Ji koka wê heta pênûsa wê di 135’emîn rojbûna wê de Vîrgînîa

NAVENDA NÛÇEYAN- Îro 135’emîn rojbûna femînîst Vîrgînîa Woolf e.

Nivîskar Vîrgînîa Woolf hêza tecrubeya jintiya xwe bi xwendevanan re  anî cem. Îro rojbûna Vîrgînîayê ye.  Vîrgînîayê bi gotina ‘Binivîsin, nebêjin mêr çi difikirin û binivîsin’ rê da ber dîroka femînîst û bi fikr û karekterên xwe  serdema xwe derbas kir û di roja me ya îro de rê nîşan dide.

Ji ber neçû dibistanê ket pirtûkxaneyan

Vîrgînîa di 25’ê Çileyê 1882’an de li Londonê hat dinê. Nivîskar, rexnekir Virgînîa bi nasnameya Femînîzmê re bû ye. vîrgînîa di temenê biçûk de ji ber newekheviya di navbera jin û mêr de nekare biçe dibistanê.  Virgînîa ji pirtûkên pirtûkxaneya bavê xwe yê nivîskar xwe pêş dixe.  Dayika xwe di 13 saliya xwe de winda dike.  Hesreta ji bo dayika xwe di pirtûka xweya ‘Denîz Fenerî’ de vedibêje û windabûna dayika xwe wek karaset bi nav dike.

3.jpg

Virginia ve Vanessa

Vîrgînîayê yekem car di 1895’an de di rojnameyekê de çîrokên kurt weşand.  Piştî mirina bavê xwe diçe Bloomsbury.  Li vir tevlî koma Bloomsbury ya entelltektuel dibe.  Ligel gelek hunermenan xwişka wê Vanessa Bel ya wênexêz jî heye.

Pirtûka wê ya yekemîn ‘Rêwitiya derve’ di 1915’an de hat weşandin û  vê pirtûkê di salekê de 3 caran dinivîse. Nivîskar di pirtûka xwe ya ‘Denîz Fenerî’ de jî ya di 1927’an de weşandiye bîranînên xwe yên zarokatiyê, hesreta ji bo dê û bavê xwe û mirina wan vedibêje. Di 1931’ê de jî pirtûkaxwe ya bi navê ‘Pêl’ nivîsî.

Ji bo jinên hemû deman

Virgînîayê di salên derbasbûyî de pirsgirêkên psîkolojîk jiya û berovajî bandora negahtî di cîhana wêjeyê de  pirtûka ‘Mrs dollway’ nivîsî.  Di vê pirtûkê de femînîzm, zayend û hebûn  hat destgirtin.  Pirtûka wê ya ‘Odeyek aydê te’ jî cihekî girîng digire û  rê dide ber tevgera femînîst.  Di vê pirtûkê de wêje û jin tê dest girtin

‘Hemû cîhan welatê min e’

Pirtûkên wê li cîhanê lig elek zimanan hat wergerkirin û di çaryeka serdsala 20’an de  kevneşopiya rast a serdetiya roma îngîlîz  hilweşand.  Virgînîa xwedî kesayetek pêşenge û  got ew wek jinekê welatê wê tine, hemû cîhan welatê wê ye.

Virgînîayê 59 sal jiyana xwe de 15 berhemên wêjeyî  nivîsî.

Quelle: https://gazetesujin.com/ku/2017/01/ji-koka-we-heta-penusa-we-di-135emin-rojbuna-we-de-virginia/

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s