Nûreddîn Zaza: Keskesor

nz.JPG

Nûreddîn Zaza di Hawarê de (no: 30,1941, r.4-5) bi navê KESKESOR çîrokek nivîsiye. Di çîroka xwe de behsa dewra Şêx Seîd Efendî dike û qala dibistana xwe dike, paşê ku Kurd bi ser dikevin û ala Tirka ji stûnê dadixînin û ala Kurdan hildidin jor,ew jî li gel bavê xwe li ber deriyê serayê ye…
kerem bikin kurteçîrokê bixwînin: 

KESKESOR

Di sala 1925’an de bû. Wê salê, ez hîn nû diçûm dibistanê,
lê dibistana tirkan.
Di meha Sibatê, Sibata dînoka welatê jorîn de, di gelek
cihan de, berf wek dêliya bûkekê ji rûyê erdê hildihat
û geşiya hêşinahiyê û kulîlkên biharê bi tevî tazehiya
wan pêş me dikir. Goya zivistan jî bi hatina tiştekî
hêja hesiya bû û zû xwe da bû paş û şûna sermê, berf û
bagerê da bû şîrgermiya tava biharê.
Di van rojan de bû ko li bajêr tevliheviyek hebû: Di
malan de mezin ji ker ve diştexilîn û bi kêf û bi ken
bûn. Jin bi tirs û telaş bûn û bi zarokan re pir mijûl ne
dibûn. Esker bi zor diketin xaniyên Kurdan û mitralyoz
datanîn serê banan.
Li dibistanê, şagirtên mezin digihan hev û pir tişt digotin:
“Şer… kurd… tirk… standin…” Me piçûk, me
dida pey wan û bêî ko bîr bînin bi van nûçeyan kêfxweş dibûn. Lehîstik û ders bê rexbet bû bûn. Pirsên:
“Şer… top… kuştin… hatin” em serxweş dikirin.
Mamosteyên ko gişt tirk bûn bê zar xuya dikirin; di
dersxanê de gêj dibûn û bê hemd dipeyivîn. Êdî stranên
tirkî ne dihatin gotin û ala tirkan ne dihate çikandin
ser dibistanê.
Tirs û tevger roj bi roj meztir dibû: Memûr xwe tavêtin
mala mezinên kurd û bext ji wan dixwestin.
Esker top û mitralyozên xwe berdidan û direviyan.
Mezinên bajêr yên ko berê berberî bi hev re dikirin li
hev dihatin û çek didan mirovên xwe.
Dibistan hati bûn girtin û mamostan xwe veşarti
bûn. Zaroyên deh, panzdesalî xencer û şeşderb hildigirtin.
Pirsa “tên” ji her devî derdiket; her kes bê sebir
bû:

Rojekê: “Hatin… nêzîk bûn… kurd hatin…” digotin.
Xort û mêr bi çekên xwe ve, bi dehol û zirne hin siwar,
hin peya bi hezaran û bi dengên her bijî kurd…
Her bijî Kurdistan… Her bijî serbestî…, ji bajêr derketin
û çûn pêşiya leşkerên kurd yê ko li her derê dida
pey t… û ji dûr ve tirs dixistin dilê wan. Jin û zaro derketi
bûn ser banan; hinan stranên şer digot, hinan govend
digirt. Zaroyan debançe berdidan û hesp dibezandin.
Her kes ji kêfxweşiyê mest û geş bû bû.
Behsa rojeke nû û jîneke geş dikirin. Piştî demekê siwar
bi kum û destmal, bi şal û şapik wek birûskan ketin bajêr û rast çûn seraya hikûmeta t…
Li serayê tiştekî rengîn xuya kir. Wê rojê hinek baran
hati bû; di pişt re bi derketina rojê keskesor bi ezmanan
keti bûn. Me got qey yek ji wan danî bû serayê.
Xelk li dora serayê kom dibûn. Em zaro jî çûn. Ew
tiştê rengîn di ser serê me de sekinî bû. Lê ew ne keskesora
ezmên bû. Ez bê sebir bûm… li bavê xwe geriyam.
Leşker rêz girti bûn, stranek digotin, çavên wan ên tûj
têrken bûn. Min ew li ser hespê dît, ez çûm cem; wî ez
danîm ber xwe. Min jê pirsî:
– Bavo ev çi keskesor e li ser serayê?
– Ev ala me ye; kurê min! Ev şan û şerefa miletê kurd
e!
– Berê yeke sor hebû, ew çi bû bavo?
– Ew ya neyaran bû. Neyar bi zor keti bûn welatê me.
Em kurd îro wan ji erdê xwe derdixînin û dibin xwediyê
wî. Ha ji te re aleke piçûk! Wê deyne ser dilê xwe!
Hejî wê bike û ji bo serfiraziya wê bixebite!
Ez bi gotinên bavê xwe bû bûm sermest. Dilê min hildavêt.
Bavê min ez maç kirim û ez danîm erdê.
***
Heya ko ew keskesor li sera û kelata bajêr pêl dida
dinê bi me re tim Bihar bû, bihuşteke rastîn. Lê Bihara
me zû wergeriya. Paîzeke reş û bihuşta me bû dojeheke dijwar.

Piştî çend mehan rewşa bajêr guhêrî. Tirseke mezin
ket şûna geşî û rehetiyê. Ji bêbextiya kurdan û ji ber ko
hinekên wan ji nezaniyê arîkariya dijmin kiri bûn,
kurd dişikestin. Mirovên xwenda behsa bêbextî û bêrûmetiya
hin kurdan dikirin. Ev hal pir dom ne kir!
Rojekê dijminan dora bajêr girt û bi topan li me xist û
gotin teslîm bin. Lê herçend, mêrên çekhilgir ne ma bin
jî; jin, zaro, pîr û nexweş ketin pêşiya dijmin. Hîn xweş
tête bîra min: wê rojê şerekî no û xwîndar çêbû. Kurdan
arîkariya dijmin dikir. Gelek ne ajot dijmin weke
gurên birçî ketin bajêr… Hin di cî de kuştin, zaro û jinên
avis dan ber sûngiyan, kal bi dar ve kirin. Hinên
din jî xwe bi zar û zêçên xwe ye avêtin cihên nenas û
nependî.

Ala rengîn, şan û rûmeta me, çirandin, avêtin ber lingên
xwe, pê lê kirin û li şûna wê ya xwe, ya xwînxwaran
danîn. Ziman û stranên kurdî bend kirin û tirseke
dijwar xistin dilê xelkê.

Ev şanzdeh sal in ko ev hal di Kurdistanê de hikimferma
ye. Û dîsa şanzdeh sal in ko ala rengîn di dilê
min û di dilê hezar xortên kurd de pêl dide.
Ji bo anînciha wesiyeta bav û kalan, vekirina tolawan û daçikandina ala xwe ser kelat û çiyayên Kurdistanê
em kurd li benda Bihara xwe ne; li benda baraneke bi keskesor…

Hawar, hej. 30, Tîrmeh 1941

NÛREDDÎN ZAZA

Quelle: http://rupelakeskesor.tumblr.com/post/57192370885/n%C3%BBredd%C3%AEn-zaza-di-hawar%C3%AA-de-no-301941-r4-5-bi

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s