Lokman Polat: EDEBIYAT, SIYASET Û BI HEVÛDU RE TÊKILIYA WAN

EDEBIYAT, SIYASET

Û

BI HEVÛDU RE TÊKILIYA WAN

Li ser edebiyat û siyasetê bi zimanên din gelek nivîs, gotar, pexşan û ceribandin hatine nivîsîn. Lê, bi kurdî pir hindik nivîsên derbarê mijara edebiyat û siyasetê de hene. Di nav wan nivîsên kurdî de jî herî pir min li ser vê mijarê nivîsiye. Digel ku min berê li ser vê mijarê çend car nivîsîbû jî, ez dixwazim carek din dîsa binivîsim.

Zanîna mirov ya derbarê mijaran her diçe pir dibe, berfereh dibe. Mirov tiştên nû dihewise, fêr dibe û herweha zanîna mirov ya îro ji ya doh pirtir e. Ez ê tiştên ku min di nivîsên xwe de gotibû, dubare nekim. Ez ê tiştên nû pêşkêşê xwendevanên kurd bikim.

lp

Eleqe û têkiliya edebiyatê bi siyasetê re tişteke nû nîn e. Têkiliya edebiyat û siyasetê ji dema Eflatun dest pê kiriye û heta niha berdewam kiriye. Nivîskarên ewropî di nivîs, gotar û pirtûkên xwe de li ser vê mijarê disekinin û bal dikşînin ser têkiliya edebiyat û siyasetê. Nivîskarên fransî J. J. Rousseau û J. P. Sartre li gor fikr û ramanên xwe, li gor bîr û baweriyên xwe yên îdeolojîk û siyasî û dîtinên xwe yên felsefî roman nivîsîn. Nivîskarên rusî Çernîşevskî, Ostrovskî, Gladkov, Maksîm Gorgî û hwd, romanên siyasî yên şoreşgerî nivîsîn. Edward Saîd di nivîsên xwe yên derbarê edebiyatê de bal dikşîne ser têkiliya edebiyat û siyasetê û ew herweha di edebiyat û siyasetê de rola rewşenbîran bi bîr tîne.

Mirov dikare pirtûkên Schaupenhauer û Nietzsche ji bo nêzîkbûn û têkiliya edebiyat û siyasetê wek mînak û heta wek çavkanî bide ravekirin. Nietzsche hem ramanwêre û hem edebiyatwan e. Digel têkiliya di navbera edebiyat û siyasetê de jî, dema mirov li rastiya jiyanê û helwesta edebiyatvanan ya çalakiyên rojane dinêre, piraniya edebiyatvanan xwe dûrê siyasetê didin.

Di nav kurdan de, ji sedî nodê edebiyatvanan ji nav siyasetê hatine. Kesên ku di siyasetê de biser neketin, yan jî demeke siyaset kirin û paşê întreseya wan daket ser edebiyatê, yên ku ji siyasetê aciz bun û ketin nav lêgerînê û edebiyat bi wan xweş hat, werhasil heryek bi şêweyeke û bi mebesteke cuda, bi sedemên curbecur dev ji siyasetê berdan û bi edebiyatê re mijul bûn.

Niha edebiyatvanên ku hindik be jî xwendevanên wan çêbûne û pirtûkên wan têne xwendin ji tradisyonên siyasî hatine. Pir hindik be jî hinek edebiyatvan hêj jî di nav siyasetê de ne. Ew kar û xebata edebî û siyasî bi hevre didomînin. Sînor danîna nav edebiyat û siyasetê û dûrbûna hunermendan û edebiyatvanan ji siyasetê, ji ber rewşa kurdan û welatê kurdan tê. Naverokên siyasî yên berhemên edebî yên nivîskarên kurd jî ji ber rewşa kurdan e.

