Zeynel Abidîn: Girava Stêrkên Vemirî

peyman.jpg

Peyman 1

Girava Stêrkên Vemirî

roman

Ji ber ku sedema hebûna me hat tunekirin, ramana me hate şêlûkirin, exlaqê me hate bi lewtkirin, bedewbûna me hat hincirandin û yek jî; divê me ji zarokên xwe re, cîhaneke saf û negemarkirî bihîştana. Lê me bi pejirandina bendegetiyê, jiyana dilê wan ên hûrik û bi kefik di nav agirên kozîn de pêxas hîştin…

Ji bo rêviyên bê lawa û bi rûmet ên Peymana Qewmê Pîroz… Ji ber ku sedema hebûna me hat tunekirin, ramana me hate şêlûkirin, exlaqê me hate bi lewtkirin, bedewbûna me hat hincirandin û yek jî; divê me ji zarokên xwe re, cîhaneke saf û negemarkirî bihîştana. Lê me bi pejirandina bendegetiyê, jiyana dilê wan ên hûrik û bi kefik di nav agirên kozîn de pêxas hîştin…

DESTPÊK

„Ferûer,“ got, Dengê, ku di giyanên şêrên birîndar de xwe weşartî, „hêvana agirê vemirî ya di me de ye!“

Li ser welatê Hêyva bi Adan hêriş û talaneke hovane hate kirin. Li ser qewmê çiyayî yê xwediyê wî welatî, kokbiriyeke bê sînor hate kirin û yên ji vî qewmî sax mayî, berev çiyayên xwe yên berz û bêkês belav bûn. Hêrişkarên hov û bajariyên, ku nokeriya wan dikirin, şêrên birîndar ên vî qewmî pîroz li qefesan girêdan. Bajarê pîroz bû xopaneke bêdeng û bêgiyan. Keyser Kanezer ti nalîneke, ku bêdengiyê xirav bike, nedibexişand.

„Ferûer,“ got, Dengê, ku di giyanên şêrên birîndar de xwe weşartî, „hêvana agirê vemirî ya di me de ye!“

Hêriş bi hemû hovîtî û xwîngoriya xwe berdewam dikir.

„Gerdûn ji şehweta min maye. Yên ji min mayî jî, ez dê di navbera çêjikên xwe yên tîmsehnihêr de belav bikim û ji goştên we, ji şehweta xwe re dîwarên bihiştê avabikim,“ got û qerînekê avêt Keyser Kanezer, gava ku wî çavên şêrên birîndar ên ku rûyên wan berev çiyê vegeriyabûn, didan qewartin.

Mezopotamiya xwîn diherikî û dîsa jî, ev baxçê keskenez ê gerdûnê, ku  nifirên ferişteyên bi lenetkirî tevlî laşê wê bûyî, bi xwînê ve hêşîn dibû.

Qewmê çiyayên pîroz ji şûrê hatin derbaskirin. Hemû bêwelatiyan hêrişê cesedên, ku çavên wan hatine qewartin, kirin. Xwîna cesedan mîna du çemên westiyayî, çetel çetel diherikî.

Ti cûdayiyekê nema di nevbeyna mirov û kizmûriyan de, ji bilî lepên wan ên dirêj di xwînên xwe de…

Du kurê Kanezerê hebûn. Navê yekî danîbûn Hungoris; bavê wî, dayka wî ya ku bi koka darên çamê xwe xwedî dikir kuştibû û ew avêtibû ber berazên yebanî. Wî, jiyana xwe bi koçandina hestiyên, ku wî ew di nêçîrê de bi dest dixistin, dida berdewamkirin. Fazîleta wî ya herî mezin ew bû, ku zulmê li mirov dikir û heta ku ji ber vê zulmê, giriya xwe bihata, berdewam dikir. Navê yê din Kanoba bû. Gava ku birçî bima û di derûdora wî de tiştekî ku bixwe nebûya, hespê xwe dixwar. Eger ew nebûya kuçkê xwe, an jî jiyandeyek, ku hêza wî pê diçe, bo nimûne, goştê zarokan dixwar.

Yên ku ji qewmê pîroz sax mabûn revîn û xwe sipartin çiyayên xwe yên pîroz…

Bajar di dema xelayê de bû. Kanezer keniya xwe ya zer û cemed li çêjikên xwe belav dikir. Nedixwest, ku ew rastiyê hînbin, ji ber ku ew dê bitirsiyana û belkî vê hêrişê jî, biterikandibana. Lê rastiya vekirî xwe diyar kir: Di derûdora wan de êdî tiştên ku bixwin kêm dibûn. Çûn ber qefesên ku şêrên birîndar li wê hatine bi zincîrkirin. Şêr di cîhê xwe de tunebûn.

Kanezer dînbû, bi cina ket. Hungoris û Kanoba yekem car lerziyan ji ber erjengiya bavên xwe, ji ber xwîn û zûxavên wî, ku ji nava diranên wî diherike. Piştre ev herdu bira têgîhiştin, ku birçitiya vî Tîmsehî Asyayî bes bi çêjikên wî dihête têrkirin.

