nas bikim, şûnde pirsa min di wî temenî  de ev bû: Gelo çima dibistanên me tune ne, da em tê de fêrî zimanê xwe bibin û biaxifin !!? )
Ev piris dergeh ji gelek pirisên din re vekir, ziman, hebûn, azadî û hwd.. 
Wisa hezkirina Konê Reş ji zimanê Kurdî re ava bû. Ev hezkirin roj bi roj mezintir dibû û girêdaneke bihêz bi doza Kurdî re çê kir. Dema didît ku çawa rêjîm derfetê dide herkesekî Siryanî yan jî Aşurî bi zimanê xwe fêr bibe, lê bitenê ew weke Kurd ji vî mafî bêpar e.
Rojaneya Konê Reş:
di navbera demjimêr 9  û 11ê sibehê de, Konê Reş li çayxaneya  (Şimûi) li bajarê Qamişloyê rojane cihê xwe li ser maseyeke taybet digire, temenê wî gihiştiye  63salan, lê hêj bîraweriya wî mîna ya zarokekî ye, hêj ew geş e, û hêj jî bi hezkirinekê dirahêjê pênûsê û bi nivîsandinê mijûl e.
 Ta niha bêhtir ji 20 berheman, di piraniya warên Kordolojiyayê de çap kirine, çi helbest, lêkolîn, û rojnemegerî û çi jî  wêje, dîrok û kelepûr, û ji nû ve, xwe weke romannivîs, amedekariya weşana 2 romanan dike, ( li ser perava çemê ceqceqê, û serxet û bixet) di çapê de ne, herweha haziriya romana sêyemîn dike.
Wisa mirov wî dibîne ku herdem bi nivîsandinê mijûl e, herdem di tevgereke çandî de ye. Ji dema ku hevjîna wî di sala 1996an de çû ser dilovaniya xwedan û mamoste jiyana xwe hemû daye xizmeta kultûr û zimanê Kurdî.
Çanda mîna kelehek herifandî ye:
„min rewşenbîriya Kurdî wek keleheke herifandî ku hîn kevirê wê li derdora wê ne didît, lewma min nizanî bûm ku ez çi binvîsînim? û çi ne nivîsînim? wisa dema ku min helbest dinvîsand ez hest dibûm  ku ez dîwarê wê kelehê lêdikim, û dema ku min dîrok dinvîsand min hest dikir weke ku ez banê kelehê saz dikim, û dema ku min lêkolîn dinvîsand min hest dikir weke ku ez dergeh li ber dixim, û wisa di warê romanê de ez hest dibim weke ku ez zemîna wê serast dikim „, bi van peyvan Konê Reş nêrîna xwe libarê hemû mijarên nivîsandinê yên ku di wan de xebat kiriye zelal dike.
Ciwanî û xwenaskirin
Di sala 1975de, têkiliyên wî bi seydayê Cegerxwîn re destpê kirin, her wisa dema ku diçû Şamê, xwe ji serdana  Apo Osman qut nedikir. Girêdanên xwe bi gelek xemxurê miletê xwe re xurt dikirin, ligel ku hewil dida ku romanekê bi zimanê Erebî li ser iziyeta pîrika xwe ya Ermenî binvisîne.
Di wan salên xortaniyê de, wî çîroka gundiyê xwe Bavê Xelîl jibîr nedikir, û kesera wî herdem li ber çave wî bû,
Xelîl hevalê wî yê zarotiyê bû, çar salan di refê yekê de li dibistanê biser nediket, û jiber vê yekê bû cihê Qeşmeriya xelkên gund, lewra bavê xelîl rojekê bi ser xelkê gun de hilbû û gote wan:
Law ma Xelîlê min xar û kab bi zarokê we vE hiştin ne? ta hûn wilo qerfê xwe pê dikin!, de ka bila zimanê dibistanê bi Kurdî bûna, dê çawa Xelîlê min li pêşiya zarokên we bûna.
