Çîrok: Mehmet Söğüt / BEYBÛNA BI SÊHR

Di navbera me de pevçûn çêbû. ‘’Te çima nan ne anî?’’pirsî û daberizî min. Bi kulman û mistan li min da. Min destên wê girt. Destên wê ji nav lepên min filitî, sêvek avête min û sêv li diwêr ket. Cihê ku sev lêketî, şopeke di rengê qehweyî çêbû.

Ji bo ku hinekî bêhna xwe vedim, derketim derve û nişkê ve dengek xwe li guhê min qeliband. Deng digot: ‘’Bala xwe bide beybûnê!’’ Min li derûdora xwe nihêrî. Min dev ji pejna nediyar berda û di kuçeyên Yverdone de meşiyam, çûm pêşiya kelehê. Avahiyên dîrokî, rêyên ku bi kevirên bi şikil hatibûn xemilandin, bala min nedikişand.

Min dixwest, xwe di nav aramiya quncikekê de veşêrim. Derdora min mişt cafe bûn. Her kes li derve rûniştîbû û bi kêf, qurtan li qahweyên xwe didan. Ez çûm restoranekê ku şaneşîna wê bi gulan hatibû xemilandin. Bêhna gulan wisa bi coşek difûriya ku mirova sermest dikir. Danê nîvro bû û ro, tîrêjên xwe li ser her tiştî de raxistibû. Ji ber çirûskên rojê ken û kêfxweşîyek di dilê minde dilebitiya. Min bi dengek nizmik got “ S’il vous plaît“ û ji xwe re qahweyek xwest. Du re ez bi xwe keniyam. Gava ku ez nû hatibûm, min bi pêçiya nişandekê bang li garson kirîbû, garson, di gûhêmin de mirmirandî gotîbû, „Cher ami, je pense que vous êtes nouveau! Vous devriez être plus doux!“ min tiştek je fêhm nekirbû, ez bê wate bişirîm.

ms.jpg

Li maseya rex min de, keçek spehî û xortek çeleng rûniştibûn. Bi kelecan î di nav dembûhêrkekê de bûn. Hêla çepê jî, yekî rih bizîn alkol vedixwar. Pîrejinek ber min ve hat û ji min pirsî: ‘’Dêmê we dişibe rûyê lawê min. Gelo dikarim hinek bi we re biaxivim?’’

‘’Keremke!’’ min got.

Li ser zimanê wê, peyvên tenetî û gazind çindika didan. Dû re peyv disincirîn û dibûn pêtek ji agir û dilê min disot. Çi dihat ber devê wê gazindên xwe vedigot. Pevçûna ku navbera min û hevala min de rûdayî, li ber çavê min derbas dibû û her ku diaxivî, hevala min li ber çavê min dibû qîr.

Min nedixwest zêde guhdar bikim. Bi şêweyekî baldar î min li derve dinihêrî. Pîrejin jî rabû çû. Gava ku çû pî û destên wê dilerizîn. Piştre min berê xwe da keleha dirokî.

Li binê kelehê, li ber dîwarê wê yî xwelîreng de, beybûnek ba dibû. Ew dengê ku xwe li guhê min qelibandibû, hişt ku ez bi baldar î binihêrim wê beybûnê. Beybûn, ber siya diwêr de wekî ku ro di nav tariyê de hil bê, wekî ku newalekî çemek biherike bi min xweş hat xuyakirin û xwe kir mêvanê dilê min î şikestî. Beybûn, sûlavek bi berz bû; diherikî, diburikî û dibû derya… Keçek têde xuya dibû. Çavên wê yên rengîn, yek jê zer yê din jî şîn bû. Paşê jî, rengên çavên wê tevlihev dibûn û bi dehan reng têde xuya dibû.

Di vê navberê de dengê teqînekê hat. Veciniqîm û hebitî, min nizanî ez ê çi bikim. Mirovan tev berê dabûn qada kelehê. Gelek kes li wir civîbûn. Mal hilweşî bûbûn, rê wekî lêvek zuwa qelişî bûbû û ew serdabên ku kuçe digahandin hev, tev herifî bûbûn. Nîvyê bajêr serobino bûbû. Loden tolozan li ser hev bûbûn gir.

Min dît ku pîremêrek li nava avahiyên kavil de, birîndar, dengê nalînên wî, alîkarî dixwest. Di nava xwîne de mabû, xirxira sînga wî bû. Gava ku min ew, nav wan avahiyên ku rûxayî derxist, bi çavên minnetdar li min nihêrî.

Niştecihên bajêr, bi dengê teqînê xurcilî bûbû ser sûkê. Tirs, hemû kesî dîl girtibû. Xirecir, qîrîn û hawar olan dida. Teşqeleyek li dar bûbû. Qîjîna hevala min hat ber guhê min. Pîrejineka çav mişt, alîkarî dixwest û digot: ‘’Beriya çend xulekan neviyên min li vira bûn. Tu dibê qey firîn, çûn ser ewran. Nizanim nevîyên min li kû ne?’’

