Qedrî Can (Jiyan û Berhem)

qedrican.jpg

Jînenîgariya Qedrî Can:

Çaxê mirov bixwaze lêkolînekê an nivîsandinekê li ser helbestvanekî an nivîskarekî çêbike, berî her tiştî, pêwîst e mirov, li nivîs û berhemên wî vegere û serpêhatiya jiyana wî nas bike, û li hin çavkanî û jêderan vegere. Wê gavê ez bawer im karê mirov wê tekûz û pir hêja be. Lê çaxê ku, tu nivîsandin li ser jiyana wî helbestvanî/nivîskarî tune bin, û berhemên wî, di kovar û rojnameyên ku di destpêka sala sîhî de derketibin û di yek pertûkê de nehatibin civandin, û tu çavkanî û jêder-pêvî çend gotarok- li ber destan tune bin, ez bawer im wê karekî ne pir hêsan be.

Yek ji van helbestvanan helbestvanê me Qedrî can e. Berhemên Qedrî canî nehatibûn komkirin û li ser jiyana wî pir têvilî hebûn. Em bawer in nivîsên nivîskar ayîna hundirê wî ye. Berhemên Qedrî can rûpelin ji jiyana wî ne. Bi taybetî ew berhem û nivîsandinên ku mîna bîranînên zarotiyê bi awayekî çîrokî hatine nivîsandin. Di baweriya me de, çavkanî û jêderê rast û dirust berhem û nivîsên wî ne.

Qedrî can, ew bixwe ji xelkê Dêrika çiyayê Mazî ya paşroyê bajarê Mêrdînê ji Bakurê Kurdistanê ye.

Piraniya nivîskar û rewşenbîrên ku li ser jiyana wî nivîsandine, û bi taybetî li ser dîroka zayîna wî, ne wek hev gotine. Herdû nivîskarên Kurd M.Uzun û Firat Cewerî dibêjin:”Di sala 1919-an de hatiye dinê”, lê mamoste Izedîn Mistefa Resûl mîna Rewşen Bedirxan dibêje: ”Di sala 1916 -an de hatiye dinê”. Diyar e, ku mamoste Izedîn Mistefa Resûl ev dîrok ji pertûka Rewşenê

(Rûpelin Ji Toreya Kurdî) wergirtiye. Rojnamevan Hesen Qeya di rojnameya (Dîmoqratî) û li ser zimanê malbata helbestvan gotiye:”Di sala 1911-an de hatiye dinê”, Nivîskar Edîb Nadir ew jî di gotara xwe de ya di kovara (Metîn) de daye belavkirin dibêje: ”…Qedrî can di sala 1911-an de hatiye dinê û di sala 1972-an de miriye”, lê nivîskar Silêman ‘Elî di gotara xwe de ya di

rojnameya (Armanc) de hatiye belavkirin dibêje:” Qedrî Can di destpêka babilîska bîstan de hatiye dinê”, bê ku dîrokê bi cî bike, lê Perofesor Qenatê Kurdo di pertûka xwe de (Tarîxa Edebiyeta Kurdî) de, qet behsa dîroka zayîna wî nake.

Piştî tevgereke dûr û dirêj, û pirsîneke hûr û kûr, me du reşbelek li ser zayîna wî peyda kirin. Ev herdû reşbelek dudiliyê di vê mijarê de nahêlin û dîroka bûyîna Qedrî Can bi zelalî bi cî dikin, û li ber çavan diyar dikin. Reşbelekek jê (Wesîqeya jinanînê), û ya din (nasnameya xwendinê) ye. Di herdû reşbelekan de, bûyîna Qedrî can sala 1911-an bi cî dike.

Ji hêlekê din ve, me gotibû çîrokên Qedrî can rûpelin ji serpêhatiyên jiyana wî ne.