Bajar di dema xelayê de bû û gava ku ev herdu bira, mîna herdu çêjikan, bi tirs û bi lerzîn li cem hev diricîfîn û radiwestiyan, zanayekî reben û bêruh hat û xwe gîhande wan û ji Kanezerê re got:

„Esil birçîtiya bê deyax, piştî ku tu çêjikên xwe bixwî, wê dest pê bike.“

Dayka wî, bendegeyeke Sûmerî, bavê wî jî tûcarekî Misirî bû û ji kû hat bîra wî, dest bi salixdanê kir:

„Hêjmarên siwariyên xwe zêde bike hêy Kanezer! Ji bo ku tu xwe bigîhînî zeviyên çewder ên li serejorên Mîdiyayî û teyrên tawiz ên bihiştê, te bi gelek hesp divên!“ got û bangkir, bi xweşguzariya xwe ya zanayî.

Wî pir tişt dizanîbû û eger dil bikira, dikarîbû, ku ji destê Kanezerê, keyseriya wî jê bistanda. Lê wî bawer dikir, ku bendegetiya ji bo bajariyên nû, ku wan heta duhê jî jiyaneke hovane dimeşandin, fazîleteke mezin e. Jixwe, ji tîmsehekî mîna Kanezerê re jî, yekî mîna vî zanayî lazim bû. Bi rastî ev zana, dijminekî bê dawî û erjeng yê canê xwe û yê hemû bendegeyên mîna xwe bû. Li ser vê yekê, Kanoba û Hungoris keniyan û destên zanayê girêdan û ew li dû xwe re kaşkirin.

Herdu birayên hov çi zulm û tedayî nema, ku li vî zanayî reben nekirin. Ew berjêr dikirin, lêdixistin, bi xencerên xwe yên wek birrek, laşê wî xwîn dikirin û jê re digotin:

„Hemû zanabûna xwe di rêya me de xerc bike û di vî karî xwe de jî ecele bike. Ji ber ku di nava demeke kin de, em dê te bikûjin û tu dê bibî şîveke bi tahm ji bo me.“

Destên vî zanayî daîm girêdayîbûn, lê dîsa jî wî bawer nedikir, ku ew dê bihê kuştin û ev herdu hovmirov dê goştê wî bixwin. Zana bû û pêdiviya hêrişkarên hov ya bi zanabûna wî hebû!

Bes, gava ku diwestiyan, an jî avzêyekê didîtin, ku jê avê vexwin, destên wî vedikirin. Rûdiniştin, bîhna xwe didan, av vedixwarin, xwarin dixwarin û zanayê tî û birçî jî, bi rûyekî biêş li wan temaşe dikir. Lê hê jî bi hêvî bû. Helbet ew dê qiymeta wî fêmbikin û jiyana wî jê re bibexşînin. Piştre wan ji bîr bikirana jî, zana dîsa bi xweşgûzariyekê, herdu destên xwe yên, ku mîna di heriyên xwînê de mane, dirêjê wan dikirin û digot:

„Evdê xwe yê zana ji bîr nekin, çêjkên xwedayê min.“

Bi rojan meşiyan. Gava ku wan xwe gîhandin Deşta Heranê, rojê dest bi girîna xwe ya nîvroyî kiribû. Bav û kurikên, ku tirs û tîbûna wan êdî ew şewitantibûn û qedandibûn, ji zanayê ku daye dûyê wan û dihê, pirsiyar kirin:

„Çi ye ev henasa bi girî?“

Zanayê reben:

„Evîna Mezopatamiyan e, xwediyên min!“ got û bersiv da wan. Hê jî bi qeşmêrî û tolazî di nava xwîn û xweliyê de xwe dipelpitand.

„Bav û kalên min ji wan fêrbûn, gîhandina avê ya bi ruhê wê.“

„Niha li kûderê ne?“ got û qêriya Kanezer, bi xişim bûbû.

Ew kesên, ku berî şehweta wî jiyane, viyane û tahm ji vê cîhanê hildane, qasî ûmrê perperokekê jî divê êdî nejîyana.

Destên zana ji aliyê herdu çêjikên vî tîmsehî  hatibûn girêdan, dilê wî jî, ji aliyê rastiya wî ya bêkesayet û ruhê wî yê mirî… Zana di vê rewşa xwe de dema ku gotnên xwe yên dawî digotin, serê wî hê jî aliyê Edassa`yê dida xuyakirin. Kanezer bê aram bûbû û ew qas ji aliyê hesûdiya xwe hatibû binxistin, ku zana ji bîra wî çû û mîna bagereke çolan, berev bircên Edessa`yê ku bi birqîn bi birqîn vêdikevin, hespê xwe bezand. Leşkerên wî yên erjeng jî mîna lehiyekê, li peyî wî herikîn.

Dengên şep û şûpa lêvên bi xwîn ên çêjikên wî, tevlî henasên şahî yên Kanezerê dibûn. Yekem car bû, ku wî, zikê xwe piştî çêjikên xwe têrbikiriba. Birçîtiya xwe ya erjeng wek belayekî gerdunî li xwe bar kiribû.