Tiştên ku di edebiyatê de hene di siyasetê de tunin û herweha tiştên ku di siyasetê de hene di edebiyatê de tunin. Xwendina berhemeke edebî ya bi formeke siyasî û xwendina pirtûkeke îdeolojîk, teorîk û siyasî tehm û lezetên cuda didine xwendevanan. Siyaset bi tevahiya civakê re mijul dibe, edebiyat bi kes û kesayetiyên civakê re mijul dibe. Yanî siyaset bi tevahiya civakê re têkildare û edebiyat bi kesan re têkildare û bi kesan re eleqeder dibe.

Di edebiyatê de xeyal, rastî û spehîbûnî heye. Hegel dibêje; ” Di edebiyatê de rastî û spehîtî heman tişt in. Ji bo rastî spehîbûna xwe nîşan bide pêwîstiya wê bi azadiyê û bêsînoriyê heye. Rih – giyan – bedewkarî û spahîbûnê pêk tîne û ew dersa exlaqê –etîkê- nade. Nabe ku mirov bedewkariyê, spehîbûnê, estetîkê wek wezîfeya fêrbûna perwerdeyê pêk bîne.” Belê, huner û edebiyat spehûbûnê pêk tînin û pêşkêş dikin. Û herweha ew tehm û lezeteke edebî, hunerî didine mirov. Di berhemên edebî yên ku naveroka wan siyasî ne de haza edebî û rastiya siyasî li hevûdu têne hunandin.

Edebiyat hemanekî kesayetî ye û ew pirsgirêkên taybetî yên sexsî û kesayetiyê radixe ber çavan. Bi wan re mijul dibe. Hedef û armanca siyasî cuda ye û ew ji bo civakê, cîhanê û gerdûnê dîtin û raman pêşkêş dike û ji bo di nav civakê de ev dîtîn werine belavkirin, kar û xebat tê kirin. Lewre jî metoda kar, xebat, ravekirin û pêşkêşkirina edebiyat û siyasetê ji hevûdu cuda ye. Di siyasetê de heger koma siyasetvanan fikr û ramanên xwe di nav civakê de belav nekin, di nav civakê de bi hêz nebin, qîmeta wê siyaseta wan namîne. Siyasetvan dixwazin ji civakê re rê nîşan bidin û wan li gor bîr û baweriyên xwe bixine qalibek û şikil bidine wan. Digel edebiyatvan û siyasetvanan kategoriyeke lêkolînvanan hene ku mirov dikare ji bo wan siyasetvanên lêkolîner bibêje, ew jî wek ku Brech dibêje ; ”Rastiyan vedikin û rastiyên ku di tarîtiyê de mane derdixine holê.” Hinek siyasetvanên lêkolîner dikevine vê kategoriyê. Wek mînak, mirov dikare Sînan Çiftyurek, Osman Aytar, Faîk Bulut, Altan Tan, Nacî Kutlay, Şerefxan Cizîrî û hd, di kategoriya siyasetmedarên lêkolîner de bihesibîne.

Edebiyat afirînker e. Edebiyatvan afrînerin. Ew bi xeyalî cîhanên nû diafirînin. Ew afirîner in, îcadker in, xweşiyê, rindiyê, bedewîyê û spehûbûnê diafirînin. Edebiyat fikşîone, kurgu ye, edebiyatvan afirîner e. Di edebiyatê de neyênî û efsûnî jî heye. Di nav xwe de raz û nehênî dihebîne. Di hinek berhemên edebî de raz û remz – sembol – hene. Siyasetvan sir verşênadin, eşkere dikin.

Hedef û armanca romannivîser yek jê ev e ku; pêkanîna nehênî pêk bîne û xwendevanan sewqê fikrandinê û xeyalan bike. Di navbera nivîsên siyasî û edebî de jî ferqên berbiçav hene. Nivîsên siyasî divê sade bin û vekirî bin, nivîsên edebî divê bi peyvên hilçinandî bêne hunandin û di romanê de bi teferuat bin.

