Pirtûk Wêje

nw

Pirtûk Wêje

Hewldaneke wêjeyê ku bibe pira di nîvê wêjevan, wêjenas û wêjeheza. Helbet erkeke bi nirx û hêja ye.

Beriya meriv rexna xwe bike divê meriv şert û mercê demê û pê re jî rewşa aborî, civakî û siyasî bibîne. Em dizanin dem yekî dibe yekî tîne. Pêşiyê me gotine: bav nanekî dixwe kur nanekî! Lewma jî em ji bermayî û mîratxurê serborî û dîroka xwe ne. Wêje jî pirake ji do, îro û sibê re. Lê her civak bi zimanê xwe dunya xwe û xewnê xwe dixemilîne. Çawa fêkî û nebatê her axê bêhneke ya cêwaz heye, her zimanek jî çêj û babeteke cûda heye. Ji bo pêşketin û mayîna zimanekî rewşa aborî û siyasî, yek ji hîmê grînge. Ji bo netewe û zimanekî ji hemû mafê xwe yê rewa  bêpar ev dikeve asta bin sifirê. Li dunyayê bi giştî rewşa nivîsa dîgîtal û ne dîgîtal  roj bi roj xwe vediguhere. Lewma jî rojnameyên li ser kaxezê li derfet û rêyên din yê mayînê digerin.

Salvegere Pirtûk Wêje yê ye, bi hêviya gelek salên din yê serkeftî û destxeşiya ew kesên keda xwe didinê dikim.

Çend rexnê min hene

– Nav bi kurdî ye, lê naverok bi tirkî ye. Nebe qet divê pirraniya wê bi zaravayên kurdî ba.

– pirs bi giştî weke hev in. Ango di çarçovakê de guftûgo dibe. Wêje çarçova nasnake. Ger nasbikira dê ne wêje ba.

– pirskir di derheqê hevpeyvînvan de ne xwedî têr agahdariye. Divê nivîskar û nivîs bibe mijar.

Bi hêviya hêvî bibin rastî, rastî jî nemînin şût û tazî..

Newaf Mîro,  18.05.17

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s