Kanezer Asyayî bû. Mîna ku serê wî li qutban bikeve, wisa sar û jarî bûn awirên wî. Ji roniyê û ji dengê ewr pir ditirsiya. Lê ev tirsa xwe ji çêjikên xwe re negotibû. Ji ber ku mirov bitirse jî divê diyar neke. Diyarkirina tirsê kemîn e. Divê kurên wî jî tirsa wî nezanibin, ku rojek di şerê navxweyî de ev yek li dijê wî bi kar neînin. Yek jî, hestên dizî û bêlom, ji bo wî sedemên dilşahiyê bûn. Tiştên tarî ew dilşa dikirin. Ev yek dilşahiyeke hênik û reş e û bes bi vexwarina xwîna mirov zêde dibe.

Tirs tarî ye, lê ji bo jiyanê jî elzem e. Jiyan ji bo wî bes şehwet e. Jiyîna tariyê ya bi tenê û ser ê xwe, şehweteke bê eman tevlî hovitiya wî dikir û ji bo vê şehwetê jî, çi tiştek tunebû, ku Kanezerê neke.Bajariyan belav dibûn.

Çêjikên vî tîmsehî ji serî heta neynûkên xwe di nava xwîna wî zanayî de mabûn. Bi vê rewşên xwe yên kerixî, gava ku ew hatin cem bavên xwe, Kanezer xwe gîhandibû bircên Edessa`yê. Ji nava bircan, dengên îlahiyên ku li ser şervanên kuştî hatine vêxistin, bilind dibû. Wî têgîhişt, ku ev hêrişa wan jî, wê bê encam bibe. Hêrişeke vik û vala! Lê dîsa jî, qet reng neda kurên xwe.

Ferîşteyek ciwan, ferîşteyek Axirîmazêdayî… Pişta xwe daye bircan û ji bo xwedayê asîmanên kuştî bergerînan dike:

„Asteran, Mazêdan, hêy hevrêyên min ên evrayî… Bijîn û qewmê xwe bidin jiyandin. Bijîn, bes ji bo vê sedemê bijîn…“  digot û hewar dikir, lê nedigiriya. Ji kûraniya ruhê xwe, bi egîtî û jidil pêşwaziya mirinê dikir:

„Me ji bîr nekin û bêmerhemetiya dilên we li hember keniyên xayînan bin nekeve. Eger hûn dixwezin, ku qewmê we, peymanên we ji bîr nekin, hêy Asteran û Mazêdan; ji bo ku rûmeta me nekeve erdê, divê hûn herdu jî bikevin nava taritiya reştirîn ên cîhanê. Divê hûn êş bikişînin, tek mîrasekî, ku me bide jiyandin, ev e.“

Di rûyê ferîşteyê de keniyeke pexemberên kuştî hebû… Laşê wî mîna meşaleyeke sê şitil li asîmanê dibiriqî û disekinî. Mîna ku agir vexarinê hînê avên biherik dikir. Mîna ku ji agir çiyan hêşîn dikir û yek jî, bi mêrxasî û têra henasa xwe ya li dij vê bitenêbûna neheq, li berxwe dida…

Hungoris tirsiya û bi dizîka ji birayê xwe re got:

„Ev qewmêkî bi cin e. Ez neşêm li vê derê bisekinim. Ez dê berev Bajarê Siwêdiyê yê li girdeyên Çewlika jêrîn herim. Dibêjin, ku li wir şikeftên tarî û bi mar tijî ne. Ez dê xwe bavêjim nava bîrên bê binî yên van şikeftan. Lê tu ji bavê me re nebêje û bi min bawer bike, ku ew qewmê Mîdî, ji nebiyên Sepîtemayê avabûye û ti keyserekî, ku hêrişê axên wan kirî, bi emrê xwedayê xwe nemirîne.“

Hungoris çû berev welatên jêrin û ev yek, dîtîna wî ya dawî ya Kanobayê bû. Ji ber ku heta Kanoba hate kuştin, wî lingê xwe neavêt axên vî welatî.

Kanezer jî tirsiya, lê diyar nedikir û ji nişka ve bi destê kurê xwe yê din girt:

„Ev qewmê, ku me ew talan kir, belê bawer bike, ku şêrên wî qewmî dê dîsa vegerin û bihên. Ma tu dizanî, ew bêzarên Magî nîn in û wê; „Li ber keyserên zulimkar serî netewînin û wan bipelixînin!“ bêjin û sundên qeasm ên singên xwe biqelîşînin. Me divê di dewsa çavên wan de singê wan biqewartandiba.“

Kanoba ji ber tirsê bû, an ji ber hovitiya xwe ya ku êdî hilkişiyabû ser serê hest û daxwezên xwe, baş nediyar bû, lê lerziya û piştre jî, pekiya ser bavê xwe:

„Gava ku min ew zanayê reben kuşt, min ev yek fêmkiribû û bes ji ber vê yekê be jî, divê tu soz û peyman bidî min, ku ez dê hilkişim ser textê. Ez Kanoba me, warîsê yegane yê sergurtiya qewmê Asyayî ez im. Eger yekî rabe, li ber min qisebike û mafê barbariya min a bê eman û erjeng nedê; bawerbike, ku ew kes bavê min be jî, xwîna wî vedixim. Mîna avên berfa heliyayî, ew qas bi tahm û bê nedamet xwîna wî dixim, ku heta pê biperçivim. Hela yekî, ku gunê xwe bi min biîne û ev yek jî bi min bide diyarkirin, ez heyfa xwe li cem wî nahêlim. Ji ber vê yekê, tu dê gunê xwe bi min neînî, tu dê serî li ber min bitewînî. Tu ji vê û pê de bes ji bo serîtewan û secdeya min bijî. Tu bavê min î, lê ev yek fermana min e û neçar, tu dê hemû daxwez û destûrên min bi cîh biînî.“