Mirov di serê xwe de, di hiş û mejiyê xwe de tiştan tasavvur bike, di heşê xwe de şikil bide pê, xeyal bike û bi îmgeyan rave bike, ev in tiştên ku mirov pê berhemên edebî biafirîne. Bi riya edebiyatê di xwendevanan de hêstiyarî û heyecan pêk tê. Di siyasetê de kelecan heye û minaqeşe heye, gengeşî heye. Bi riya mantikê û di encama minaqeşeyan de siyasetvan digîşe encameke li gorê xwe rast.

Edebiyatvan di siyasetê de aktîv nebe û heta bi siyasetê re mijul nebe jî, miheqeq meyleke wî/wê ê siyasî heye. Nivîskarekî çiqas bibêje ez bêterefim jî, miheqeq bi terefek digre û meyla aliyeke dike, alîgire. Di derbarê meyla nivîskarî de Jean Paul Sartre dibêje; ”Nivîskar bixwaze, nexwaze, nêrina wî berê xwe bide qanûnên bêdawî  yan na, hergav ev bi mirovên dema xwe re, bi welatiyê xwe re, ji mirovên bi nijada xwe re û ji mirovên ku di nav çînên civatê de cîhê xwe girtine re diaxive. Nivîskar xwediyê hilbijartinekê ye û bi nivîskariya xwe jî xwediyê meylekê ye…”

Di derbarê vê mijarê de nivîskarê kurd ê lêkolînvan Şerefxan Cizîrî nirxandineke teorîk û gelek baş dike. Ji bo mijar baş bêzanîn ez dixwazim du hevok ji gotareke wî bigrim vir û pêşkêşê xwendevanan bikim. Serefxan Cizîrî dibêje : ” Nivîskarî berbiçav e, ji bo mirovan e, bi mirovan re diaxive, qala mirovan ji mirovan re dike û bi rastiya civatan re mijûl dibe…
Aşkera ye ku xwendevanên edebiyatê endame civatan in û bi hemû nakokî û  dilbijandinên xwe, bi hest û ramanên xwe di berhemên edebî de cih digirin, van nirxan di kesayetiya xwe de diserifînin, şirovê dikin û li gora dema xwe hinek encamên exlaqî, siyasî û kulturî derdixin pêş. Her çiqas berhemek edebî ji aliyê nivîskarekî xuyayî ve hatibe nivîsandin jî, di dawî de xwendevan li gorî têgihiştina xwe nêzîkayî li vî berhemî dike. Ango xwendevan, bi hest û ramanên xwe mirovekî çalak e û li gora têkûzbûna xwe ya îdeolojîk û  siyasî, berhemên edebî bi xwîn û goşt dike. Berhem bi xwendevanên xwe digîhîje peyamên nû, peyamên veşartî, kodên kulturî û exlaqî vedibin û cihê xwe di dîroka edebiyatê de çêdikin. Ango di navbêna xwendevan û berhemên edebî de têkiliyeke diyaletîkî  heye. Ji ber ku nivîskar, berhem û xwendevan nikarin ji hevdû werin qetandin….

Ma siyaset ne helwestgirtin e gelo? Ma mirovên bê helwest hene gelo? Gava ku li welatê  me xort û qîzen me were kuştin, zimanê me nebûbe zimanê perwerdehiyê, gava ku neheqî li welatê me wekî Çiyayê Cudî mezin be, gava ku mirovên me yên siyasetmedar ji bo ramanên xwe bi salan di zindanan de bin, gava ku gelê me koçber bibe, gundên me weran bibin, mirovên me jar û perîşan bin, gava ku xizanî li derdora me cirîdan biavêje, gava ku kedxwûr û bertilxwir bibin mezinê civatê, gava ku derdora me lewitî be, gava ku xwezaya welatê me bê wêrankirin, bi kurtî welatê me hatibe dagirkirin ew ê çawa edebiyat ne siyasî be gelo? Ma nivîskar ne di vê civatê de dijî?
Nivîskarên ku pêwendiyên wan bi siyaseta  rojane re tunebe, ez dikarim wan fêm bikim. Lê belê nivîskarê ku bibêje bi siyasetê re pêwendiyên min qet tuneye, ew ne rast dibêjin. Ma di welatekî dagirkirî de nivîskar dikarin bibêjin ku ez helwestê li miqabilî dagirkeran nagirim? Ew nivîskarê hanê bi rastî mirovekî çawa ye gelo?  Wê gavê ji wî re ez jî wisa bibêjim; ji aliyê
min de tu pûçî!”

