‘Dixwazim Kurdî nîşanî cîhanê bidim’

“Min xwest li gel ferhengê hizra Kurdî jî bi Elmanan bidim gihandin. Ev ferheng li ber Duden û çavkaniyên din yên Elmanî hat amadekirin. 1900 rûpel, 111 hezar gotin in, 35 hezar biwêjên Elmanî û gotinên pêşiyan yên Elmanî jî tê de hatine cîbicîkirin.“

ffo.jpg

Feryad Fazil Omer mamosteyê ziman, wêje û mêjûya Kurdî li zanîngeha Azad a Berlînê ye. Herwisa Serokê Înstîtûta Xwendina Kurdî ye. Heta niha 32 pirtûkên lêkolînî û zanistî bi zimanê Kurdî, Elmanî û Erebî ku piraniya wan jî bi ziman û perdewerdeyê ve elaqedar in, nivîsandine. Niha jî pirtûka fêrkirinê ya bi Tirkî û Soranî li ber çapê ye. Farisî, Erebî, Tirkî-Osmanî, Azerî, Turkmanî bi qasî têra lêkolînên zanistî bike bi Ermenîkî jî dizane. Herwisa bi piraniya zimanên li Rojhelata Navîn heyî dizane. Xwe wek zanyarê zimanên îranî pênase dike ku ew jî ji sê beşan pêk tê; beşa kevin, beşa naverast û beşa nû.

Berhema dawî ya mamoste Feryad ferhenga Soranî- Elmanî ye. Beriya du mehan berhema xwe bi raya giştî da nasîn. Em jî li ser ferhengên Kurmancî-Elmanî, Soranî -Elmanî û pê ve girêdayî babetên ferheng, ziman, zarava û hwd bi Feryad Fazil Omer re axivîn.  

Em dixwazin bi ferhenga Soranî-Elmanî dest pê bikin, lê berê jî te ferhanga Kurmancî-Elmanî amade û belav kiribû. Ferheng çi ye, çima pêwist e?

Ferheng karekî zanistî ye. Bi zimanê îlmî dibêjin; leksîkolojî. Divê mirov zanista leksîkolojiyê bizane. Yên karên leksîkolojiyê nizanin, bi rastî karên wan ne karekî zanistî ye. Karê komkirina gotinên Kurdî ye. Lê komkirin bi tenê jî ne karê ferhengê ye. Wek mînak; hozanê me Hejar Mukriyanî ferhengek çêkiriye. Kurdî- Farisî ye, navê: Hembaneborîne lêkiriye. Ew nav gelek çak e, nabêje min ferheng nivîsiye. Dibêje; min li her cihê ku zarav û peyvên Kurdî bihîstiye, xistiye nav hembaneya xwe. 

Baş e te beriya 24 salan ferhenga Kurmancî amade kir, ew çawa bi ser ket?

Dildariya min a li gel Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran wisa bû ku eger Ehmedê Xanî nebûya min nedikarî ferhenga Kurmancî-Elmanî amade bikim. Xoşevîstiya min a ji bo Ehmedê Xanî rê nîşanê min da ku ez ferhenga Kurmancî-Elmanî amade bikim. Min sala 1982’an li zanîngeha Azad a Berlînê dest bi karê xwe yê zanistî kir. Wisa jî Soranî yan Kurmancî û min biryar da herduyan jî çêkim. Dersên Kurmancî û Soranî. Herdu jî him bi tîpên Latînî û bi tîpên Erebî amade kirin. Kurmancî ji bo me girîng e, lê Soranî jî zor girîng e. Mêjûya nivîsîna bi zaravayê Soranî wek 200 sal tê qebûlkirin. Lê ez dibêjim ji wê jî kevintir e. Eger rojekê deriyê arşîvên Osmanî vekin dê gelek tiştên balkêş derkevin ku bibin sedemê ji nû ve nivîsîna dîroka Kurd. Heta niha tiştên derketine gelek kêm in, gelekan bi dijminî behsa me kiriye. 

Li derveyê welêt, ji çavkaniyan dûr xebateke wiha çawa bi ser ket?