Di sala 1943-an de, çîroka (Serencem), di rojnameya (Roja Nû) de hatiye nivîsîn, dibêje: ”…Serencam jî rûpelek ji wan pelan e… Berî bîst û pênc salan bû.. Bi meh û hefteyên xwe, bi şev û rojên xwe, bîst û pênc sal… Di nav hundirê mala me de, ji nişkave, hay û hoyek çêbû: birayê min Fethî, piştî …du sê rojan dimir…”. Li ser gotina Qedrî can, heger em bîst û pênc salan ji dîroka

nivîsandina çîrokê hilînin, dîroka mirina birayê wî zelal dibe, ku di sala 1918-an de miriye. Li cihekî din ji çîrokê dibêje: “Her êvarên zivistanê…, ji zarokên mîna min şeş-heft salî, tije dibûn…” Heger dîsa em ji 1918-an dîroka mirina birayê wî Fethî, heşt salan bikujin, dîroka bûyîna wî ji me re zelal dibe, ku di sala 1911-an de hatiye dinê. Bi vê gotinê Qedrî can bixwe bûyîna xwe

diyar dike û di tu reşiyê de nahêle.

Li vir gotina M.Uzun û F.Cewerî şaş derdikevin, û gotina Dr.Izedîn Mistefa Resûl û Rewşen Bedirxan jî şaş in . Ji ber ku zarokekî di temenê du salan de nikare vê bûyerê bîne bîra xwe û ne jî xwe navkoyê vê çîrokê diyar bike. Nemaze çaxê ku em dibînin Qedrî can di hejmara yekê de ji kovara HAWARê, ya ku di sala 1932-an de derdiket, gotarek daye weşandin. Di wê demê de, temenê wî bîst û yek salî bû. Heger em dîroka M. Uzun û Firat Cewerî rast bigrin, gerek temenê wî sêzde salî be çaxê di HAWARê de nivîsandiye. Ev jî ne rast e. Ji ber ku li gorî gotina hemû lêkolînvan û nivîskaran, nivîskarê herî biçûk yê di kovara HAWARê de nivîsandiye, Dr. Nûredîn Zaza ye, ne Qedrî can e. Lê li ser dîroka Izedîn Mistefa Resûl û Rewşen xanimê wê temenê wî şazde salî be dema di kovara HAWARê de nivîsîye. Ev jî ne rast e, ji ber ku di wê demê de bi Reşîdê Kurd re li Qonyayê dixwend.

Navê wî yê rast Ebdilqadir ‘Ezîz can e. Di nasnameya xwendevaniyê de hatiye; Qedrî ‘Ezîz can e. Navê diya wî ‘Eyşê ye. Ji xelkên Dêrika çiyayê Mazî ye. Di destpêka xortaniya xwe de tevlî tevgera welatparêzan dibe. Ji ber sedemên ramyarî dûrî welatê xwe dikeve. Berê xwe dide Binya Xetê. Di vî warî de, Cegerxwînê nemir di bîranînên xwe de dibêje:(.. Du xortên ciwan ji Kurdistana Turkiyê hatine Amûdê, xwendina xwe ya lîse xelaskiribûn, herdû xort Qedrî can û Reşîdê Kurd bûn”, ji hêlekê din ve hevalê wî Dr.Xalid Qotreş dibêje: ”Qedrî can ji ber sitema Turkan xwendina xwe nebir serî, di sala didiwan ji xwendina xwe (Mala Mamostan =Dar el-mû’elimîn) reviya û hate Sûriyê”. Lê di reşpeleka xwendinê de, diyare ku ew di sala çaran de bû, li bajarê Qoniyayê dixwend. Dr.Xalid Qotreş gotina xwe berdewam dike:”Di sala 1928-an de temenê wî (17)-e salî bû dema hatiye Sûriyê. Di salekê de, hînî zimanê Erebî bûye. Li bajarê Selemiyê xwendina (mala mamosteyan) yên çandiniyê dixwîne. Piştî ku xwendina xwe kuta dike, li bajarê Entakyê dibe mamoste”. Li wir zanyarê mezin Memdûh’ Selîm nas dike.