Li gorî marks û Marksîstan divê edebiyat û huner di xizmeta civakê de bin. Bi civakê re bibine yek û li dijê desthilatdariyên serdestan, digel bindestan bin. Edebiyat, huner, siyaset û meyilbûn ji rewşên civakî reng digrin û di bin bandora civakî de dikevin şikleke. Teoriya helwesta Marksîstan ya derbarê edebiyat, huner û siyasetê de di pirtûkên Georg Lukacs de bi berfirehî hatiye şîrovekirin. Georg Lukacs dibêje divê mirov bi hestên spehîbûnê nêzîkayî li siyasetê bike.

Dibistana Frankfurtê ekoleke pêk anîbun. Ew marksîst bûn û ji ekola wan a edebî re digotin ekola dibistana Frankfurtê. Teodor Adorno ê ku li ser edebiyatê gelek nivîsên teorîk û gotarên curbecur nivîsîbû, ew jî Marksîst bû. Û herweha Lukacs jî Marksîst bû. Vana dîtin û ramanên Marksîstiyê yên derbarê edebiyatê de berfereh kirin, pêşve birin, dewlemend kirin. Louis Althussser ê Marksîst yê Îtalî jî li ser edebiyat û hunerê gelek nivîsî û dîtinên nûh pêşkêş kir.

Cewhera zanîstiya pêvajoya civakî, dîrokî, zanyarî û şarezayiyê edebiyat e. Rewşa cîhanê û civakên welatên cuda di berhemên edebî de baş hatine ravekirin û ev berhem bûne neynika şoreşên hinek welatan. Li ser esasên civakî herî pir bandora edebiyatê heye. Pirs û pirsgirêkên siyasî û civakî di hinek berhemên edebî de baş û xweş têne pêşkêşkirin.

Di hinek berhemên edebî de pirs, pirsgirêk û çareserî wek pêşbînî tê dîtin. Ji xwe edebiyat tiştên ku bûye yan jî divê bibe dike mijar û raberê xwendevanan dike. Bi metoda sihirê -illustrationê – û bi şêweya rexneya edebî vî tiştî pêk tîne. Romanên Arthur Koestler di vê hêlê de mînakên berbiçav in. Kesên ku ji xwe re dibêjine çep, şoreşger û sosyalîst divê romana A. Koestler ya bi navê ”Spartakus” û ”Di nav rojê de tarîtî” (Tirkiya vê romanê jî bi navê “Gün Ortasında Karanlık” derket.) miheqeq bixwîne.

Di romana ”Spartakus” de kesayetiyeke pêvajoya têkoşîna dîroka azadiyê tê ravekirin.”Di nav rojê de tarîtî” de jî Jiyan û berxwedana li hepis û zîndanan tê qalkirin. Hucreyên hepisxaneyê, menzelên şkencexaneyên zîndanê û odeyên lêpirsînê bi teferuat raveyê xwendevanan dike. Romannivîser Arthur Koestler navgîna lehengê romanê Robashov têkiliyên desthilatdarî û civakî dinirxîne û li maneya peyva başî û başbûniyê digere. Ew bi şêweyeke edebî û hunerî di navbera hestên lehengê romanê û xwendevanan de hestên hevpar pêk tîne û bala xwendevanan dikşîne ser lêpirsîna hundîrî û nirxandina wijdanî.

