Elîxanê Memê

Nivîskar û rojnamevanê Kurd û edîtorê rojnameya Zagrosê ya li Ermenistanê Elîxanê Memê, hêjayê xelata Movsês Xûrênastsî hatibû dîtin. Memê bi eslê xwe ji Farqîna Amedê ye, lê ew jî mîna bi hezaran Kurdan koçberê Ermenistanê bûne.

e

Nivîskarê hêja Elîxanê Memê dema ku du sal berê di çarçoveya xebatên ziman de tê Amed hîn dibe ku ew bi eslê xwe ji Farqîna Amedê ye û wiha behsa vê yekê dike: “Dema ez zarok bûm, bapîrê min rûdinişt û digotin “ji Xezeriyê heya vir oxir lazim e.” Di wan deman de digotin em ji gundê Xezeriyê hatine. Xezeriyê gundekî di nav çiyan de û gundekî herî kevnare ye. Niha çend mal di nav de dijîn. Ji qebîleya me re dibêjin Qezan.”

Memê diyar dike ku Qezan jî navê Çiyayê Zagrosê herî destpêke ye û wiha axivî: “Ev nav ji aliyê yewnan ve hatiye dayîn. Ev jî di pirtûka dîrokî ya Strabon e tê nivîsandin. Bawer im navê wî derbasî ser qebîleya me bûye. Kalên min ji Farqînê hatine Surmeliyê gundê Soybilaxê. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem 1918’an derbasî vî aliyê Çemê Eresê bûne. Piştre derbasî gundê xwe dibin herî dawî piştî 22’an de tên vî alî piştî Peymana Lazonê nikarin vegerin cihê xwe.”

Azadiya Ermenîstanê 
Nivîskar Memê destnîşan dike ku piştî ew çend trajediyan ew di 6’ê hezîrana 1948’an de li gundê koşê ji dayîk bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî hûn dizanin zarokê herî mezin yê herî heskiriyê malbatê ye û duyê ocaxê bi saya wî pê dikeve. Min 7 saliya xwe de dest bi dibistanê kir. piştî min di dibistana gundê xwe de 10 sal xwend di sala 1967’an dibistana gund xilas kir. Di heman salê de ji bo zanîngeha Yerevanê ya dewletiyê beşa jornalîstiyê hatim qebûlkirin. Di sala 1973’an de min zanîngeh kuta kir. Piştî kutakirina zanîngehê derbasî ser xebatê bûm. Destpêka xebata min di rojnameya “Pînoyêr Kanç” a zarokan bû. Heyanî sala 1979’an min li wê rojnameyê de xebat kir. Piştre derbasî kovara jinan “Hayastanî aşxatavoruhî” bûm. Piştî du sal min li wir xebat kir ez derbasî weşanxaneya Sovyetekan Girox (nivîskarên Sovyetê)bûm. Piştî xebata 8 salan heja azadiya Ermenîstanê dest pê kir. Min jî di nav de cihê pêşin girt. Piştî azadiya Ermenîstanê di sala 1990’î li Parlamentoya Ermenistanê bûm parlamenterê paytexta Rewanê.”

Berhemên Memê
 Memê ku di parlamentoyê de parlamenterekî çalak e, dibe endamê komîsyona mafên mirovan. Memê herî dawî di sala 2007’an de xebata edîtoriya rojnameya Zagrosê girtiye ser milê xwe heya niha bi heman karî re mijûl e.

Îsal di 13’ê nîsanê de ji bo Serokatiya Nivîskarên Kurdên Ermenistanê hatiye hilbijartin. Ligel xebata Zagrosê wê xebatê jî dimeşîne. 23’ê meha gulanê ji aliyê Serokomarê Ermenîstanê Sêrc Sargisyan ve hêjayî xelata “Movsês Xurênastsî” madalya a dewletê hat dîtin.

Nivîskarê Kurd Elîxanê Memê heya niha 8 pirtûkên helbest û destanan bi zimanê Kurdî û ermenî nivîsandiye û hatine weşandin. Pirtûkên bi navê Kênas Sov (Behra Jiyînê) di sala 1983’an de, Kar (Kevir) di sala 1987 de, Sihra Hesretê ‘Kurdî’ di sala 1989’an de, Arêvî Yêrkîr (Welatê Rojê) di sala 2004’an de, Ax û Nan di sala 2004’an de, Zagrosî Luyîsêrî (Îşikê Zagrosê) di sala 2006’an de, Nuranî di sala 2010’an de hatine weşandin.

Di nava wêjeya ermeniyan de cihê Kurdan
Nivîskarê Kurd Elîxanê Memê ku hîmê nivîskariya xwe li Ermenistanê avêtiye diyar kir ku ermenî û Kurd di nav dîrokê de bi hev re jiyane û wiha behsa di wêjeya ermeniyan de cihê Kurdan kir: “Bihevrejiyana ermenî û Kurdan dibe sedema ku di aliyê çand de hev bandor bikin û bişibin hev. Heta niha çi hatibe kirin hindik e, gelek tişt hene ku divê bên wergerandin ji bo bên kişfkirin û nas kirin. Gelek nivîskarên Ermenî hene wekî Xaçator eboviyan, Rafîn, Komîtas, Murotsan Demîrçiyan, Tumanyan, Îsahakyan û Hiraça Koçer guh dane ser çanda Kurdî bi zimanê ermenî nivîsandine.”

Berhema dawî 
Nivîskar Memê li ser berheman xwe ya dawî ‘Nûranî’ ku tê de metaforên balkêş bi cih kiriye de jî wiha axivî: “Ez tiştekî bibêjim wekî tiştekî girîng e. Ez ola êzidiyan wekî çand dibînim. Ez li ser wê yekê gelekî mijûl bûme. Min her tim xwestiye ola êzidîtiyê baş bê naskirin. Min der barê vê yekê de gelek meqale bi zimanê ermenî nivîsandine. Çima bê naskirin. Hinek dibêjin Kurd ji qerna 8’an da tên. Berê ji me Kurdan re digotin Mad, Madî, Marastan û navên cuda. Hinek dibêjîn Kurd paşê hatine yan jî cimetekî nû ye. Lê ev ne rast e. Ola êziditî û elewîtî olên Kurdan yê berê ye. Raya Kurdan di nav van olan de tê kifşê. Koka Kurdan nava êzidîtiyê zor e û heya niha jî heye. Ser wê kokê îro şaxê xwe fireh kiriye. Ji bo ku em koka xwe ji bîr nekin min navê Pirtûkê ‘Nûranî’ daniye. Girêdayî Laleşê bû. Bi vê yekê min xwest em li ser koka xwe rast şîn bibin û dara me ya jiyanê her tim şîn bibe.” 

Quelle: http://yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=10023

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s