Min du rêgeh girtin. Yek: Heta sala 1988’an çi edebiyatên klasîk me hebûne min tev de berhev kirin û lêkolîn kirin. Min ew gotin ji nivîskarên Kurd girtin û li Elmanî tercûme kirin. Du: geştên min yên li çar parçeyên Kurdistanê û li gelek deverên lê Kurdî tê axaftin. Neçûm aliyê Sovyetîstanê lê xebatên wan li ber destê min in. Çavkaniya min edebiyata Kurdî ye, ne tiştekî din e. Niha ez Kurmancî- Elmanî çapa nû amade dikim dê 25 hezar peyvên nû lê bêne zêdekirin ew jî dibe 60 hezar peyvên Kurdî.. 

Niha jî Soranî-Elmanî gihişt ber destê kurdîhezan. Min karekî wisa kir ku ne tenê ferheng hizra Kurdî bi Elmanan bidim gihandin. Ev ferheng li ber Duden û çavkaniyên din yên Elmanî hat amadekirin. 1900 rûpel, 111 hezar gotin in, 35 hezar biwêjên Elmanî, gotinên pêşiyên Elman jî tê de hatine cîbicîkirin. 

Metoda te ya kar çawa ye, çend kes alîkariya te dikin?

Ez bi tenê dikim, mixabin kesekî din nîne. Xwendekarên min hene Elman in, ew dikarin bi tenê nivîsîna Elmanî bikin. Reng e, hind kes bibêjin ev karekî giran e, lê bi rastî jî ez bi tenê me û karê min jî ne tenê ferheng e. Ez sîstematîk kar dikim. Dîwan, helbest, edebiyat bi gelek karan re mijûl im. Ehmedê Xanî û Goran tercûme dikim ji bo Elmanî. Karê ferhengê dûrûdirêj e ez dikarim bibêjim min di ya Kurmancî Elmanî de 6-7 salan kar kir. 2005 Soranî-Elmanî û 2016 jî Elmanî- Soranî hat belavkirin. Di jiyana min de di sih salan de sê ferhengên mezin çap bûne. Niha jî ferhenga Kurdiya Başûr ku ez dibêjim Hewramî, Goranî û Zazakî ye li ber çapê ye dê bi Elmanî belav bibe. Piştre jî ferhenga mezin dê wek Kurdî-Kurdî amade be ku di nav de zaravayên her çar parçeyan cih bigirin. Belkî salek belkî deh salan dewam bike. Eger Kurd alîkarî bikin dê zû biqede. 

Yên dibêjin gencîneya peyvên Kurdî 80 hezar in îdiaya xwe dispêrine çi?

Ne zanistî ye. Ez dikarim bêjim ku heta min di ferhengên Elmanî-Kurdî, Kurdî Elmanî de zêdeyî 200 hezar peyv bikaranîne. Belkî 250 hezar jî hebin. Hind peyvên Elmanî hene ku dikarim bêjim 50 peyvên Kurdî yên hevmaneyên wan hene, min tev de nivîsandine. Wek mînak ‘tapfer’(gernas) a Elmanî di Kurdî de herî kêm 50 hevwateyên wê hene. 

Dîroka ferhengnivîsîna Kurdî çawa dest pê dike?