Min çep û rasta xwe nihêrî. Qirçîn, bang û nalîn li navhev diket. Jinekê, zarokê xwe hembêz kiribû û ew bernedida. Hemberî van bûyeran neçar bûm û min nema zanî çi bikim. Min xwe hîn pitir nezikî wan kir. Xeter ji bo min ne girîng bû êdî û çavê min pîrejinekê ket. Pora wê ya weke pembo, ba dibû. Ya ku dihejî, bedena we ya lerzok bû, por bû, an jî dilê wê bû, min nedizanî êdî. Bi tiliya xwe xirbek pêşanî min da. Min ji kerba, erd kola. Ji xwarê dengê nalînê dihat. Kuna kû min vekirî de, pêrgî zarokekî porzer û çavkesk hatim. Çengê dapîra wî ya porspî dilivî. Perperîkek difirî û bi bişirî nerî. Bişîriya wê têkelî dilê mirovên nazik dibû. Dû re pêl bi pêl belav dibû, wekî ronahiyekê, dibû hêvî. Hemiyan hewl didan ku ji bo mirovên ku bin xirban de mane, rizgar bikin. Şêniyên vî bajarê bêzar, xîret bûbûn û te digot qey mirovên di bajêr de ji nû ve afirîbûn. Her dest, destê din digirt.

Dengê hevala min di nav xirbê de dihat dîsa. Dilê min dilerizî û min serê xwe zîvirand aliyekê din. Dengê jineke din dihat. Me ew der jî kola. Jinik bin kevirekî de mabû. Girîna wê, min dîn û har dikir. Hundirê deh xuleken de, me ew derxist. Bin toz û tolozê de, rengê wê guherîbû. Li ser zimanê wê çend peyv xwe bi lêv dikir, min hewl dida ku ji gotinên wê têbigihim.

Cardin ew keça delal xuyabû. Rengên çavên wê dîsa xwe diyar kir û li ser dêmên wê ew spehî qet wenda nedibû. Ew delal î taybet bû. Bi cizbekê min wê xwe ve pêçand. Sivikiyekê xwe dilê min de seyand. Bilez çûm ser bircên kelehê. Min derûdora xwe nerî. Yverdon, mîna bişkokeke xuya dibû. Kolanên Yverdonê tijî beybûn bûn. Ew beybûn, valahiya çavê min mişt dikir. Dilşadî, ronahî û hêvîya min xurttir bûbû. Hundirê Yverdonê de gul dipişkivîn. Bi awayekî dilxweşî, min li çar dorê xwe nerî. Hewa hêj germ bû.

Zimanê min ziwa bûbû. Daketim pêşiya kelehê û min ji kehniyê av vexwar. Germahiya nava min hinekî şikest. Di bexçeyên dilê min de gulan serî rakir. Ketim baxçeyên herî talde. Piştî dîtina her xweşikahiya ku li xwezayê, min yeka din didît. Min yeko yeko gul bêhn dikir

Girên piçûk nola nokên rengîn xuya dibûn. Min li serê girekî, bêhna xwe veda. Di nav hestekî bextewer de bûm. Bi dilxweşî min halanek da. Daketim golê. Min ser û rûyê xwe şuşt. Min av reşand ser werdekan. Vê neqebê de, min dengê keça spehî bihîst, digot: ‘’Ez ji te hez dikim.’’ Bi kêf û kelecan bûm. Çivîkên biharê, di dile min de bask didan.

Bişîrî, got: ‘’Jiyan wekî rengê ber tavê ye. Geh spî û geh reş e.’’ Di rex wê de, zarokek û keşeyek derbas bû û pey wan de jî du şovalye. Di zindana kelehê de dengê qîrînekê dihat. Hespek ji dûr, dirêj dihirî. Dengê nala dihat guhe min. Ji paytonekê de jinek dadiket. Lepikên wê ketibû. Mêrekî, lepik ji erdê rakir û da wê.

Bi dengê hevala xwe, bi xwe ve hatim. Dinyaya min bêtir reş bû. Min dît ku bajar zexm e. Ti tişten awertê ne qewimî bûn û destê min de jî beybûneke hişk hebû. Ew ê rihdirêj bi lewçeyî diaxivî. Qahweya min sar bûbû. Hevala min beramberî min runiştîbû û dest bi galegalê kiribû.

Jî min pirsî: ‘’Hişê te dîsa çû kû derê?’’

Lê min bersiv nedayê. Mizurê xwe dîsa tahl kir.

Min guman nedikir ku dê tiştên wisa biqewimin. Kî dizanî ku dê beybûneke hişk, ew qasî tiştan bîne bîra min an jî dê di hişê min de ew tiştên ku min gotî, xwe bi sûret bike. Anha, ji kê re bêjim, dê bi min bikene û bibêje: ‘’Nexê.’’ Dîsa danê nîvro bû û ne erdhêj qewimî bû, ne berf, ne jî baran barî bû. Ev tiştên ku min jiyîn çiqas ajot wê jî nizanim. Dibe ku xulekek an saetek an jî hefteyek, heywek, salêk… nizanim.

Ma dibe, di hişê meriv de, wext xwe diyar bike? Min hizir kir ku hişê mirov wekî qûmê ye. Bûyer û wext bêdawî ye.

Mehmet Söğüt

 

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden /  Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden /  Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden /  Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden /  Ändern )

Verbinde mit %s