Mehmet Söğüt: ÇAR DERÎ

Ger ez dîsa bêm dinê, li ser rûyê dinê çiqasî; tank, tiving û çek hebin, ez dê wan bihelînim û guherînim, saz, cumbuş û zirnê.’’ 

Aram Tîgran

 

 

Hevala min dîsa dest bi dijûnan kiribû: ’’Va çi pirtûk in lawo. Tê bi van dîn bibe pîsê heram. Va bavêj, ez van li vir êdî nebînim!’’ Min bersiv nedidayê. Dikir qîjeqîj. Xwe xwaro maro kiribû. Li ber çavên min dişibî hûtekê. Lêvên wê şorr, bi enirîn dilerizîn. Min ji neçariyê, fedî dikir. Ey xwedêyo, ev çi rewş e?! Ma ez dîl im? Ev kambaxî ê kingê dawî bibe. Belê, bersiva van pirsên min nîn bûn. Loma piştî ku min ev pirs ji xwe dikir, bêdengiyek peyda dibû û bi awayekî heyirî di cihê xwe de sist û lawaz dimam. Her ku diçû serê min bêtir diwerimî. Gêj dibûm. Va çi belabû ku min nedikarî jê rizgar bibim?!

Seri de bêjim, hevala min yeka Muxribî bû. Li keviya golekê me hev naskiri bû. Porê wê yî xelek xelekî, çavên wê yên zir, rakêşa gewdaye wê, lêv û hinarikên sorgewez, bala min kişandibû. Durûtiya wê hê min ne dizanî ku pê derxim. Haya min ji malbata wê jî tune bû. Wê ez xistibûm nava xeyelakê. Wekî ketibim xefikekê de. Her ku diçû noqî derya xeyalan dibûm. Xwîna wê bi min şîrîn dihat. Ewende ku ev keçika Muxribî deq bi deq li ser Kurdan ve diçû. Gava ku min dîtibû, min got, ‘’Pişrast im ku ev Kurd e.’’

Xwe rebenokî dikir. Dilê min pê dişewitî. Nedigot malbat û xizmên min li vir in. Pişt re fêhl û fitûyên wan hesiyam.

 Bira û xizmên wê tev li Swîssre dijîn. Daberizîn û lêdan serbest bû, lê jê cudabûyîn qedexe bû. Lê ji hev cudabûyîn dibe ku bûbûya sedema mirinê. Min dixwest birevim. Dûr hey  dûr biçim. Ev rewşa xirab weke destdarêkî dilê min hûr û kûr dihêrand. Nav van rojên bed de asê dibûm. Karê min î lê dixebitîm hinekî dijwar û giran bû. Her destê sibehê radibûm diçûm kar û heta danê evarê dixebitîm.  Xwedêyo, ma ev jî jiyan e, min digot xwe… Wele min nedizanî… Ew karê min, cihê fabrîkaya qutikên muzikê li Sainte Croix jî tim sar bû, bi mij û dûman; rûtirş, êş û dilreş  wekî welatê sêwiyan bû. Rewşa weletê sêwiyan her ku diçû hê jî xirabtir û kaviltir dibû. Her tişt ji min re dibû derd û kul. Û xemgîn û dil bi êş dibûm…

Dîsa dengê qîjîn û qareqara hevala min dihat. Lê zivirîm. Bihêrs derî lêxist û çû. Qotika muzikê beramberî min bû. Giraniyek ez dîl digirtim. Min nema karî derd û kulên xwe ji qutikê re bêjim. Palikên çavên min, aramî nedidan min. Paşê jî ez raketim. Ketim nava reşîxewnan. Ez pêpelûkan ve dadigerîm. Taritiya jêrzemîne de meşiyam ber lempeyê. Pêxistina lempeyê re min pirtûkên xwe dîtin. Nav toz û gemarê de mabûn. Min destên xwe ser wan re paland. Toza ku ser pirtûkan lusiyabû, di hundirê jêrzemînê de belav bû. Gewriya min veşewitî. Û dilê min sot. Ruh û canê van pirtûkan jî hebû. Tîrêja wan, mirovan ronî dikir. Xweşî didan dilên mirovan. Ji bo çi bû ev dijminahiya pirtûkan re, tênedigihiştim. Destê min ser yekê sekinî. Min ew vekir. Bêhna kifnikê jê difûrî. Nav rûpelên van de hin tişt bi gewde bûn. Her ku çû nava taritiya tirsnak winda dibûm. Sê deriyê darîn pêşberî min bû. Bêhemdê min, min ji wan sê deriyan yek vekir. Ewil min ji nezanî çi diqewime.