Ev car, bi rastî Kanezer ji kurê xwe tirsiya. Ji ber tirsa wî diricifî, dilerziya lê êdî ji destê wî çûbû. Hungoris ê kurê wî yê din hat bîra wî û ev yekem car bû, ku dilê wî bi hesteke mîna şewqet û merhemet cizînî kir. Ev hest mîna jarîneke kujer di nav rehên wî de digeriya. Lê mixabin, êdî ji destê wî çûbû.

Ji ber lerzîn û tirsa mirina xwe nedizanîbû ku çi bêje:

„Hungoris li kû ye…?“

Kanezer hê peyva xwe xilas nekiribû, ku bi dengekî tahil û bêrjêrkirî, Kanoba serê xwe rakir, li bavê xwe zivirî û lê nihêrî. Tirs, şewqet û nedametî, her sê hestên tevlîhev, dil û cergê Kanezerê dixwarin. Kanoba ev rewşa bavê xwe, ji çavên wî yên bê ronî mayî dixwend.

„Hungoris, çû Sîna`yê,“ got Kanoba, devê wî mîna gurekî birçî û çavxwîn gir û fireh dibûn. Lêvên wî yê qelew hemû hovîtiya xwe didan diyarkirin. Bavik lezekê ket nava tirsê, ku niha kurê wî, wî bikûje û goştê wî bixwe.

Kanoba bi bêminetî axaftina xwe berdewam kir:

„Ew ji neleta cinên Mîdiyan tirsiya, lê ew dê di karê zulmê de min bitenê nehêle. Ew dê xwîna Samiyan biherikîne berev Çiyayê Berbangê.“

„Ma Mezopotamiya ji min û te re ma?“ got û bi rewşeke qeşmêrî li kurê xwe mêzekir. Qet nebe ev yek jî niha têra wî dikir. Paşê sekinî, bêdeng bû. Rik û êş pêkve ketibûn ser dilê wî yên hişk û mîna ku dilê wî di du cîhên xwe de qul dikirin. Paşê dest bi qêrînê kir. Qêrîneke mîna urînî. Qêrîniya wî mîna ku ji asîmanê derdiket.

Wî niha ji her tiştî zêdetir dixwest, ku kurê xwe bikûje. Tî û birçiyê canê kurê xwe bûbû, lê ditirsiya û ji ber vê yekê jî, çavên xwe jê direvandin. Leşkerên wî yên ku bi tîr û rimên xwe ve amade bûne, ku di van warên bi adan de deryayeke xwînê avabikin, li benda fermana wî bûn. Wî ferman da û bi fermanê re dengê qijikî yê leşkerên bi hezaran, bi yek dengekî ve li asîman belavbû. Mîna ku erd û asîman bûn yek. Berev bircên Edessa`yê  hêrişeke erjeng û bi xwîn dest pê kir. Silûeta ferîşteyê, ku şiklê xwe bi sê şitil ronahiya bircan aliyaye, bi bergerîneke evrahî hewarekê kir:

„Jiyan dê bibe bihişta kesên bejin netewandî, hêy herdu rêberên bêtirs, hûn min dibihîsin?“

Birc dişewîtîn. Stêr vemirîn.

Bircên berbanga welatekî talankirî sor sor dişewitîn û piştî demekê, ev sorbûna wek xwîna sor û qemer hemû asîmanê xiste ber xwe. Mîna ku asîman ji serî heta dawî dibû rojeke sor.

Asîman bû trafeyeke sor.

Asîman bi xwînên ferişteyên qewmê çiyayî bir ronî bû, ne bi rojê…

Kanezer bi tevlî kurê xwe û bi hezaran leşkerên xwe yên hov, hêrişa xwe ya bê eman ya li ser bajêr, da berdewam kirin. Zulim, bajar bajar, çiya çiya geriya. Bi alîkariya agahiyên zanayê dilmirî, Kanezer dest bi kolandina zikê erd û heywan û mirovan kir û hemû nankoriyên mirovên hovane, bêyî ku kêmasiyekê bike, bi cîh anî û wek wehşeteke bê nimûne ket axa welatê narîn, ku ev pênc hezar sal in, dîrok ew bi „Hêyva bi Adan“ binavkiribû.

Çend ronahiyên ji bircan ketin jêr û vemirîn. Çar birc neketin û çar hewariyên Mîdiyayî li berxwe dan û ronahiya hêyvê ew girtin nava giriya xwe.

Çar birc bûn stêrên venemirî.