Destpêkê ferheng xwegihandina zarokên neteweyî ye, ez boşayiyeke gelekî mezin di jiyana Kurdan de dibînim ku Kurd zor kêm qîmet bi karê ferhengê didin. Tradîsyoneke me ya ferhengê nîne. Yekem karê ferhengê Xanî çêkiriye. Wî baş dizanîbû ku bêyî ferheng di medreseyan de zarokên Kurd fêrî Erebî nabin. Şêx Maarufê Nodê karekî baş a Soranî-Erebî kiriye. Nûbihar û Ehmedî Xanî wek destpêkê ne. A. Jaba yê Rusî di sala 1876’an de xebateke Kurdî-Fransî li Ewrûpa çêkiriye. Elmanya dawiya sedsala 19’an de qîmet pirr daye bi zimanê Kurdî. Geştvanên wan çûne û destnivîsên Kurdî anîne, Prof. Just sala 1882’an pirtûka gramatîka Kurdî belav kiriye. Ji bo zimanê Kurdî û mêjûya Kurdî xebateke pirr mezin e. Just dibêje; zimanê Kurdî zimanê îranî yê taze û serbixwe ye. Ew dibêje; Xwîşka Farisî ye, lê ne Farisî ye. Yusif Ziyaeddîn Paşa jî paşê dihê. Tewfîq Wehbî navekî zor girîng e, sala 1966’an nivîsiye. Karekî zanistî yê herî gewre ye. Kurdî-înglîzî ye, lê ne Kurd ne Ewrûpî îstifade jê nekirine. Şêx Mihemedê Xal jî sala 60-61’ê Kurdî-Kurdî nivîsiye. Ne leksîkolog e, gotin kom kirine, şerh kirine û belav kiriye. Wekî din jî gelek hene. Lê ferheng û komkirina peyvan ji hev cuda ne.

Li ser pirsgirêkên zimanê Kurdî nêrîna te çi ye? Wiha pirr-şêwezarîbûn û hind zarava jî bi qasî zimanê serbixwe bi pêş ketine?

Fîlologên Ewrûpî dibêjin pirr zehmet e mirov ziman û diyalektan ji hev veqetîne û rast e jî. Fonolojî, morfolojî, sentaks û leksîkolojî çar stûnên zanistî ne. Eger bixwazî bidî berhev divê tu her çar stûnan wek bingeh bigirî. Ji aliyê fonolojiyê ve eger em zaravayên Soranî, Kurmancî bidin berhev ez bi xwe hîç cudahiyekê di navbera wan de nabinînim. Tu yê niha bêjî –eyn- di Kurmancî de nîne di Soranî de heye, -hê- jî li Soranî nîne. Ez dibêjim herdu jî hene. Bes Kurmancên me nanivîsin. Tîpa wan ji bo –eyn- nîne. Dijminên me dibêjin fonolojiya herduyan cuda ye, ez dibêjim cudahî tenê di nivîsandinê de ye. 

Dibêjin ew deng ji Erebî hatine?

Na. Ne rast e. Hind gotin Erebî ne, erebe Erebî ye, hemal Erebî ye. Lê ew deng beriya ew peyv bên nav Kurdî di zimanê me de hebûn. 

Nexwe alfebeya îroyîn têra me nake?

Nake. Min alfabeya Bedirxan wergirtiye lê yên ku wî nenivîsanidine min lê zêde kirine û nivîsîne. Ev babet fireh e.

Hinek jî dibêjin Latînî ne li gorî Kurdî ye ya Aramî baştir e. 

Sala 1986’an me li Elmanya Akademiya Zanistî Kurdî ya yekê ava kir. Ez endamê damezrîner bûm. Min got, di alfabeya Celadet de şaşî hene. Divê em çavdêriya tevahiya zaravayên Kurdî bikin, wisa jî divê alfebeya Bedirxan bi rêyeke ilmî bê guhertin. Biraderên Kurdên Bakur gotin; mamoste Feryad gênc e, dixwaze xwe îsbat bike, me heta niha deh kitêb bi latînî çap nekirine, ew dixwaze alfabeyeke nû ji me re çêke. 

Daxwaza te jî alfabeyeke nû bû?

Na. Bi bîr û baweriya min şaşiyên ilmî di alfabeya Bedirxan de hene. Divê em şaşiya Bedirxan çareser bikin. Eger min bizaniya ku dê rojekê bê ezê 220 hezar gotinên Kurdî bi tevahiya zaravayan binivîsim, min ê elîfbeya xwe dirist bikira. Min dîwana xwe sala 1988´an bi navê Roşnayî Li Dengewe de bi wê metodê çap kir. Lê ez jî neçar mam car din li Bedirxan vegerim. 

Gelo pirsgirêk vedigere ser babeta ku îdia dikin dibêjin Latînî ne li gorî Kurdî ye?

