Lokman Polat: Pirtûka kurteçîrokan

Pirtûka kurteçîrokan

KÎNOR”

Cengiz Eker girtiyên azadiyê ye û bi kurdî dinivîse. Cengiz dîl ketiye û di dadgeha komara Tirkiyê de, piştî darizandinê 36 sal ceza lê tê birîn. Ew 22 sale ku di girtîgehê de ye. Cengiz li ser wêjeya kurdî dixebite, lêkolîn dike û di kovaran de nivîs dinivîse. Digel pirtûka wî ya kurteçîrokan hinek pirtûkên wî yên din jî ji bo çapê amadene. Pirtûka wî a kurteçîrokan ”Kînor” pirtûka wî a yekeme ku hatiye weşandin.lp.JPG

Kînor” 143 rûpele û di nav weşanên ”Ar” de lê Stenbolê hatiye weşandin. Di pirtûkê de 12 kurteçîrok cih digrin. Kurteçîrokên wî ji alî naverokê ve dewlemendin, kurteçîrokên gelek başin û hêjayê xwendinê ne.

Naveroka kurteçîrokan ji rastiya civakî, ji bûyerên civakî hatine wergirtin. Bûyerên ku di kurteçîrokan de têne ravekirin, di nav civakê de weke bûyerên rojane pêk têne û mirov dibîne, pê dihese ku waye tiştên weha li filan derî pêk hatiye. Adet û tradisyonên paşverû ku di nav gel de hêj jî bi zindî têne bikaranîn, nezanîna kesan, cahilî, tiştên hov ên olî, li ser navê namûs û bênamûsiyê kuştina keç û jinan û gelek tiştên xirab ku têne kirin, di naveroka hinek çîrokan de têne ravekirin.

Dema min pirtûkê girt destê xwe ku bixwînim, navê kînor –ku navê pirtûkê ye- ji min re xerîb hat. A rastî ez maneya vê peyvê nizanibûm û loma jî min bi kurteçîroka ku sernavê wê ”Kînor” e û navê xwe daye pirtûkê, min dest bi xwendina pirtûkê kir. Piştî ku min ew xwend, min fam kir ku kînor çiye. Kînor ûr e. Şiklekî tumorê ye. Di zikê keçika ku navê wê Kewê ye de kînor derdikeve û her diçe zikê wê ji ber kînorê mezin diwerime. Malbata wê dibêjin qey yekê keçikaniya wê xirab kiriye, bakîretiya wê çûye û lewre jî keçik hemîle maye û yê di zikê wê de ye bebike. Ji bo keçik newelide, bebika ”pîç” neyne, biryara kuştina wê didin. Herçiqas keçik ji bav û diya xwe re dibêje ku kesekî têkilê wê nebûye, ew ji keçikaniyê nexistiye jî, pê bawer nakin. Biryar tê girtin dê bavê wê ew bi destê xwe bikuje. Bav li çolê gule berdida keça xwe û wê di nav xwînê de li erdê dihêle û diçe. Gule di zikê wê de li kînorê dikeve û kînor dimre û werma zikê Keçikê dadikeve.

Kewê birîndare, ew bi wê halê xwe ê birîndarî rê diçe û diçe gundekî xwe dispêre wan. Ew rewşa xwe, bûyera ku hatiye serê wê ji gundiyan re qal dike. Axayê gund bijîjk tîne, wê derman dike û keçik baş dibe, rehet dibe.

Di pirtûka nivîskarê kurd Cengiz Eker ”Kînor” de duwanzdeh – 12 – kurteçîrok hene. Sernavên hinek kurteçîrokan jî gelek balkêşin û naveroka wan xwe bi mirov didine xwendin.

Di pirtûkê de kurteçîroka yekem sernavê wê ”Bênamûs” e. Bavekî keça xwe dişîne dibistanê, wê dide xwendin, lê paşê ew dikuje. Çima bav keça xwe dikuje? Pirtûkê bixwînin hûnê fêr bibin. Ne careke, çendîn carin ku hinek bavên ker û ehmeq bi destên xwe keçên xwe dikujin. Di kurteçîroka ku sernavê wê ”Biratî û Evîn”e de serpêhatiya du evîndarên revok tê ravekirin.

Nivîskar Cengîz Eker di pirtûka xwe de, tradisyonên nebaş, anku kevneşopiyên xirab yên ku hêj jî di nav civakê de hene, weke dîmenên zindî radixe ber çavan û nebaşiya wan diyar dike. Di kurteçîroka sernavê ”Daraza Jiyanê” de ev mijar gelek baş hatiye pêşkêşkirin.

Ji bo ez gotara xwe dirêj nekim, ez ê behsa naverokên kurteçîrokên din nekim. Kurteçîrokên din jî di hêla naverokê ve dewlemendin û hêjayê xwendinê ne.

Lokman Polat, 22.01.2017

 

kinor

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s