Qewmê çiyayî ew çar birc xistin nav peymanên xwe yên pîroz û navê axên xwe yên ku çar birc li ser wan bilind dibûn, guhertin û jê re gotin: „Megabatos,“ Welatê Bazê Mezin…

Av bilind bû, lehî hat, rûbar tevlî deryayan bûn. Basra ket nav axên Sûmerî û hemû Mezopotamiya di binê avê de ma. Ji „rê heta Elamê, ji Zagros heta Ararat, welat bû behir. Mîdiyan, di pirtûkên xwe yên pîroz de gotin, ku „Sêyemîn hezar salên dihê, wê yên me bin û ji ber vê jî, divê qewmên çêyî li bendê bin û ti car hêviyên xwe nekûjin.“

Wisa daxwez kirine ji pêxemberên xwe û piştre jî, ferîşteyên Axirîmazêdayî jî berê xwe dane roniya hêyvê û bi wê, rûyê xwe şûştine. Hemû jî, ji wan Cewherê Agirê xistine nava dilê xwe. Asteran serê xwe danaye serê çiyan, Mazêdan jî li deşt û warên xwe yên bi emîn, dest bi civandina kesên sax mayî kirine.

Yekî serê xwe dana bilindahiyên reş û tarî.

Yekî, ji bo ku serê hevrê yê wî di bilindahiyên reş û tarî de wenda nebe, dest bi karê peyama bîr û baweriya qewmê xwe kir.

Bi rastî jî, serê Asteranê di nava bilindahiyên reş û tarî de wenda bibe an na? Ji xwe û ji ramana xwe ya ku niha di nav mejiyê wî de dipelpite û disekine û mîna kurmekî giyana wî dihincirîne, fêdî kir Mazêdan. Lê dîsa jî ew raman di nav mejiyê wî de bû, çikiyabû û mabû: „Gelo Rêberê Mezin dê xiyanetekê bike an na?“

Wan bawer dikirin, ku mirovahî dê di destpêka sêyemîn hezar sala çêyî de hişiyarbe.

Sund hate xwarin, li ser welatê herdu Av û bircên Edessa`yê ku ew tevlî stêran bûne:

„We agirê me ji me standin, lê rûhê wî li cem me ye û jiyan, ji ber vê yekê, jiyan dê ji cewherê me biqete û mîna çemekî ji agir di ser we de biherike rojekê… „ niha ew şewatê, ku hemû barbaran pê vêkevin, wê dest pê bike! Herdu rêberên pîroz û qewmê wan dê vegerin!“

Beşa Yekemîn

„Min venexwin, jarekî zelal im ez… Axê jî bi gemar kirin û gava ku av ji xwedayê xwe hate qetandin, yên bi axê girêdayîne, çawa jî li heywanên birîndar hatin şivandin, ma hûn dizanin? Ferûer hate ji bîr kirin û tova agirê vemirandî jî hat herimandin. Tîbûna wî kesî, ku dibêje „Min bigre û bibe cem şêrên min ên birîndar, hêy tenhayetiya erjeng …“ û diçe bo axaftina bi stêran re; eve, tîbûna wî kesî dê we bide teskînkirin. Ne ez…“

Bajariyên nû, cîh û warên qewmê talankirî bi dest xistibûn. Lê bajar jî, di nava xopan û şewateke asîmanî de mabû. Êdî bajar ne bajar bû, mîna deşta hilşiyayî ya warên sor xuya dikir. Ev bajariyên nû, ji bo ku xwe ji warên sor, ku ew ji çiyayê şewîtî diherikî û ber bi asîmanê bilind dibû, biparêzin; berev avên hênik ên Euphratosê dest bi meşê kirin. Wan dîtin, ku agir di nav avê de zêdedibe û li rastbera Heranê, çemekî ji agir çêdike û fitil bi fitil berev Mezopotamiya Jêrîn diherike, ji nişka ve sekinîn û wisa man. Nedişiyan ku nêzîkê çemê bin. Di nava wan de du kesên bêdeng û veşartî hebûn. Yekî, Magiyekî ji Megabatosê, Mazêdan û jineke bi navê Mariyanes, ku keyserê hoviyan, Kanezer di talan û xopana bajarê de çavên mêrê wî derxistibûn û kurên wî jî, bi marên xwe dabûn xwarin. Ev herdu hevrêyên bêdeng, bê minet û bê tirs ber bi çem meşiyan. Çem, ne mîna aveke zelal, mîna alazeke hêşîn diherikî, lê ew dîsa jî netirsiyan û bîlekîs, mîna ku li Destpêka xwe ya esil digerin, bi şahiyeke mezin û coşeke germ xwe avêtin nava vê destpêka bi şewat ya rizgariya qewmên xwe. Bajariyan hê jî, mîna komeke zinaran, mîna zinarên ji mirov di cîhê xwe de wisa bê leqan û bi teacûbiyeke ecêp radiwestiyan.

