Jan Dost: Mîrname

MÎRNAME

mir

Mehmet Raşit İlan

Pirtuka romannûs Jan Dost ‘Mîrname’ qala serpêhatîyên jîyana helbestvan û fîlozefê kurd Ehmedê Xanî dike. Pirtuk derdora ku Xanî têde dijîya wek wêneyekî baş hatîye xîzkirin tîne ber çavan. Roman beş bi beş hatiye nivîsandin; her beş bi axaftina mirovekî/ê derdor dijî bi fikr û ramanên xwe û bi nêrînên xwe ên derheq mirov, jîyan, û rewşa demê de anîne ziman. Roman bi teknîkekê taybet hatîye nivîsandin; yanî Jan Dost lehengan bi devên wan daye axaftin. Derheq vê teşeyê de nivîskar û rexnegirê ûris Bakhtîn kesê yekemîn e ku pir zimanîya di nêv romanê de anîye ziman ku jê re dibêjin ‘heteroglasia’. Heteroglasia (1) di nêv xwede pir dengan dihewîne; yanê ne tenê zimanekê bikartîne. Hem zimanê gel di nêv de heyîye û hem jî zimanê rêbaz û serokan heyîye. Romannûs Jan Dost kesan bi devokên wan daye axaftin; ev tercîh zimanê pirtukê ji wan romanên din cudatir kirîye. Cudahî jî ewe ku mirov di her beşê de bi zimanekê din dibîne û mirov dibêje qey kesên din wan beşan nivîsandine.

Romannûs Jan Dost pê dixebite da ku jîyan û rewşa dema Xanî binte dema me û bite alikar ku em dema Xanî bi zelal bibînin. Lê belê, rastîyek heyîye ku mirov çıqas jî hewl bide xwe dema Xanî binte sedsala me, disa ji tê hindek kêmasî di têde heyîne. Ji ber ku nirxandin û nêrînên vê sedsalê ê sedsala Xanî ji hev û dû cudatirin.

Jan Dost kesan bi devokên wan dide axaftin; ev jî nîşaneya hebûn û jîyana wan mirovan e. Ji xwe, Wittgenstain ji ber bikaranîna zimanan dibêje; rêyek hebûnê ê di nêv cîhanê deye. (2) ew kesin bi zimanên xwe ên resen ve hene.
Destpêkirina romanê jî ne mîna romanên ‘klasîk’in; pirtuk bi dawîya romanê dest pê dike. Yanê bi mirina Xanî dest pê dike. Jixwe pirtuk bi awayekî kronolojik nehatîye nivîsandin; me jorê behsa axaftina lehengên romanê kiribun, kesin behsa dema xwe û nêrînên derdora xwe dikin. Ji bilê van jî behsa helbestvan Xanî û têkilîya navbera xwe û wî de dikin. Li ser şexsîyat û taybetîyên Xanî disekinin.

Jan Dost lehengan di nav civakên cuda cuda de hilbijartîye û daye axaftin; kesên di nav rewşekî baş de, an xirab de, an jî kesên ku ol û netewa wan cuda hilbijartîye. Heryek ji wan dîmenek cûda derdixîne pêşberê mirovan. Heryek ji wan dibe berdevkê civaka xwe, û têkilîya navbera civakan de zelaltir dibe.

Teymûrê Fasîq, kesekî araq vexwar e; ji ber vê yekê, mirovin zehf jê hez nakin û wî mîna mirovekî pîs û gûnehkar dibînin. Ji ber ku, mirovên oldar araq venaxwin.lê belê têkilya wî bi Xanî re heyîye; hin caran diçe li ba Xanî û ji hev dura diaxifin; axaftinên xwe de li ser serxweşbûnê û vexwarina araqê disekinin da ku araq bandorek çawan dihêle li ser mirovan û wan çawan serxeş dike. Lê belê, mirovên derdora Teymûrê Fasiq jê pir hez nakin ji ber ku ew mirovek araq vexware şert û mercên olê nayînte cih; lowma jê re dibêjin ‚fasiq‘. Di nêv gelde ola îslamê serdeste; ji ber vê yekê oldarên misliman dixwazin ku hemû kesin bêne li ser ola wan; ev wêne bondora olê ya li ser mirovan dide ber çavan; çawan mirov zor didin xwe da ku tiştên ol ji wan dixwazî bikin. Yek ji van jî ewe ku şert û mercên olê li mirovên din jî bidin qebulkirin; yanî hemû kesin bibin bi yek rengê. Teymûrê Fasiq jî yek ji wan kesa ye ku dûçarê kirinên mislimanan bûye.

