Ji bo hebûnê li ser çûyînê jiyanek: Tezer Ozlu

NAVENDA NÛÇEYAN- Nivîskar Tezer Ozlu ku got ‘Her çûyînek, her rêwitiyek ji bo rastiyên xwe bizane, daketineke’ û dest bi nivîskariyê kir, dema li kesayeta xwe digeriya, zîhn û jiyana xwe jî kola û dest bi jiyana nivîsa xwe kir. Tezer jiyanê wek çûyîn dizane û ti carî serdestiya otorîter jî qebûl nekir.tö.jpg

Nivîskar Tezer Ozlu bi pênûsa xwe hem sînorên zîhn û hem jî ya erdnîgariyê derbas kir û bû kirdeyek cîhana wêjeyê. Dema lêgerîna xwe berdewam dikir rolên lê hatibû ferzkirin jî hilweşand û têkoşîna vê di hevokên wê de jî dikare bê xwendin. Tezer di 10’ê îlona 1943’an de li navçeya Sîmav a Kutahyayê tê dinê. Zaroka dê û bavekî mamosteye. Tezer salê piştî wê demê bi van gotinan vedibêje ‘Min li bajaroka Anatolyayê ya 4 hezar nifûsa wê heye li jiyanê mêze kir. Ez 6 salî bûm. Min mezibûna cîhanê ya bê dawî hîs kir û min bawer kir ku ez biçim.”

Hîn di zarokatiya xwe de li ser çûyînê hesret dimîne û bi xwişka xwe Sezerê re ji bo mezinbûna cîhanê bibîne dimeşe. Tezer di 10 saliya xwe de tê Stenbolê û li Lîseya Keçan a Avusturyayê dest bi dibistana navîn dike. Di lîseyê de bi kampa dibistanê re diçe Viyanayê. Lê di pola dawî de dest ji dibistanê ber dide û di navbera 1962-63’an de bi otostopê li Ewropayê geriya. Tezer di 1965’an de bavê xwe neşikand û ji derve ket ezmûnan û li dibistana Lîseya Mêran a Stenbolê mezûn bû.

Tezer di seranserê jiyana xwe de ‘hatin’, ‘çûyîn û têkneçûn’ lêpirsîn kir û bitena serê xwe bûn jî her tim jiya. Ji ber nerehetiyek xwe di 1967-1972’an de li Stenbolê li nexweşxaneyên cuda di klînîkên psîkiyatrî de ma.

‘Rêwitiya fêmkirina şopa întîxareke’

Pirtûka yekem a Tezerê ‘Baxçeyê berê’ yê ji çîrokên wê yên di kovaran de hatibûn weşandin pêk dihat. Piştre di sala 1980’an de yekem romana xwe ‘Şevên sar yên zarokatiyê’ weşand. Ev roman qêrîna bêdeng ya bîranînên Tezerê vedibêje. Kesên bandor li ser jiyana Tezerê kirin jî hebûn. Yên wekê Italo Svevo, Franz Kafka û Cesare Pavese.

Bi bandora ku van nivîskaran li ser wê kiriye di sala 1983’an de romana xwe ya duyemîn ‘Di şopa întîxarekê de’ weşand. Tezerê di pirtûkê de Franz Kafka, Italo Svevo û Cesare Pavese jî derxistin rêwitiya fêmkirinê. Wersiyona almanî ya pirtûkê di sala 1983’an de hêjayê Xelata Nivîsa Marburg hat dîtin. Tezerê pirtûka xwe ji nû ve bi tirkî bi navê ‘Rêwitiya di serê jiyanê de’ nivîsiye û ev di sala 1984’an de hatiye çapkirin.

‘Ev der warê kesên dixwazin me bikujine’

Di sala 1981’an de bi keça xwe Denîz ya ji zewaca wê ya duyem çêbûye, re diçe Elmanyayê. Zewaca xwe ya sêyemîn li Swîsreyê dike. Malbata wê ji ber ku dest ji Erden Kiral berdabû 6 mehan pê re neaxivî. Navê keça xwe, ji ber hezkirina xwe ya Denîz Gezmîş kiribû Denîz.Tezer ji ber pençeşêrê di 18’ê Sibata 1986’an de jiyana xwe ji dest da.

Quelle: https://gazetesujin.com/ku/2017/02/ji-bo-hebune-li-ser-cuyine-jiyanek-tezer-ozlu/

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s