Qedrî can li bajarê Qamişlo û Amûdê mamosteyî dike. Li gorî gotina şagirtê wî Mustefa Kurê Hesen Hişyar dibije: “(Di sala 1942-an de Qedrî can li bajarê Amûdê kargîrê dibistanê bû). Li bajarê Şamê, Taxa Kurdan, û derdûra wê jî mamosteyî kiriye. Piştî demekê, li wizareta perwerdiyê mîna rêvebirê kar xebitiye. Li wir jî pir dirêj nake, li tomara giştî ya karkirên dewletê kar dike.

Demek tê re naçe tevlî Komkarên Azadîxwazan dibe, û mîna endamekî zîrek, di nav de, cih digre. Qedrî can mîna mirovekî xebatkar , ramyar û rewşenbîr tê naskirin.

Wekî me gotî, Qedrî can di hejmara pêşî ji kovara HAWARê de nivîsîye. Edîb Nadir dibêje:”Di 15-5-1932-an de, Qedrî Can, bi pêşewaziya mîrê Kurdan Celadet Bedirxan,di eniya dî de, eniya çandeyê de, nivîskarekî afirandî, stêrka wî geş bû, û têkoşerekî şervan bû.

Di sala 1936-an de Qedrî Can helbesta xwe (Reya Teze) nivîsîye.”Ev helbest (Reya Teze), helbesta pêşîn e. Ev dîrok, bûye mîna qûnaxeke nû di toreya Kurdî de, hem di nûjankirina helbesta Kurdî, ji hêla ruxsar û naverokê de, hem bûye bîhnokek di navbera herdû qûnaxan de; qûnaxa nuhbûn û ya kevneşopiyê de. Ew qûnaxa kilasîk, û qûnaxa nûxwaziya bi mînake spehî û hevdemî û resenî di yek demê de gihandiye hev, û di nav xwe de hilgirtiye.

Di sala 1944-an de piştî nasîna Qedrî Can bi ramana Markisî û Lênîniyê ve, qûnaxeke nû di ramana wî de destpêbûye. Bûye dostê ramana qomonistan. Silêman Elî dibêje :(Qedrî Can di nav rêzên partiya Qomonistên Sûriyê de kar dikir). Lê Dr. Qenatê Kurdo bi vê yekê razî nabe, dibêje:(Qedrî Can endamek ji endamên partiya Dîmoqrat ya Kurd li Sûriyê bû). Dr.Xalid Qotreş bi herdiwan

jî razî nabe û dibêje: ”Qedrî Can, ne Partî û ne jî Qûmûnîst bû. Xebatkar û welatparêzekî pêşketî bû. Mîna min endamê Komela Xoybûnê bû). Ez bawer im ku mirovekî welatparêz û pêşverû bû, mîna gelek xortên wê demê bawerî bi riya qomonîstiyê tanî. Lê bi tu partiyan xwe girênedabû.

Di sala 1957-an de, di meha Tîrmehê de, Qedrî Can bi girûpek xortên Kurd re beşdarî Mihricana Ciwanên Cîhanê yê Şeşan li Moskoyê dibe. Li wir, diçe serdana serdarê Kurdan Barzanî û helbesta xwe ya bi navê (Serdarê Kurdan Berzanî) diyarî wî dike. Di sala 1958-an de, piştî vegera Berzanî, li bajar Bexdadê careka din hevûdû dibînin. Di wê dîtinê de, nameyekê bixêrhatinê dispêre destê serdarê Kurdan, û di kovara Hêwa û Azadî de, helbesta xwe ya bi navê (Şêr Hat Welat) belav dike.

