İkram Oguz: Evdalê Zeynikê, Pîrê Dengbêjan…

r.jpeg

„Temo Lawo, bila mirin heba, dilê rezîl, kalbûn, korbûn û feqîrî qet tuneba…“ dibêje Pîrê dengbêjan.

Dengbêjê Surmelî Mehmet Paşa, Deng û Avazê Serhedê, Siwarê Kuvî, Bavê Temo…

Evdalê Zeynikê di destpêka sedsala 18’an da, li Cemalvêrdîyê hatîye dinyayê. Cemalvêrdî gundekî girêdayî navçeya Tutaxê ye û Tutax jî girêdayî bajarê Qerekosê ye.

Navê bavê Evdal Mistefa, navê dîya wî jî Zeynê ye. Evdal di sê salîya xwe da bavê xwe winda dike, hêtim dimîne û dîya wî, wî mezin dike. Sedem vê yekê ye ku ew her tim bi navê dîya xwe tê nasîn û heta dawîya emrê xwe, heta îro jî wek Evdalê Zeynikê tê binavkirin.

Evdal 113 salî jîya ye.

Evdal heta 30 salîya xwe, di gundê xwe da kar û barê rênçberîyê dike. Heta tê ragihandin ku wî di wan salan xwe da tu car kilamek jî nehistiraye. Evdal di 30 salîya xwe da şevekê xewnek dibîne û di bin tesîra wê xewnê da dimîne. Nexweş dikeve, sedem nexwaşîyê, jîyana wî bi mehan di nav nivînan da derbas dibe.

Tê gotinê ku di dema nexwaşîya wî da stran û melodîyên ku heta wê rojê nehatine bihîstin, ji devê Evdal derdikeve…

Ji nexwaşîyê xilas dibe, lê ji wê rojê şûnda şev û roj distirê û bi sedan kilam û stranan li pê xwe dihêle. Piştî mirina Evdal, Dengbêjên Serhedê stranên wî distirên û bi deng û awazên xwe ekola wî hêîro jî didomînin.

Di kilam û stranên Evdal da evînî û hîciv bi giranîyek mezin û bi hev ra cîh digrin. Jîyana Evdal di nav feqîrîyê da derbas dibe. Evdal bi xwe jî mirovekî bejn kin û zirav e. Kêsên ku wî baş nasneke û ji hunerê dengbêjîya wî bêhayîdar be, rûmetê nade wî. Wek mêvantîya wî ya di gundekî Erzirumê da. Evdal rojekî bi ereba ga ji gundê xwe bi rê dikeve û diçe Erzirumê. Rê dirêje û di rojekî da xilas nabe. Di rêwîtîya xwe da li gundekî li serê rê da ereba xwe dadiwestîne û di malekî da dibe mêvan. Keça malê bejn û bala Evdal dibîne, bi bejn û bala Evdal dikene û qilfê xwe pê dike, ji ber ku Evdal mirovekî bejnkin, zirav û feqîr e.

Tesadûfeke baş, wê êvarê di gund da şahîya dawetê heye û Evdal jî wê êvarê weke mêvan beşdarî daweta gund dibe. Bi kilam û stranan şahî dest pê dike, govend bi kêf û eşq digere. Evdal li ser keç û xortên di govendê da çavê xwe digerîne û keçika ku biroj li ser bejn û bala wî qilfê xwe kiribû, dibîne. Hêdîka ji cîhê xwe radibe, diçe dikeve milê wê, destê wê dike nav destê xwe û di milê wê da direqise û stran li ser stranan dibêje. Evdal ji kêf û eşqê li alîkî distirê û direqise, li alîyê din jî destê keçikê di nav destê xwe da ew qas dişidîne ku heta xwîn ji nav neynikê wê da dinuqute, destê keçikê bernade…

Govend diqede, Evdal li keçikê dinêre û bi dilek rûken jê ra dibêje; „De tu here, bira her kes xêrê ji bazara xwe bibîne…“

Siyarê Kuvî, Bavê Temo

Evdal di kilam û stranên xwe da xwe wuha dide nasîn: „Siyarê Kuvî û Bavê Temo.“

Temo lawê Evdal nîne. Evdal wî di dema koçberîyê da, di nav pêçekê da li serê rêyekî dibîne. Pêçeka wî ji erdê radike, hembêz dike û bi xwe ra dibe. Wek lawê xwe wî mezin dike, ji zarên xwe yên heq venaqetîne û navê wî Temo lêdike. Jiber ku Temo xwe sêwî nebîne, di kilam û stranên xwe da, xwe wek Siyarê Kuvî û Bavê Temo bi nav dike.

Evdal di kaltîya xwe da nexwaş dikeve, kor dibe. Bi çavên xwe yê kor havîn, zivistan Qulungeke baskên wê şikyayî xwedî dike.