Berî 1400 salan îslam nivîsên Erebî anîne cem me. Heta 1933´yê ev alfabe hatiye bi kar anîn. Bedirxan Latînî çêkir. Ew yên Erebî saman û çand û şanaziya me ye. Em nikarin mîna Tirkan bibêjin; ew kevin in, em wan qebûl nakin. Têgihiştineke şaş a din jî ev e ku dibêjin; Kurdan Latînî piştî Tirkî peyda kir. Ne wisa ye. Di salên 1917 û 1920’an de Înglîz hatin Iraqê û bi Şêx Mehmûd re têkilî danîn. Zanayên Înglîz bi rewşenbîrên Kurd re rûniştin, gotin; zimanê we Îndo-Ewrûpî ye û tîpên Latînî ji bo we baştir in. Kitêb jî belav kirin. Kitêb î yekem î Xwendinî Kurdî. Xwestin Kurdan fêrî nivîsîna Latînî bikin. Kurdên Misilman li dij derketin. Ew kirinên wan li cem Fars û Efxanan jî hene, wan jî qebûl nekir. Tirkan di 1928’an de Latînî qebûl kir, piştre Kurên Bedirxanî li Suriyeyê çêkirin.Divê em ji bîr nekin sala 1934’an de Tewfîq Wehbî kitêbeke çawaniya nivîsa bi Latinî belav kir. Xwest Soranî bi Latînî bê nivîsandin. Ew kar jî bi ser neket…

Em careke din vegerin ser babeta alfabetê, kîjan guncawtir e ji bo Kurdî?

Li Bakur kêm rewşenbîr hene ku karibin bi tîpên Erebî bixwînin û binivîsin. Yên Soranî jî pirr kêm dikarin bi Latînî binivîsin. Li gorî min divê Kurd herdu tîpan jî fêr bibin. Piştî deh salan em dikarin bi hev re rûnin û pirsyar bikin ka Kurdî bi kîjan tîpan bê nivîsandin.

Piraniya Kurdên cîhanê bi Kurmancî diaxivin. Lê li Başûr Soranî zimanê fermî ye?

Pirsên gelek girîng in, lê di çarçoveya hevpeyvînekê de mirov nikare zelal bike. Nivîsînên me yên kevin di sedsala dehan de bi Baba Tahirê Hemedanî destpê kiriye. Paşê Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran di sedsala 14’an de ne, piştre Ehmedê Xanî di sedsala 17’an de tê. Heta sedsalên 19’an de Kurmancî pir kêm e, dîwan û edeb pir nizm dibe. Navdarên wek Xanî û Cizîrî nînin. Lê li cem mîrnîşînên Baban, li Silêmaniyê sê şaîrên mezin ên Kurd peyda dibin. Bi dîyalektên mîrê xwe dinivîsin. Edebek pirr mezin derdikeve. Wekî edebî Erebî, Farisî û Osmanî ne. Salim, Kurdî û Nalî sê navên pirr mezin in. Şêx Rizayê Telebanî li Kerkûk, Edeb li Îranê nivîsiye. Ji sedsalên 14 û heta 19’an edeba Hewramî pir girîng e, piştre ew jî radiweste. Piştî dirustbûna hikûmeta Şêx Mehmûd li Silêmaniyê hatina Îngîlîzan a Iraqê û wisa jî Kurdan xwest bi Kurdî bixwînin. Hikûmeta Iraqê biryar da ku li cihên piraniya wan Kurd heta pola 6’an bi Kurdî bixwînin, piştre jî bi Erebî dewam bikin. Ew serdemeke mezin e, hindek şaîrên mezin ên Kurd yên wek Nurî Şêx Saleh, Pîremêrd, Ebdullah Goran, Zêwan, Hemdî peyda bûn. Wan edebiyata Kurdî paqij kir, ziman û edebiyateke nû nivîsandin. Li Tirkiyeyê çi peyda bû? Atatûrk û hikûmeta faşîst a Tirk peyda bû. Kurdî qedexe kirin. Min gelek dayîkên bakurî dîtin, digotin, zarok heta li cem me bûn Kurd bûn. Piştî çûn eskeriyê û dibistanan Kurmancî ji bîr kirin. Eger dayîk û edebiyata klasîk a Kurmancî nebûna niha tiştek ji Kurmancî nemabû. Li Başûr dibistan, xwendingeh, kovar û rojname bê hejmar hebûn û hatine belavkirin.   

