Nivîskarê kurd Yanliç li Amedê hat binçavkirin

hy.jpg

Endamê PENa Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd nivîskar Hasîp Yanliç di serdegirtina malê de hat binçavkirin.

Hat hînbûn ku di lêgerîna malê de pirtûka Hasan Cemal a bi navê „Delîla“ jî di nav de 5 pirtûk hatine desteserkirin. 

Endamê PENa Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd ku bi KHKê hat girtin, nivîskar Hasîp Yanliç hat binçavkirin.

Yanliç roja sêşemê di serdegirtina mala xwe ya li Taxa Bagcilarê ya navçeya Rezanê ya Amedê de hat binçavkirin.

Hat zanîn ku Yanliç li Şaxa TEM’ê ya Muduriyeta Polîsan a Amedê tê girtin.

PARÊZER DEVRAN MATYAR: PIRTÛKA HASAN CEMAL Û TÎŞORTÊ WÊNEYÊ OCALAN HATINE DESTESERKIRIN

Parêzer Devran Matyar, der barê rewşa muwekilê xwe de agahî dan û diyar kir ku ji ber ku biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê, heya niha wan nikariye xwe bigihînin dosyeyê.

Matyar got ku Yanliç di bin banê KCDê de perwerdehiya kurdî dida û bi îdiaya „Endamtiya rêxistinê“ hatiye binçavkirin.

Matyar got, dema binçavkirina Yanliç heta sêşema bê hatiye dirêjkirin.

Parêzer Matyar anî ziman ku bêyî delîlan Yanliç di bin çavan de tê girtin û wiha axivî: „Di lêgerîna malê de pirtûka Hasan Cemal a bi navê „Delîla“ jî di nav de 5 pirtûk hatine desteserkirin. Her wiha tîşortê ku li ser wêneyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan heye û diyarî wî hatiye kirin jî hatiye desteserkirin.“

Quelle: https://krd.sputniknews.com/tirkiye/201707066331242-Nivskare-kurd-Yanlic-hat-bincavkirin/

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s