Roj tê bi awayekî ronîya çavê Evdal lê vedigere û Evdal wek berê pêşîya xwe dibîne. Tê gotin ku bi dîtina Evdal ra baskê Quling jî baş dibe.

Evdal mesela xwe û Quling di gelek kilam û stranên xwe da distirê û vedibêje.

Evdal Dengbê Sürmeli Mehmet Paşa ye 

Evdal demeke dûr û dirêj, di Seraya Sürmeli Mehmet Paşa da dengbêjîyê dike. Di dema koçberkirina Avşarên Kozanê bi Surmeli Mehmet Paşa ra tevdigere.

Surmeli Memed Paşa, nebîyê Îshaq Paşa yê xwedîyê Seraya Bazîdê ye.

Di sala 1865’an da Dewleta Osmanî ji bo îsyana Kozanoglu yê Edenê alîkarî ji Surmeli Mehmet Paşa dixwaze.

Sürmeli Memed Paşa jî bi 400 suwarîyên xwe va, derdikeve serê rê û berê xwe dide Kozanê. Di nav wan suwarîyan da Evdal jî heye. Piştî têkçûna isyanê, ji 50 hezaran zêde kes ji cîhê xwe koçber dibin û pirranîya wan tên kuştin. Li alî ki şer û kuştinl, li alîyê din jî nexwaşî. Li herêma Edenê nexwaşîya kolerayê dest pê dike. Wek pirranîya leşkerên Dewleta Osmanî, 300 suwarîyên Surmelî Mehmet Paşa jî bi wê nexwaşîyê dikevin û dimirin.

Li ser trajedîya Kozanê Evdal jî destanek ji ber xwe derdixe û distirê. Destana Evdal ya bi navê „Wey Xozanê“ jî wek hemû stranên wî di nav gel da belav dibe û ew jî wek hemû stranên wî yên din hê jî tên guhdarî kirin…

Berîya çûyîna Surmelî Paşa ya ber bi Kozanê, Padîşah ji wan ra fermaneke dişîne ku tê da dibêje bila ew di Dersimê ra derbas nebin, ji ber ku kesên wir mirovên kuvî ne û ewê zirarê ji wan bibînin. Surmelî Mehmet Paşa gotina padîşah nake, di rîya çuyînê da, di nav Dersimê da derbas dibe. Zerar û zîyanê bidin alîki, bîlakîs ji kesên Dêrsimê mêvanperwerîyekî baş dibîne. Surmelî Mehmet Paşa li hember erdnîgarîya herêmê ya bedew û bê emsal şas û metal dibe. Evdal ji li ser dîmena erdnîgarîya Dersimê, strana xwe ya bi navê „Dersimê“ jiber dike…

Sedem nexwaşîya Kolerayê Surmelî Mehmet Paşa jî bi pirranîya suwarîyên xwe va nexweş dikeve û ew jî li wir dimire. Ew kesên ku sax dimînin, ew jî bi awayekî dikevin serê rê û bi zor û zehmet xwe davêjin welatê serhedê…

Tê ragihandinê ku, ew kesên ku bi Surmelî Mehmet Paşa ra çûne Kozanê ji wan tene 50 kes şûnda vegerîyane û Evdal jî ji wan kesan yek e…

Evdal di sala 1913’an da, di 113 salîya emrê xwe da, ji vê dinê koç dike û diçe ber rihma Xwedê…

Laşê Evdal dibin erdê sar da dibe xalî, kilam û stranên wî wek mîrateke bêhempa ji me ra dimîne û heta roja îro tên.

Nivîskar û Lêkolîner Ahmet Aras, bi salan li pê şopa Evdal dikeve, li herêma ku Evdal tê jîyaye, gund bi gund digere, di derbarê Evdal  da bi gelek kesan ra diaxife û gelek agahîyan berhev dike.

Ehmet Aras, ev xebata xwe ya bi salan kirîye, di pirtûka xwe ya bi navê „Evdalê Zeynikê“ da diweşîne. Ahmet Aras, di wê pirtûkê da Evdalê Zeynikê ne tene wek dengbêjeke Kurd, wî wek Şairê Kurda yê Efsanevi bi nav dike.

Nivîskarê bi nav û deng, nivîskarê esilkurd Yaşar Kemal jî rûmeteke mezin dide Evdalê Zeynikê. Yaşar Kemal jî wek Ahmet Aras, Evdal wek Homerosê Kurdan bi nav dike, heta wî wek bavê fikrîyeta xwe dibîne.

Ikram Oguz, 25.03.2017

Çavkanî:
1 – Evdalê Zeynikê, Ahmet Aras, Weşanên Deng
2 – Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê, Mehmet Uzun, Weşanên Îthaki

Quelle: http://navkurd.net/2017/03/evdale-zeynike-pire-dengbejan/

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s