Di romana Koestler ya bi navê ” Û Azadî” de jiyaneke bi heyecan û tije kelecanî heye. Lehengê romanê Peter (weke romannivîser Koestler) di ciwaniya xwe de bûye endamê partiya komunîst. Jiyan û têkoşîna Peter ya li dijê faşîzmê bi herikbarî tê qalkirin.

Di edebiyata her neteweyî de hêla siyasî ya edebî heye. Divê bi şêweyeke lêkolînerî sosyolojiya siyasî ya edebiyatê bê nivîsîn. Di hinek berhemên edebî de, lênêrîna nîvîskarên siyasî di berhemên wan ên edebî de bi devê leheng û fîguran têne pêşkêşkirin. Nivîskar ji bo ku fikr û ramanên xwe yên îdeolojîk, siyasî û felsefî pêşkêş bike, ji bûyerên siyasî siudê werdigre û ji wan feyde dibîne. Di vê hêlê de berhema herî berbiçav û navdar, romana George Orwel ya bi navê ”1984 – Hezar û nehsed û heştê û çar e”. Pirtûk û romanên gelek nivîskarên rusî, bulgarî, yunanî, çînî, vîetnamî û hwd, û herweha yên William Morris, Bernard Shaw, Adolos Haksel, weha bi vî rengî ne.

Hinek berhemên edebî hene ku ji bo lêkolînên siyasî û civakî dibine bingeh, dibine çavkanî. Bi îngilîzî ji vê şêwe xebatên lêkolînî re dibêjine; ” Studies Literature as a Source of Political”. Ji bo fêrbûn û zanîna pirs û pirsgirêkên siyasî edebiyat, ango berhemên edebî dibe çavkanî.

Di berhemên edebî de pirs û pirsgirêkên nasnameyê – îdentity- jî tê pêşkêşkirin. Di naveroka hinek romanan de mijar bi tevahî pirsgirêka nasnameyê ye. Ji xwe navê romaneke nivîskarê çekî ê navdar Mîlan Kundera ”Nasname” ye. Di romananên li ser mijarên nasnameyê de têkiliyên siyasî û civakî, derûniya însan, rewşa civakê, xwenasîn û li nasnameya xwe xwedîderketin, nakokiyên cure di nav nasnameyên cuda de û hwd, bi şêweyeke hunerî û bi zimanekî edebî têne ravekirin.

Wek çend gotinên dawî ez dixwazim vê bibêjim. Edebiyat û siyaset du tiştên cudane, lê di nav wan de têkilî, têkildarî heye. Çawa ku di siyasetê de guherîn, xweguhertin û nûjenî heye, di edebiyatê de jî heman tişt hene. Ev herdu hêl – hêla siyasî û edebî – li hevûdu tesîr dikin, dikevine binê bandora hev. Herdu jî ji bo civakê rolên berbiçav pêk tînin. Edebiyat xweşbîniya jiyanê, rûyê xweş yê jiyana civakî raberê mirov dike û mirov jî weke neynikê xwe di têde dibîne.

Pêwîstiya edebiyat û siyasetê bi hevûdu re heye. Ev herdu hevûdu temam dikin. Di serdema nûjen ya dema me de û herweha di pêşerojê de jî fikr û ramanên nûh bi têkildariya edebiyat û siyasetê dikare were dîtin û were pêşkêşkirin. Divê edebiyatvan xwe dûrê siyasetê nedin û siyasetvan xwe dûrê edebiyatê nedin. Di nav siyasetvan û edebiyatvanan de têkiliyeke germ û xurt hebe, ji bo herdu hêlan û herduyan jî baş e.

Têbinî û Çavkanî :

Xwendevan dikarin li pirtûk û romanên Georg Lukacs, Plehanov, Sartre, Mîlan Kundera, Çernîşevskî, Ostrovskî, Gladkov, Gorkî, Grîpçeva, Aruzî, Gîde, Koestler, û hwd, û herweha li gotara Şerefxan Cizîrî ya di rojnama Azadiya Welat de hatibû weşandin, binêrin.

Lokman Polat

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s