Evdirehîm Rehmî Hekarî

erh.jpg

Helbestên wenda yên Evdirehîm Rehmî Hekarî hatin dîtin

Helbestên wenda yên nivîskarê kurd Evdirehîm Rehmî Hekarî, ku yekemîn piyesa kurdî nivîsandibû, li Qonyeya Tirkiyê di mizgeftekê de hatin dîtin. Helbestên ku beriya 93 salan hatine nivîsandin, bi navê “Gaziya Welat” di kovara helbestê de hatine çapkirin. Kovar di sala 1921ê de hatiye çapkirin û bi temamî ji helbestên Evdirehîm Rehmî Hekarî pêk tê.

Evdirehîm Rehmî Hekarî ku yekemîn piyesa (teksta şanoyê) kurdî bi navê Memê Alan nivîsandibû, piştî sirguniya xwe ya Rûsyayê vegeriyabû Stembolê û nivîsandina xwe ya bi kurdî berdewam kiribû. Evdirehîm Rehmî Hekarî ku nifşê serdema Hemzeyê Miksê ye û di dema Celadet Elî Bedirxan de li ser fikra siyaseta Îslam û kurdperweriyê helwesteke rewşenbîrane nîşan daye, di heman demê de helbestvan bû. Di fikir, bîr û baweriya Rehmî Hekarî de hertim avakirina welatekî serbixwe hebû. Nivîs û helbestên wî jî pirranî li ser niştimanperweriyê bûn. Evdirehîm Rehmî Hekarî, ku di kovara Jînê de dinivîsand, di heman demê de çalakvanekî siyasî jî bû. Li gorî hin çavkaniyan, yek ji sazûmankarê Cemiyeta Kurt Tealî bû. Hem şagirt û hem jî hevalê Seîdê Kurdî (Nursî) Bedîûl Zeman bû. Bi Şêx Seîd re têkiliya wî hebû û bi sentêzeke oldarî û kurdperwerî xebatên xwe yên siyasî dimeşand.

Helbestên Rehmî Hekarî li mizgefteke Konyayê hatin dîtin

Rehmî Hekarî yek ji wan kesan e ku wê demê bi rewşenbîrên kurd re nivîsiye û kovar derxistiye. Wî li Stembolê 4 cîldên kovarê derxistine. Kovarên hejmarên yekemîn, sêyemîn û çaremîn hatine dîtin. Lê kovara cîlda duyemîn, ku hemû ji helbestên Evdirehîm Rehmî Hekarî pêk dihat, wenda bû. Ev cîlda wenda jî êdî li mizgefteke Qonyeyê hate dîtin. Kovara ku 20 rûpel e, bi temamî ji helbestên Rehmî Hekarî pêk tê. Li ser kovara wî ya helbestan, ku ji aliyê Sedat Ulugana ve hate dîtin, bi tirkî û kurdî wiha hatiye nivîsadin: “Mecmûa. Kürtçe Mecmûaî Eşar: Îkîncî Kîtap. Gaziya Welat. “Vatan Feryadi” “Kitêba Duyem”. Esera Ji Mala Hekariyan Nefûyê Hecî Teyar Begî Abdulrehîm Rehmî. İstanbul İstikbal Matbaasi 1921”.

Evdirehîm Rehmî Hekarî kî ye?

