Ji bo fermanê vê carê “Tutî” dipeyive

Nivîskarê Kurd Nabard Fuad di romana xwe ya ewil a bi navê “Tutî” de behsa Enfal û Qirkirina Şengalê dike.

kw.jpg

Di kovara bi zimanê Îngîlîzî SMART de nivîskar û rojnamevan Nabard Fuad hevpevînek li gel rojnamegerê Kurd Aras Ahmed Mhamad derbarê romana xwe ewil de çêkir. Nivîskar Nabard Fuad li ser pirsa ji ber çi navê romanê “Tutî” ye û ji ber çi Enfal û Şengal wiha bersivê dide: “Navbera nivîsandin û êşê de girêdaneke pir bi qewet heye ku xwe dispêre rasteqiniyê. Heta ez bawerim ku ti nivîskar nikare rasteqîniyeke sedî sed bide xuyakirin. Ji xeynî kesên bûyîn qurban û şahdiên bûyerên dijwar. Ez vê baweriyê de me ku romana min kare ji dîrokzanan bêhtir rastiya dîrokê bi de xuyakirin. Belkî di siberojê de pir kes wê behsa rizgarkirina Mûsilê bikin û lê hemû serpêhatiyên bi êş zû werin jibîrkirin.

Ji ber ku çûka tutî piştî mirina hevala xwe bi ti kesî re din re hevaltî nake loma jî min navê romanê ‘Tutî’ danî. Cara ewil dîroka Êzîdiyan de piştî jinên Êzîdî ên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, gelê Êzîdî bi kêf û eşq wan hembêz dikin.”

Ferman li ser fermanan 

Her wiha Fuad di vê baweriyê de ku wêje bikaribe birînên mirovan bikewîne û ji bo mîsyona wêjeyê wiha diaxive: “ Divê wêje her dem tiliya xwe deyne ser birînê de qene ev birîn sax bibe. Ez bawerim ku mijara Enfal û Şengalê dikarin ji bo mirovan bibe armancek navend, de qene ew li ser dîroka Êzîdiyan ya xwedî kevntirîn ol e li Rojhilata Navîn, li cihanê bidin naskirin. Bi hezaran sal e di nava Misilman û Xiristiyanan de dijîn lê hê jî olê vî qewmî nayê qebulkirin. Ji lewre jî ferman li ser fermanan di ser wan de pêk anîne.” 

 Yeni Özgür Politika, 11.08.2016

Quellen: http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=58639

http://www.fairobserver.com/region/middle_east_north_africa/kurdish-novelist-tackles-taboo-crimes-yazidis-10012/

 

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s