Di çaxê ku, li Moskoyê bû. Diçe li nik Prof-Qenatê Kurdo. Di vî warî de Prof-Q.Kurdo dibêje: ”Ewî ji bajarê Adêsê ji min ra birqî (têlêgram) bi kurmancî, bi van xeberan şandibû” tê de nivîsî bû” Ez Qedrî Can im, tevî xortan tê me festîvalê dixwazim te bibînim”. Qedrî Can çend helbestên xwe yên ne belavkirî, bi xêza destê xwe, diyarî Qenatê Kurdo dike. Qenatê Kurdo dibêje:

”..Deftera çend şê’rên xwe yên çapnekirî pêşkêşî min kir….Ji wan şê’ra, şê’ra wî ya bi sernavê “Ez Diçim Mosko” wextê Festivalê bi rûsî hatibû çapkirinê û li rojnama “Îzvêstiya da”. Navê wan şê’ra ev in: ”Ez Diçim Mosko, Begê Axir Zeman, Reya Teze, Gula Sor”.

Di nav salên (1959-1961)-an de, li zindana Mezê girtî bû. Seydayê Cegerxwîn dibêje:”Qedrî Can du-sê caran derbasî zindana Mezê bûye). Ji bo xebata ramyarî û toreyî çend salan li Libnan û Îraqê maye.

Qedrî Can piraniya berhem û nivîsên xwe di kovar û rojnameyên ku li Sûriyê û Libnanê derdiketin (HAWAR, Ronahî û Roja Nû), belav dikir. Çend helbest li Îraqê, di Kovara Hêwa, Gelawêj û rojnameya Azadî de jî belav kir.

Pêvî çîrok û helbestan, çend gotarên wî di kovara (Hawar, Ronahî û Roja Nû)de hene. Ji wan: ”Silêman Bedirxan, Gelo Ne Wisa Ne, Bihara Dêrikê, Şîna Xalê Min, Inqîlaba Sor, û Yaney Serkewtin”.

Qedrî Can yek ji nivîskarê pêşîn e, ku di van kovar û rojnameyan de nivîsiye. Evî nivîskarî li kêleka helbestan kurteçîrok, gotar û karê wergerandinê jî kiriye. Ji hêlekê din. Alîkarî di wergerandina romana (Şivanê Kurd) ya Erebê Şemo de, kiriye, û pêşgotina dîwana yekê ya Seydayê Cegerxwîn nivîsîye.

Ji destpêka sala şêstî ta bi sala heftêyî, tu berhemên wî, bi dest me neketin. Me ji keça wî Dr. Şêrîn Can û mala wan pirsî, lê mexabin tu destnivîs an reşbelek li nik wan tune bûn.

Qedrî Can rojên dawîn ji jiyana xwe li bajarê Şamê bûrandiye.

Di meha Tebaxa sala 1972-an de, li şarê Şamê, li taxa Kurdan li goristana Şêx Xalidê Neqşebendî hatiye veşartin.

Di sala 1939-an de jin aniye. Du kur û keçek wî ji xanima wî (Neylûfir) hene.

Zayîna zarokên wî ev in: Mizgîn 1943-an, Şêrîn 1945-an, Serwer 1948-an.

Çîrok û helbestên Qedrî can:

Piraniya naverokên nivîsên Qedrî Can li ser xwendevanên dibistanan û cîhana jiyana wan e. ji hêlekê din ve li ser gerdiş û serpêhatiyên Kurdan in. Bi awayekî jîwerî û rewan dihingive dilê xwêner. Mînakekê dide ber çavên te -yeveneke çîrokî yan helbestî bi ruxsareke pir sipehî diyar dike, tu dibêjî qey wênekêş e. Ew mînak bi kamîreya xwe girtiye, xwe bera nava kûrahiya derûnê te dide. Lê di wê kûrahiyê de pir dirêj nake, zû zû tê der, û reng û salixdanên diyardekan dirave û rê li ber rûçikên kesatiyên çîrokên xwe dûz û şayik dike, derûnên wan diyar û zû dide naskirin.

