Firat Cewerî: “Ez bi nivîsê êşa dilê xwe dikewînim”

fc.jpg

– Çima em dixwînin?

Firat Cewerî: Yek ji tiştên bingehîn ku mirovan ji heywanan vediqetîne ziman e. Medeniyet bi zimên hatiye pê. Paşê mirovan hewcedariya nivîsê dîtine û heta hatiye roja me gelek rê ceribandine. Li ser ferşan nivîsandine, derbasî papîrusan bûne, kitêb dîtine. Hemû jî ji bo mirov ji hev têbigihên û tecrubeyên xwe bi hev re par ve bikin. Xwendin asoya me ya fikrê firehtir dike. Xwendin dike ku em bi çavekî din li dinyayê û li der û dora xwe binêrin. Em bi riya xwendinê ditirsin, ditirsînin, dibînin, dikenin, dikenînin, hêrs dibin, hez dikin, nefret dikin, derdikevin rêwîtiyên bêdawî, li dinyayê digerin, bajar û welatên dinyayê tînin û dixin nav lepên me. Em bi riya xwendinê dikarin bi rehetî di cîhana modern de bilivin. Ên ku xwe ji xwendinê bêpar dikin, dûrî medeniyetê dikevin û nikarin bi dema xwe re gavan biavêjin. Heta Xwedê bi Xwedatiya xwe gotiye; bixwînin. Heke xwendin carina rê li ber mirov şaş bike jî dîsa xwendin e ya ku mirov dixe ser riya rast.

Firat Cewerî, 01.08.2017

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s