Şengê lehengekî sereke ya romanê ye; keça bazirganekî malpereste. Keça ku Xanî evîndar buyî Şengê ye. Lehenga jin a di nêv romanê de Şengê tenêye. li vê alîyê ve mirov dikare vê rewşê mîna kêmasîya nivîskar bibîne; ji ber ku nîzê panzdeh kesan dide axaftin Jan Dost, lê belê ji wan kesan tenê yek kes jin e. Ji ber vê sedemê, mirov jîyana jinan a di nêv civakê de zêde fehm nake. Lê belê, mirov bi gotinên Şengê dibîne da ku jin di nav çerxa jîyanê de ji mêran hindiktir berbiçavin. Bi serê xwe nikarin biryaran bigirin û biînin cih. Mecburin ku li gorê biryarên mêran hereket bikin. Ji bo bibe mînak, bavê Şengê, Şengê dete çerçîyek ji bajarek din. Şengê jî ji Xanî hezdike lê belê bi zorî ewî kesê re mêr dike.
Hecî Zûhdîyê Bazirgan, bavê Şengê, lehengekî din e ku di nêv romanê de cî digire. Mirovekî malhez e; ji bo wî qîmeta mal û milk li ser zanîn û tiştên din re ye. Lewma keça xwe dide bazirganekî; dibêje ezê keça xwe çawan bidim kesekî wekî Xanî, ku tenê zana ye; ne mal û ne milkê wî heye. Ji ber van sedeman, bavê Şengê qiza xwe dide bazirganekî ji bajarekî din ji ber dewlemendbuna wî. Ev ji nîşaneyên kesên ku ji bilê mal û milkan tiştekî din nizanin û nabînin baş tînte ber çavan.

Recebê Terzî, li Bazîdê dijî û karê terzîtîyê dike; lê belê piştê demekî kar namîne, biryar digire û diçe Stenbolê, paytextê Osmanîyan, ji bo ku karekî bibîne û aborîya xwe bike. Receb kesekî bê tecrubeye, ji ber ku li bajarekî mîna Stenbolê qet nemaye û nejîyaye. Ji ber van sedeman dema li ba kesekî terzî kar dibîne û dixebite jinekê Boşnaqî ewî dixapîne û hemû perê wî û xwedîyê kar didize. Receb jî ji ber vî rewşê direve; diçe dibe leşker di nêv artêşa Osmanîyan de. Lê belê piştê şerê Balkanan çêdibe, tiştinên ku Xan^i jêre gotîye têne bîra wî; ji xwe re dibêje: ‘Ez kesekî Kurd, çi karê min di nêv şerê Rumîyan de heyîye.’ Piştê demekî vedigere Bazîdê.

Xalidê Çolax, navê wî ji seqetîya wî tê; ew seqetî jî dema şerê Osmanîyan û Farisan de maye. Qala dêmenekî di nêv şer de dabûrbuye, tinte ziman. Ew û Kurdekî ji Dîyarbekirê bi hev û dûre dijberê du Kurdên li alîyê farisan re şer dikin. Bi vê ewayê li xwe mikûr tê; ‘Şer şerê Farisan û Romîyan, em Kurd ji herdû alîyan bi hev dûre şer dikin. Çi karê me di nêv şer de heyîye.’ Dema Xanî de ji mîna niha Kurd perçe perçe bune. Di nêv artêşên Roman û Farisan de cî girtine û dijberê hev û dû şer kirine; yanî xwe bixwe kûştine.

Di pirtûkê de sedema mirina Xanî nedîyar e; heta dawîya pirtûkê mirov nikare bêje ka Xanî bi jehrê hate kûştin an bi ecelê xwe mir? Ev pirs bêbersiv dimîne. Ji bilê vê pirsê, Jan Dost kesan daye axaftin evî rewşê zimanê romanê herikbartir û ji romanên din cudatir kiriye. (3)

1.Heteroglasia: bihevrebûna pirdengan di nêv zimanekî de ( the coexistence of distinct varieties within a single ‘linguistic code’ ) Bakhtin, M ( 1934 ). Heteroglassia in the novel. Discourse in the novel, 300-360.
2. Canfield, J. V, Wittgenstein, language and world, By University of Massachutsetts Press, 1981.
3.Dost, Jan ( 2008 ). Mirname ( rûpel: 229 / çapxane: Avesta )

Quelle: http://www.bued.boun.edu.tr/turik.asp?id=102

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s