Naveroka çîrokên Qedrî Can di cîhana bîranînan û demên bûrî de digere, mîna: Bîranînên Zarotiyê, Birayên Xwînê, Xewn û Sawêr, û Berhaweyên Kurdî. Pir dûrî ramyariya rojane ya gerim diçe. Lê bîna niştimanperweriyê ji hemiyan tê. Naverokên çîrokên wî tersî naverokên helbestên wî ne. Pirniya mijarên helbestên wî bi ramyariya rojane ve têne girêdan.

Çîrokên wî ev in: (Hawar Hebe Gazî Li Dû Ye), (Gundê Nûava), (Besreka Zêrîn), (Hêva Çardeşevî), (Sond), (Guneh), (Rojên Derbasbûyî), (Sehên Zozanan), (Gulçîn), (Nêçîra Berazan), (Serencam), (Muhra Silêman), (Roviyê Xapînok).

Li gorî xwendina me ji çîrokên Qedrî Can re, diyar e, xwediyê yek şêweyî ye. Di hemû çîrokên xwe de, astayê hûnandina nivîsandinê pir nêzî hev in. Ji niha/dema niho destpê dike û xwe bera nav dema bûrî dide, çîrokê şirove dike, dîsa vedigere li ser dema niha û dawiya çîroka xwe tîne.

Li gorî hûnandina çîrokan, em dibînin du asta hene, ev jî du astayên di bahewayê çîroknivîs, dem û çîrokbêjê de, ku ew bixwe nivîskar e, çîrokê dibêje û dipesinîne. Ew hevparê çîrokê ye. Astayên çîrokbêj û bahewayê wî tev li hev dibin.

Qedrîcan û Helbest:

Alaya helbesta nuhbûn û nûjeniyê li cîhana toreyê hilda jor. Toreya miletê Kurdî bi kok û rehên wê yên resen ve girêda û ji êmîş û kaniyên welatê xwe vexwar. Mamoste Rojê Lîsko dibêje:”Em dikarin helbestvan Qedrî Can sazkarê helbesta Kurdî ya nûjen, digel Şêx Nûrî û Pîremerd û Goran bibînin”.

Helbesta Kurdî ya nû, bi şêweya nû, di navbera herdû şerên cîhanê de, bi serkêşiya Qedrî Can dest bi gulvedana xwe kiriye. Guhertinin bingehî di helbesta Kurdî de kirine. Berê helbestê ber bi cîhaneke nûtir vekiriye. Helbesta Kurdî ji kêşan û pêlewazên helbesta ‘Erebî qut kiriye. Ne tenê nûbûn di şêwe û kêşan de kiriye, belê nûbûn di ziman, raman, jiyana civakî û ramyariyê jî de

kiriye. Bi nerîneke nû li efsane û jiyana civakî dinêrî. Zimanê wî yê helbestî rewan û pir hêsan e. Gelek ji helbestên wî bûn stiran, û li ser zimanê gel dihatin gotin. Nemaze helbesta wî ya bi nav û deng (Berzanî Berzanî), (Begê Axir Zeman), (Loriya Bedirxan), ya pir bi hostayî hatiye hûnandin.

Helbestên wî yên di salên 1930-î de, hatine nivîsîn, tev kilasîk in. Mîna: (Loriya Bedirxan), (Tabûta Bi Xwîn), (Cegerxwîn), (Şîn Li Ser Giyanê M.Seyda),û….htd.

Qedrî Can helbestin li ser beg û axan jî nivîsîne. Şerê qata serdest û kedxwer kiriye. Mîna helbestên wî: (Begê Axir Zeman), (Hesenker)…

Gelek caran Qedrî Can helbestên biyanî û bîranînan jî dinivisand. Mîna: (Name Ji Xortên Cizîrê Re), (Xewna Hişyariyê), û … htd.