Mariyanes dît, ku di navbera çiyayê şewitî û Euphratosê de sîlûetên bajariyan qet naleqe û çi herasek û çi jî kesek li peyî wan nayê. Li ser vê yekê, şabûna xwe tevlî herikîna çemê rûzelal kir. Mazêdan ji ber vê şahiyê giriya û bi nihêrîneke mîna zarokan saf û paxij li Mariyanesê mêzekir. Gava ku wî dît, teswîreke bi serê beranekî qer li ser singa tazî ya Mariyanesê dibiriqî:

„Mariyanes,“ got û qêrînekê avêt. „Hevrêya min a asodil û hêyverû, singên te adaniya jiyana berz û heyûlaya hemû evînan bar kiriye! Tu bawer bike, ku ev ked û hewara te dê li taxa Sepîtamayê bê bersiv nemîne. Heyfhildana zarokên te yên ferişteyî, mêrê te yê dilsoz û qewmê me yê şarêza û mazlûm dê neyê ji bîr kirin…“

„Heyûla, cewherê ew kes in, ku ew tabiyên qudreta agirî ne, Mazêdan!“ got Mariyanes û ew bersivand. „Ji ber vê yekê, jiyan dê me bernede û ez, ji jana teswîra ser singa xwe tê digîhijim, ku ev yek, nîşanê mizgîniya me ye: Hevrêyên pîroz, tu û Asteran, hûn dê rojek bigîhine hev û wegerin Edessa`yê û Mîdiya dîsa bibe Hêyva bi Adan ya azadiyê. Ev yek besê min e. Bawer bike, rêberê min ê dilsoz, ev yek eger bi cîh hat, mîna ku min hemû qewmên hov ji rûyê erdê rakirîne, ez dê ew qas dilşa û dilgeş bim.“Mazêdan axînekê kişand. Wî dizanîbû, ku ev meşa bi hevalbendiya çemekî ji agir, hem destpêka rizgarbûnê bû û hem jî trajediya evîna wî ya veşartî û yekalî bû. Mariyanes jî dê axînekê bikişanda ku… Li çavên hev nihêrîn û axîna jinkê di hundirê wê de ma.

„Mazêdan,“ got. „Eger ev meşa pîroz rojek bi serkeftinê ve xilas bibe û em dîsa xwe bigînin welatê xwe yê bihişt û eger hem herdu bikarbin, ku bijîn, ez û tu li kêleka vî çemê bengîn li hevûdu bigerin. Ma tu li ser vê yekê soz didî min?“

„Soza bi sunda qeasmê be bila, ez dê li te bigerim…“ got Mazêdan û bi nihêrîneke mîna polatan sert, mîna ewreke qerqaş zelal lê nihêrî û berdewam kir: „Ji bilî mirin çi tişt dê nekaribe, ku me bide rawestandin…“Herdu jî, ev car ji ber şahiyê digriyan.

Ewil car dibûn şahidên xwîşk û birayetiya Av û Agir. Ji wan wetrê ev micîze, karê Rihê Berz e, ku ew dê vegere û heyfa qewmê xwe hilde.

Lê esil ev yek rastiya evrahî ya şiyarbûna xwezaya bê gune û mirovê xwedî adaniya gunekar bû. Ev yek zagona hebûn û nebûna qewmê çiyayî bû û vegera vê yekê ti car çênedibû. Eger çêbûya jî, çêker ti car îfleh nedibû…

Êvar dibû. Roj diçû û wenda dibû li peyî çiyayê, ku wî xwe li wî spartibû. Asîman li serejorên çiyan valahiyeke tarî û hilşiyayî dihîşt û mîna behreke bi gemar berev tariyê diherikî.

„Ez li benda çi me ku?“ got û xwe bi xwe axifî Asteran. „Kî dikare vê tariyê, ku di ser min de dihê, bêdeng bike? Nebe ku ez yekî bêdil im û ji ber vê yekê ji xwe re penayeke tenhatir digerim?“ Lezek fikirî û hevrê yê wî yê yekemîn hat bîra wî. Mazêdan… Dilê wî lerzînekê kir. Bi gotineke Mazêdanê xwe bersivand:

„Lê, hemû jîndeyan bi mirin in û armanca me, ew e, ku dema em dijîn, ew jiyana ku bûye êsîr ji mirinê re, bidin pirsiyarkirin. Reva ji taritiyan, ne armanca me ye û ne jî exlaqê me…“

„Na,“ got û qêriya Dengekî. „Tu mirinê nexê nava hizrên xwe. Ji ber ku ev cîhên bilind tehamûla kesên xewinmirî nakin.“

„Tu hewara kîjan xweda yî, ku wî tu ew qas bi cesaret kirî; bêje min, tu hatî ku tariya min ji min bidizî?“

„Hiş be Asteran! Tu dê bikevî gunehan. Tu dê, bi vî aweyî ew herdu Bêdengên te yên ku di nav agirê de ne û ber bi te dihên, bilerzînî û biêşînî. Min ji qewmê te xeber înane ji te re. Fîtîqa maran li bircên te kirin û qewmê te bi van dengên bêlom dihê birêvebirin. Çavên hemû şêrên te jî kor kirin, deranîn.“

„Te tariya min nedizî, lê ronahiya min dizî niha, hêy Hewara Bêgiwîn! Niha gunehek jî nema, ku ez bikevim. Bêje min, ku ez dê çi bikim?“

