Mamoste Akin Serhedî: ROMANA KURDÎ YA EWİL

erebe-semo

Di hela weje û diroka kurdan ve serdema SSCBê gelek giring e. Xebatên li ser Kurdîlojiye, konferansên hat danîn, hilbêriya çand û hunerê de wek bera mîhengê sosyalîzma reale. Li welatên Sovyeta û Ermenistana girêdayî sovyeta  de  kurd li ser xebatên xwe gelek kartêker bûn.

Erebê ŞEMO yek ji van kesan bû. Xebateke  wî jî  romana kurdi ya ewil tê qebûl kirin, bi navê  “ Şivanê Kurmanca” ye.

     Erebê Şemo gundê Qersê ya bi navê Susizê ji dayik bûye. Susiz wê demê di bin dagiriya Rûsiya Çarlıxê de bû. Ew jî demek şûn de  koçî Rusî dike. Dibe karkerên raya tirenê û Boşevik a re hevdu nas dikin. Peywendiya wî bi bîrdoziya sosyalîzmê re çê di be ji vê sedemê sala 1916an de cerdewanên Çarlixê wi digirin davêjine girtigehê. Di girtigehê de jî peywendiya wî Bolşeviqa xurttir dibe. Dibe rêxînerê şoreşa Bolşevîqa ya 1917an.

     Piştî ku encama şoreşê biserkeftî dibe perwerdê dibîne û derbasbûna  kurdan a soyalizmê de dibe rêxinerekî kartêker. Nivîse wî yên bi navê “Şoreşa Kewçerê û Diroka Wî” ve “Jiyana Lenîné” gihiştiye roja me ya îroyîn de.

     Pirtûka wî ya ji bo me herî giring ji xwe  “Şivanê Kurd” e. Taybetiya vê pirtûkê: Yekemin Romana bi kurdî hatiye nivîsandin e. Ji ber ku hemû lebatiyê ku aliyê netewetiyê ve hatibû tepisandin tenê di serdama sosyalizma real de sala 1935an de gihişte xwendiniyên xwe.

     Piştî ku pirtûk hat çapkirin peywendiyeke mezin dît. Wisa ye ku Maksim GORKÎ di pêşgotina pirtûkê de, ji bo Şemo dibeje “Kurd kurdiyê ji Erebê Şemo hîn dibin.” Di naveroka pirtûkê de jî Şemo “Ez Komsomolyê (rêxistina ciwanên komünist) zimanê kurdî me.

     Ev pirtûka ewil ku dixwaze sosyalizmê di nav civaka kurd de birêxistin bike ew dibe wek mînakekî û pirtûkên li pey wî ten xêzika wan jî daxûya dike. Pênûskêşên Wêjeya Kurdî ya Nûjen de ji Mehmet Uzun bigire heya Arjen Arî  gelek kesên piştî Şemo hatine di berhemên xwe de an formek civakî an jî peyameke civakî kêm nekirine. Ev jî tê wê wateyê ku Şemo li ser “rastiya sosyalîzmê” pêşiyan vekiriye.

     Şivanekî ku sosyalizmê nas dike û di raman û bîrdoziya wî de çi tê guhartin; dibe naveroka pîrtûkê. Ji xwe ew serdem jî ewe ku gelên bi sozyalizmê çawa tên guhartin e. Ji ber vê yekê hin wêjevan û siyasetmendarên kurd jî xilaziya bi azadiyê saya sosyalizmê de dibînin. Gelek berhemên pênûskêşên kurd  de ev bandor xuya dike.

     Hingî ku sosyalizma Sovyeta, Netew parasin û xwêdî li bidest xistina canda wan derket ji kurdan jî gelek berhemên çandî û hunerî derketin. Serdemeke bihilbêrî bû. Pêşengiya van wêjevanên Kurd jî Şemo kiriye û gelek kereste jî berhevkiriye. Îro ku heke em hin awaz(ezgî) û çirokan guhdar dikin em deyîndarê Şemo ne.

     Disa Şemo di Komiteya Kurdan ya Partiya Komûnistên Ermenîstanê de xebat kiriye, li ser tîpên Alfebeya Latinî sekiniye û bûye yek ji awahîsazekî vê Alfabê. Di  SSCB de çiqas xebatên ji bo Kurdan hebe em Şemo di hemûyan de dibînin.

     Xala ku îro em hatinê, bi perçebûna SSCB re xebatên li ser çanda kurdî ji ber ku derfetên bûjenî(maddi) tuniye hatiye xala sekinandinê. Heke ji qedexebûn an jî zordestiyê ne li Tirkiyê, ne ne İranê, ne Iraqê û ne jî li Sûriyê hilbêriyeke berbiçav nehatiye dîtin. Di nav Sovyetan de romanên Kurdî hatine welgerandin û weşandin û xwandin lê li Tirkiyê jî hatine qedexe kirin. İdî serdemeke bê Sosyalizma real e, ew azadî jî nemaye. Kesê ku li ser kurdî xebatek kiribe jî pêveberdanek jiyana xwe de daye.

Mamoste Akin Serhedî / 31.01.2016

Quelle: http://www.warbotan.com/2016/01/romana-kurdi-ya-ewil.html

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s