Derbarê niqaşa zimanê standart de nêrînên cenabê te çi ne?

Du zaravayên me aktîf in. Rast e, niha li Başûr hikûmet heye û bi Kurdî tê nivîsandin. Lê paşeroj dê çawa be, yek be yan du be? Ez hez dikim zimanekî standart hebe. Lê ez nikarim biryarê bidim, bibêjim bila ev zarava derkeve pêş. Ya rastî divê li xwendingehê zimanekî standart hebe. Du ziman dibe du milet, du ziman dibe du netewe. 

Her yek ji wan bi qasî zimanên serbixwe bi pêş ketine?

Ez jî ditirsim dijminên me rojekê bibêjin du zimanên Kurdan hene, heta niha gelek tişt gotine lê nekarîne vêna bibêjin. Li gel zaravayên din du zarava sereke ne, zindî ne. Dîyalektê Soranî gelek bi pêş ketiye. Perwerde pê hatiye dayîn. Fîzîk, matematîk. kîmya, edeb û wd. Aliyê Kurmancî jî ev xebat hene lê mixabin pir lawaz in. Ya baş ji hevdu sûdê wergirin. Ev jî rastiyek e. Li gorî min divê beriya vê pirsgirêkê Kurd li Bakur bibin xwedî maf. Dinya bê wijdan û kor e. Zarokên Kurdan li Amedê ser jê dikin ka Elmanya hîç behsa wan dike? Dewletên Ewrûpî û NATO alîkariya Tirkan dikin, eger ne ji alîkariya wan be, ew nikarin weha bi hêsanî Kurdistanê bidin ber agirî. 

Dîroka ferhengnivîsîna Kurdî 

Destpêkê ferheng xwegihandina zarokên neteweyî ye, ez boşayiyeke gelekî mezin di jiyana Kurdan de dibînim ku Kurd zor kêm qîmet bi karê ferhengê didin. Tradîsyoneke me ya ferhengê nîne. Yekem karê ferhengê Xanî çêkiriye. Wî baş dizanîbû ku bêyî ferheng di medreseyan de zarokên Kurd fêrî Erebî nabin. Şêx Maarufê Nodê karekî baş a Soranî-Erebî kiriye. Nûbihar û Ehmedî Xanî wek destpêkê ne. A. Jaba yê Rusî di sala 1876’an de xebateke Kurdî-Fransî li Ewrûpa çêkiriye. Elmanya dawiya sedsala 19’an de qîmet pirr daye bi zimanê Kurdî. Geştvanên wan çûne û destnivîsên Kurdî anîne, Prof. Just sala 1882’an pirtûka gramatîka Kurdî belav kiriye. Ji bo zimanê Kurdî û mêjûya Kurdî xebateke pirr mezin e. Just dibêje; zimanê Kurdî zimanê îranî yê taze û serbixwe ye. Ew dibêje; Xwîşka Farisî ye, lê ne Farisî ye. Yusif Ziyaeddîn Paşa jî paşê dihê. Tewfîq Wehbî navekî zor girîng e, sala 1966’an nivîsiye. Karekî zanistî yê herî gewre ye. Kurdî-înglîzî ye, lê ne Kurd ne Ewrûpî îstifade jê nekirine. Şêx Mihemedê Xal jî sala 60-61’ê Kurdî-Kurdî nivîsiye. Ne leksîkolog e, gotin kom kirine, şerh kirine û belav kiriye. Wekî din jî gelek hene. Lê ferheng û komkirina peyvan ji hev cuda ne.

YEKO ARDIL/BERLIN, Yeni Özgür Politika, 02.07.16

Quelle: http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=57122

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s