„Ji ber ku ez vî tiştî bêjime te, hatim. Tu dê sê şevan derbas bikî, ku ew her yek ji ya din tarîtir in û qasî çavên dilê te jî zelal in. Li benda şeva sêyemîn be, her tişt li ser lahîta, ku ew dê te biherîne ber newala xewnên te, hatiye nivîsandin. Eger ew ji laşê te meşale jî biqetîne, divê tu hemû bixwînî û xilas bikî.  Gava ku te ew lahît xwend, Bêdengên te dê li cem te bin. Rizgarbûna welatê te ya ji destê barbaran, girêdayiya vê şertê ye, ku tu wê lahîtê bixwînî û hînê qewmê xwe jî bikî.“

„Ev dibe demeke pir dirêj, ku ez li serê çiyê û bi tenê serê xwe dijîm. Ji bilî dengê jiyandeyan û zimanê xwezayê ez çi tişt nizanim. Ev demeke gelek dirêj e, ku min mirovek, min bajariyek jî nedîtiye. Ma ez dê çi û çawa fêr bikim?“

„Hêy Asteran, bitenêbûna xwe bikole û bes biîne bîra xwe, ku mirovayetî ji ronahiyê derneketiye…“

„Hêy Giwîna Bêdeng, nîşanekê berde dilê min. Neçe!“

„Derê bêhêvitiya xwe bişkêne; tu dê bibînî, ku gava her tişt bibe dijminê te jî, tu ne bitenê yî. Ji ber ku zimanê hevpar ê dijmintayiyan pozbilindî ye. Dijminên te, di eynî demê de dijminên hev in jî, vê yekê ji bîr neke. „ niha, bes Bêdengên xwe bifikire. Ne tiştekî din…“

Deng çû. Giyana tariyê li erdê ket û Asteran hizir dikir, ku reşî çi bêdengiyeke tarî ye:

„Bêdengî, bes ew deng e, ku tu wî nabihîsî,“ got Tarî ji wî re. „Eger tu dixwezî bi stêran re biaxifî, divê tu bêdengiyê jî bibihîsî.“

„Tu dixwezî, ku tirs têxî ber hevalbendiya min, hêy Tarî. Niha bêje min; tu hatî, ku kîjan xewna min biqetînî ji gunakariya min. Bêje min!“

„Ta ku tu bibî gunekar, dihê wê wateyê, ku tiştekî te yê qetandinê tune. Ji ber ku ez kesên gunekar hez dikim. „ ez esil, hatim, ku bibim xwîşkek ji xewnên te re!“ got Tarî û laşê şil ê asîmanê kişand ser xwe.

„Yek jî, ji bo ku ji xwedayan dûr bisekine, tirsan dinexşînim ji dilên piçûcik mayîn re. Ma tu jî ditirsî?“

Asteran hemin ditirsiya, lê wî dizanîbû, ku parvekirina vê tirsê bi vê siya mezin a ku di ser serê wî de dihat, mîna parvekirina bi marekî re bû. Li benda du Bêdengên xwe bû û divê, xebera Tariyê ji vê bendamayînê nebûya. Dîsa jî derewan nekir ji vê Reşiya li ber serê xwe re:

„Belê,“ got Asteran, pişta xwe da axê û mîna ku li asîman, tiştên ku qet nayên dîtin digere:

„Ma tirseke te heye, tu ji bo min binexşînî?“

„Tirs, bes li kesên ku wan xwediyê wê ne, dihête nexişkirin. Qet tirsekê, qasî ku mirov wê bide kesek din, hêsan û saf nîn e. Ez, bes tirsên ku hene dikarim binexşînim û ji bo vî karî jî, kesên, ku roniya çavên xwe wendakirîne tercîh dikim.“ got Tarî.

Asteran bersiv neda.

Hişbû û sekinî. Mîna ku guhê xwe dabû bêdengiyê û ew hîs dikir.

Daristan, mîna çiyayekî reş li ber wî bilind dibû. Xwest, ku rabe û bimeşe, lê neşiya. Aşê agirê  dilê wî tariyê dihêrand. „Nexwe, bi tenê tirs e, ku mirov bêyî kedkirin dikare wê bi dest bixwe. Lê were mêze bike, ku ji bo tunekirina tirsê, kozîneke qasî rojê lazim e ji henasa mirovê re,“ got xwe bi xwe.

Eger di wê demê de dengê tariyê nebîhîstiba, ew dê bigiriyaba.

„Ez hatibûm, ji bo ku li te tirsekê binexşînim, lê rewşa te ez vekişandim. „ yek jî, hevrêyekî te heye, ku ji bo serkeftina te, dikare canê xwe bixe ber diranên qewmên hov. Bengîn û baweriya wî eger xwe gîhandibe dilê te, eger te ew bihîstibe, tu ji min bawer bike, ku çi tirs nikarin bikevin nava dilê te yê bi keder. Wî bifikire. Tu dê tê bigîhîjî, ku di çavên te de jî, mîna yên wî tovên ji agir hene.  Tu di nava bengînên wisa xort de bibî, ku ew bengîn bikaribin min jî vêxînin. Lê mixabin sibe dibe Asteran. Ez dê di berbanga bêdengiya gerdûnî de ji vir herim. Ez dixwezim xwe bigîhînim wî hevrê te yê ezîz jî… Qewmiyên te yên, ku wan karîne sax bimînin, ji bo hêrandina tirsên xwe, ew dê bihêne aşê dilê te. Divê tu wê çaxê bengînên xwe bidî ber agir, ne niha…“Piştre jî lê zêdekir:„Bengînên ku ji berî wexta xwe hatine bi agirkirin, ji bo xwediyên xwe bes dibin zincîr!“Asteran şabû. „Mazêdan,“ got û qêrînekê kir. Ji ber ku ev peyva dawî, peymana Mazêdan bû. Şabûna wî bilind bû û xwe gîhand şahiyê.„Her tişt dijminê min bibe jî, ez bi tenê nîn im,“ got di hundirê xwe de û mizdana germ a Giwîna Bêdeng hîskir li ser laşê bitenêbûna xwe de.