Ev yek ji çîrokên zarotiyê bûn yên ku hiştine girîngiya nivîsandin û fêrbûna bi zimanê Kurdî bibe xewn li ba Konê Reş, û bi naskirina kesayetiyên mîna Cegerxwîn û Osman Sebrî û têkiliyan bi kordolojnasê Kurd Celîlê Celîl re; Yê ku di sala 1982an de, li pey danheva (zargotian gelê Kurd) ji Yêrîvanê di Qamişlo re derket, Konê Reş niha xwe dibîne yek ji şagirtên wî  di daneheva gelepûrên Kurdî de.
Herweha  Ordîxanê Celîl û Tosinê Reşîd û Esker ê Boyîk  û Eliyê Ebdlreham û Teymûr Miradof yên ku ji Yêrîvanê qesta mêvandariya Konê Reş dikirin, bandoreke xwe li ser destpêka nivîsandina wî ya bi Kurdî hebû, di rêya Eskerê Bûyûk re di rojnameya Riya Taze de nivîsand, a ku ji sala 1930 li nav Kurdên Ermenistanê  ta roja îro tê weşandin.
Jibilî vê yekê, Konê reş di 43 kovar û rojnameyên Kurdî de, li hindir û derveyê Kurdistanê nivîsandiye, û mamosteyên xwe yên di warê nivîsandina di kovaran de, Mûsa Enter û Kemal Bûrqay  dibîne. Û jiber ku ew malbata Bedirxaniyan weke sembolekê  di ware kordolojiyayê de bitevahî dibîne, Konê Reş  çend pertûk li ser keda vê malbatê afirandine.
Sed mixabin:
Konê Reş ê ku bi siyasetê qet mijûl nabe, bi dehan festîvalên rewşenbîriyê li Bakur û Başûrê Kurdistanê, û li derve jî, beşdar bûye û gelek xelat bo berhemên xwe wergirtine, dibîne ku tevgera çanda Kurdî, li gorî derfetên ku aniha peyda dibine, qels û lawaz e.“Sed mixabin ta niha rojnameyek bi tîpên latînî  ji  zimanê Kurdî tune ne,  û sed mixabin ku ta niha Kurdên Bakur negîhane wê pileya ku Mûsa Enter û Edîb Qerehan di sala 1950 gihiştibûne wê, û bi tenê rojnameyek wan bi navê Azadiya Welat heye, tevî ku Amed navenda zaravê Kurmancî ye û bêhtir ji 30 salî tevgereke siyasî û çandî li wê dibe.
Kîme ez
Piştî  bêhtirî 35 salan ji nivîsandina bi Kurdî, Konê Reş wisa xwe dide nasîn:
Ez Konê Reş im. konê ku stûnên wî, bi kuçên ji çiyayê Sîpanê Xelatê, Barzan û Agrî bilind dibe,
 Çît û berçîtên wî bi zil û qamîşa derdora çemê Dicle û Feratê dibe dîwar û bi hevirmêşa Mûş û Bazîdê hatiye hûnandin..
Ben û şerîtên wî Ji hiriya berxên Şikak û Heyderan, Keriyên koçerên Milan û Mîran hatiye ristin…
 Konê ku ji mûyê bizinên zozanê Botan, zozanê şerfdînê û çiyayê Mazî hatiye çêkirin û bi rengê şevê hatiye debixdan da ku di rojê de belû û diyar be û xweş bê xuyakirin; dunya û alem tev bibîne û bizanibe ku qet singên konê min Ji nav xaka bav û kalan nayên hilkirin nayên hilkirin ez Konê Reş im mirovekî Kurd im.

Quelle: http://orient-news.net/ku/news_show/98736/0/Kon%C3%AA-Re%C5%9F-%C3%87%C3%AEroka-niv%C3%AEskarek%C3%AE-%C3%BB-hezkirina-kult%C3%BBr%C3%AA-Kurd%C3%AE

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s