Perde li ser peykerê Pîremêrd de hate rakirin

Li Silêmaniyê bi merasîmekî gelek nivîskar, rewşenbîr, rojnameger  û hunermendên Silêmaniyê beşdarbûyî  perde li ser peykerê helbestvanê Kurd Pîremêrd hate rakirin.

piremerd.jpg

DANA OMER / SILÊMANÎ

Li Silêmaniyê bi merasîmekî gelek nivîskar, rewşenbîr, rojnameger  û hunermendên Silêmaniyê beşdarbûyîn perde li ser peykerê helbestvanê Kurd Pîremêrd ya li ber avahiya Şaxê Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Silêmaniyê hatî çêkirin, hate rakirin.  Peyker ji aliyê peykersaz Çêner Nizar ve hatiye çêkirin.

Di merasîmê de Rêveberê Navenda Hunerî û Rewşenbîrî ya Silêmaniyê Babekir Direyî axivî û wiha got; „Pêwîste em weke gelê Kurd, bi nivîskar, helbestvan û hunermendên xwe şanazbîn.  Li hemû cîhanê wêne û peykerên kesayetên bi nav û deng tên danîn.“

Babekir Direyî axaftina xwe wiha domand; „Emê bi derfetên di destê xwe de ne xizmetên xwe yên çandî berdewam bikin. Ji bo vê yekê ji pêwîste em spasiya kesên dilsoz yên weke kak Çêner bikin, ku bi rengekî dilsoz van xizmetan dike.“

Pîremêrd di sala 1867’an de li  Silêmanî  ji dayik bûye. Pîremêrd  helbestvan, rojnameger  û rexnegirekî kurd bû.

Navê wî yê rast  Tewfîq Mehmûd e. Perwerdehiya olî dîtiye. Li Stenbolê fakulteya dadê xelas kir. Di sala 1907’an de li Stenbolê di damezrandina Komeleya Kurdistan de cih girt. Di sala 1909’an de li Colemêrgê, 1918 li Amasyayê bû qeymaqam. 1923 dîsa vegerand Silemaniyê.

Di nav salên 1926 û 1950’an de  de rêveberê  rojnameyên „Jiyanewe“ û „Jin“ bû. Pîremêrd wekî pêşevanê helbestvaniya kurdî ya nûjen jî tê dîtin.

Pîremêrd di sala 1950’an de koça dawî kir û li ser wesiyeta wî li Girê Seywan ê Silêmaniyê hate veşartin.

Quelle: http://rojnews.biz/ku/haber/11683/perde-li-ser-peyker-premrd-de-hate-rakirin.html

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s