„Tenêbûna min, yara xwe ya yekemîn ji dijmintiya tariya bê eman afirand û niha, ji bo ku ez ji dijminên xwe re sadiq bim, divê bijîm. Sedaqeta  ji dijmin re jiyan, sedaqeta ji dost re mirin diîne bo min. Xwedê ev çi tişt e ku ez kêtime navê. Vê tariyê kerixî, ji bo çi fêrê min kir, ku rêya tek jiyan e?“

„Lê esil ew, tirsê fêrê mirov dike û xiyanetê fêrdibe ji mirov,“ got û dest bi girînê kir. Xwe bi xwe lava dikir, bergerînan dikir:

„Hêy Mazêdan, tu li kîjan war î? Tu jî bigrî…“

Çiyayê reş li ber wî piçûcik bûbû. Roniyên sibezû yên şêlû, rêngê daristanê guhertibû û kiribû kesk û gewriyeke mîna yên mirovan.

Ji şaxên darabî yên reş, ku şêrekî birîndar di nava kortika çala wê de xwe veşartibû, pelekî weşiya û ket erdê. Şêr, xwîna xwe ya bi herik di nav axa binê darê de zuhakir û bi nalîneke kûr, li pelê weşiyayî mêzekir, ku pel biba dibû û berev Asteran rêçdibû. Asteran, şêr nedidît. Pel rêçbû rêçbû û li ber lingên

Asteran sekinî û ma. Li ser rûyekî pelê, ku mîna rûyê agirekî vemiriye û çilmisiye, wisa hatibû nivîsandin:

„Tu dê, piştî mirina min bibînî ew mizgîniya ku te ew li kortikên daran de veşartiye. Lakîn, ti birîndarek, ne ew qas cesûr e, ku li ber jiyanê nekeve ser çokan. Ez, ji ber ku te ji vê şermê rizgar bikim, dimrim,. Tu jî hevalên xwe yên birîndar ji şerma xwe xilas bike.“

Asteran, piştî ku serê xwe danabû rê û serê çiyan, gelek salên dirêj derbas bûbûn û ev yekem car bû, ku nivîsekê ketibû destê wî û wî jî, ew xwendibû. Ricifînekê ket canê wî. Mîna ku destê xwe dirêj bike, ew dê xwe bigîhîne asîmanê. Ji xwe çûbû. Ji nişka ve, ji hundirê zikê darabî ya reş dengekî nalînî hat û dengê nalînî ew anî ser xwe. Gava ku wî ji kortika zikê darabî ya reş laşê şêrê, ku di nava xwînê de maye derdixist, bi hêsrên çavên xwe dua dikir:

„Xwedê, qasî ku ez dengên Bêdengiyên xwe û stêran bibîhîsim, min cesûr bike. Yek jî, heta ku ez li hemder dijminên xwe bikevim rewşeke neheq, bêmerhemetiyê fêrê min bike…“

Şeva ku wî, şêrê bi xwîn li axê gorand, marekî, ku diranên wî hatine kişandin ket xewna wî û jê re wiha got:

„Ez baş dizanim, tu ji min natirsî, lê ez jî qasî jêkerên mirov ên ku wan zeviyên te yên acotî tar û mar kirin, erjeng im. Jakavekî me ez. Tu qet netirsibî jî, fêrê tirsê bibe…“

Cara ewil bû, ku ew qas bi tirseke mezin ji xewa xwe şiyarbû û gava ku dît, gogeke ji agir, mîna ew pelê çilmisî berev lingên wî rêçdibe û dihê, tirsa wî derbas bû.

„Şeva yekemîn,“ got bi qêrîneke dilşahî.

Şev mîna çemekî bêseda diherikî û Asteran jî bi şevê re diherikî. Êdî xew jî nediket çavên wî. Şevê, Asteran jî bi xwe re diherikand û dibir serejorên bilindahiyên reş, ku wan cewherê Asteran ji wî qetandibûn û mîna ku ew li ewrên gewr dardakiribûn, eynî bi vî rengî, Asteran, xwe ji her tiştî qetiyayî û sihêlbûyî seh dikir.

Ev car di nava tenhatiyeke bi hêz û bi îqrar de bû û difikirî.

„Agir di serejorên çiyê de dihête vêxistin!“ got ji aşên dilê xwe re.

„Mazêdayê axirî zemanê dilan ez bîhîstim. Êdî tirsa xwe nehêrînin!“

Roman

Girava Stêrkên Vemirî
Çapa 3. /EVRA VERLAG
Zeynel Abidin
2005 Berlin

Quelle: http://www.felsefe-xwenas.com/432971183

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s