Evdirehîm Rehmî Hekarî ji herêma Hekariyê ye. Di sala 1890î de li Elbakê hatiye dinyayê. Elbak niha li ser Wanê ye û bi tirkî jê re dibêjin Başkale. Li gorî agahiyên ku malpera Tirkan “Vatan Hainleri” nivîsandiye, Rehmî Hekarî kurê Seyîd Mehmed Pertevê Hekarî ye. Piştî ku Darûl Mûelîmîn yanî Dibistana Mamosteyan diqedîne, dev ji xwendinê bernade. Li ber destê Seyîd Tahayê Arwasî xwendina xwe ya olî dibîne û jê bawerînameya xwe distîne. Li gorî Kovara Bîrê, Evdirehîm Rehmî Hekarî piştî vê xwendinê diçe Stembolê û di Fakûlteya Îlahiyatê ya Stembolê de dixwîne. Li wir bi çalakvanên kurd re xebata kurdayetiyê dimeşîne. Ew di Şerê Cihanê yê Yekemîn de li eniya Kafkasyayê ji aliyê Rûsan ve dîl tê girtin. Evdirehîm Rehmî bi Hîdayet Xanimê re dizewice û ji vê zewacê du kur û du keçên wî çêdibin. Kurê wî yê mezin Mistefa Pertev e. Giregirê AK Partiyê yê ku di heman demê de xwediyê zincîra marketan e, Cuneyt Zapsu, kurê Mistefa Pertev e. Rehmî Hekarî di 68 saliya xwe de li Stembolê wefat dike û gora wî niha li Goristana Necatî Begê ye.

Sedat Ulugana dixwaze helbestên Gaziya Welat analîz bike

Lêkolîner Sedat Ulugana ku berhema wenda ya Evdirehîm Rehmî bi dest xist, niha li ser helbestên wî dixebite. Ulugana ji Rûdawê re diyar kir ew dixwaze helbestên wî yek bi yek analîz bike, ruh û giyanê wê demê bi awayekî zanistî û psîkolojîk vebêje. Li gorî Sedat Ulugana, Evdirehîm Rehmî Hekarî ji ola Îslamê neqetiyaye lê tI caran dev ji Kurdayetiyê jî bernedaye. Xwestiye Kurdayetî û ola Îslamê bi hev re bimeşîne. Ji ber ku rêxistinên Kurdan yên wê demê Azadî û Xoybûn tenê li ser Kurdayetiyê bûn û oldarî tê de tine bû, Rehmî Hekarî xwe di nava van rêxistinan de nedîtiye. Lewre Rehmî Hekarî ji tarîqeta Xalidiyan bû. Xalidî ew bizava îslamî ye ku Nexşebendîtî di nava Kurdan de belav kiriye û heta bajarên Tirkiyê jî biriye. Sedat Ulugana dibêje di helbestên Rehmî Hekarî de dixuye ku Împaratoriya Osmanî wê demê qediyaye, bi milyonan Kurd hebûe lê Kurdên wê demê ji xwendin, ilm û îrfanê dûr in. Ji ber vê yekê jî neteweperwerî wê demê di nava kurdan de bi pêş neketiye û Rehmî Hekarî vê yekê rexne dike. Rehmî Hekarî herî zêde ji nezanî û dûrbûna ji niştimanperweriyê bi gazinc e. Ev yek bûye sedem ku Rehmî Hekarî helbestên xwe di bin navê “Gaziya Welat” de çap bike. Di helbestên Rehmî Hekarî de, ku beriya 93 salan hatine nivîsîn, zimanekî pirr sade hatiye bikaranîn û devoka wê demê ya Hekarî niha jî bi awayekî zelal tê fêmkirin.

Helbesteke Evdirehîm Rehmî Hekarî ku ji aliyê lêkolîner Sedat Ulugana ve hatiye latînîzekirin

Lorî lorî welat lorî

Dijmin hatin ketine dorî

Wê ji te re dikolin korî

De lorî lorî bêkes lorî

Lorî dikim ji bi hêvî

Mendal piçûk boy me nekêfî

Qe nizanin mane sêvî

De lorî lorî welat lorî

Birîndar e xwe li (di) nalê

Li ber mirinê ketiye tayê

Mendal piçûk neyne halê

De lorî lorî welat lorî

Şîrî li me ‘aza neke

Singê xwe ber xwedî veke

Nifiran bike, ‘ayan meke

De lorî lorî welat lorî

Ji aliyê MAŞALLAH DEKAK

 

Quelle: http://www.rudaw.net/kurmanci/culture/02032014

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s