Bêguman hemû helbestên Qedrî Can li ser Kurdayetî û niştimanperweriyê ne.

Çend helbestên ku bi bûyer û demê ve têne girêdan nivîsîne. Mîna: (Çardehê Gelawêjê), (Name Bo Êstegehê Radyo Tehran), (Cejna Oktober), û….htd.

Hin helbestin şoreşgerî û miletperwerî jî nivisandiye. Mîna: (Gula sor), (Niştiman Birîndar e), (Karwanê Demê), (Li Zindanê Şoreşa Me), (Heyva Sor), (Dadê), (Di Şorezarekê De) û (Reya Teze) ya bi nav û deng, û…..htd.

Qedrî Can û Wergerandin:

Rewşenbîrekî mîna Qedrî Can, jîr û jêhatî, jê nedûr e, ku giringî û pêwistiya wergerandinê jî haydar bibe. Evî nivîskarî, çîroka nivîskarê Misrî (Menfelûtî) ya bi navê (Tayek Porê Sipî) wergerandiye zimanê Kurdî.

Pertûka rêbarê Rûs Grigorî Pêtrof (Di welatê zembeqê Gewir De), li ser daxwaza Dr.Ehmed Nafiz werdigerîne zimanê Kurdî, di rojnameya Roja Nû de, mîna gotaran, perçe perçe, xelek bi xelek dide belavkirin.

Qedrî Can hêvî dike ku xortên Kurdan jî mîna wan xebatkar û têkoşeran bin, nifşên nû li ser perwerdeyeke niştimanperwerî û kurdayetî xwedî bibin. Welatê xwe yê bindest ji zorkeran rizgar û riha bikin û bi azadî û serxwebûnê şa bibin.

Ev nivîser di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (24) 1.8.2015

Dilawerê ZENGÎ

 

Dêrika Çayê Mazî

Dêrika Çayê Mazî

Welatê bav û kal e

Lê sed hawar û gazî

Jê dûr ketim çand sal e

Ez li wê hatim dinê

Wê dergûşê, hejandim

Heywax hey mala minê

Dijminan, jê revandim

Perçake ji buhiştê

Pirseka Zêrîn welat

Î roj dest nagehiştê

Ax û keser ji dil hat

Bax û baxçe bê hejmar

Cî bi cî mêrg û zevî

Li her derê, avên sar

Ji kaniya tê dizî

Kulêbe bûye xopan

Dengê berê jê nayê

Temaşagaha xortan

Ji min jî sêwî mayê

Ji çîçekê rengereng

Sermeşt newala Govî

Çima î roj na kî deng

Mîna tebayê kovî

Xwezî vê carê jî min

Serê Xabê bidîta

Bila ruhistîn canê min

Hingê ji xwe r’bimêta

Dilê min jê têr ne bû

Ax! ew Asraka Berxêr

Gelo ew roj heye ko

Dîsa bibînim bi xêr

Guher hêsa ne dibû

Ji keçên hustû-b’morî

Çavê min li wê vebû

Dilê min jê ra gorî

Mancêl û Kanî-Hinar

Gorînê bîrê min in

Î roj bibe pirsiyar

Cuwahê derdê min in

Reha-Resh û lata-sor

Yek sorgul e yek e mor

Bîhn dikim ez dor bi dor

Têr na bim hetanî gor

Du textê Qîzê-Qirêl

Hemberî hev dinêrin

Li ser wan xweş qelîsêl

Gurçik û dil çêdibin

Xwedê kerem bikira

Bibama teyrekî baz

Li wan cîh li wan dera

Bigerim perwaz, perwaz

Dêrika Çayê Mazî

Welatê bav û kalan

Dîtina te dixwazî

Newzad* Ji te ra heyran

1950

Qedrî Can

Quellen:

http://buyerpress.com/kurdi/?p=4552

http://www.saradistribution.com/Qedri_Can.htm

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s