cirok.jpg

Li ser banê apartmanekê bûm. Pêşberî min çar balindeyên dirinde firiyan. Li ber bayê wan, şax û çiqlên dara çinarê şikiyan. Her balinde bi liv û tevgerên xwe mîna kesekî zikreş xuya dibûn. Yekî, neynikek li pêş serzikreş ragirt. Neynik, şika û bû hezar perçe. Di her perçeyekî de hezar kiretî xuya dibû. Û ew keniya. Bikenê wî zarok veciniqîn. Ew qasî lewitî bû ku ew gemar û qirêja wî, li kolanan belav dibû. Kolanên tijî xwîn û hestî. Mîna sawêrên şevê, çar aliyê bajêr dagîr dikirin. Ango mîna marên reş xwe di hawirdora bajêr de dilifandin. Dengê qîrînekê ji ve nêz hat. Li xwarê aloziyek bêhempa berdewam bû. Şer dest pê kiribû. Min didît. Pîrejinekê destên xwe rakiribûn û dilorand: ‘’Xwedêyo, me çi ji te kir ku, te ev tişt anîn serê me?!’’ Nav kavilan de bû. Dest û pencên wê, kevir û dar radikirin û diavetin. Pejna qîrîna wê, erd û asîman dihejand. Lê dilên reş û çavên girtî, xwe nediguhast. Bi tikûtenê lava dikirin ji xwedayê xwe re. Di rewşeke bêyom de bû, loma divabû ji xwe re çarenivîsek durust bikira. Lê ne bi destê xwe bû.

Çavê min li deriyê duduyan ket, nêzî derî bûm û min hêdîka vekir. Derî di kolanên berteng de vedibû, di nav van kuçeyên teng de meşiyam. Di nava taritîya tîr de, bêhna kevnetiştekî hezar salan dihat. Bêhna xemxwariya hezar salan, dilê min disot. Derûdora min tijî zarokên çavxembar bûn. Kalemêrek nezikî min bû. Wî, hinek kes nişanî min dan. Yekî, destên xwe yên jêbûyî rakirin. Hinek kesên ku li wir ê birîndar bûn. Tevzînokekê canê min dagirt. Zarokan nedizanîn dê çi bikin. Di metirsiya çavên wan de, asê dimam. Qîjîna zarokan guhê min kerr dikir. Kalemêr, bi awirên tûj, bi lêvên lerzok digot:

 ‘’Derûdora me girtine û ê yeko yeko zarokên me bikujin. Û ê malen me hilweşînin!‘’

Hatim pêşiya deriyê sêyan. Ez dîsa di pêpelûkan de dadigeriyam. Metirsiyê konê xwe, di dilê min de vedabû. Hestên min serûbin dibûn. Ew pîrejina bi nalîn û gazîn, li ber çavên min nediçû. Qîrîna wê di guhê min de olan dida û dilê min bi wê disojî. Lê min nedikarî tiştekî bikim. Dest û lingên min hatibûn girêdan. Û xeleka di stûyê min de her gav teng dibû. Va ye bêhna min diçike. Dara hêviyan pelên xwe diweşand. Vêga gihiştim jêrzemîneka din.

Dervêyî jêrzemînê gumeguma tank û helikopteran bû. Teqreqa tivingan û topan… Li hawirdora min jî hinek heval hebûn. Di awir û nerînên wan de tîrejên hezkirinê diçûrisî. Tîrejên gewez a Bircabelek jî xwe diguhestin wan. Loma nema ditirsiyan.  Lê gor min, bajerê evînê tirsnak bû. Ji her aliyan de mirin dibarî. Û gelek ji wan jî birîndar bûn. Hinek ji wan zarok bûn. Piyê zarokekî jêbû bû. Devê wan ziwa bû. Mîna çivîkên ku helinê de deve xwe vedikirin, ji bo dilopek av û gepek nan. Min dixwest, bask li wan şîn bînim, ew bibin balinde û bifirin, biçin serê çiyayên bilind û azad. Gava ku ez di van hizran de diponijîm, yekî xwest derkeve. Û yekser gulle lê barandin. Kesekî temenê navser ku por xwelîrengî bû bi kenekî ku baweriyê dide meriv, moral da wî:

‘’Ew dirindeyên zikreş dê tu caran ser nekevin. Belê, dibe ku em di vir de bimirin. Lê armanca me dê ti carî dê têk neçe. Ev der cihê Memê Alan û Zîna Zedan e. Ger em di vir de bêne kuştin, dê hemî mirov ji ber vê rûdanê dê berbirsyar bin. We jî dît, çend roj in kevir li ser kevir nehiştin. Dayikan zarok xistin nava sarincê. Termên dayikan kolanan de man…’’

Gava zilamê bi ken diaxivî, helbesta Abdulla Peşew hat bîra min:

Ez pişteke birîndar im

Li ber qamçiyê xwe rabûme

Ez lehiyek bêxuy im

Li ber keviyan rabûme

Ku dor li min teng kirine

Ez danaynim!

Careke din ranazim ez

Bi bişirîn zilamê bi ken dinehirî. Qala gelek tiştan dikir, lê nedizanî ew ê hemberî wî têdigihe an na. Temenê wi çardeh salî diyar dikir. Ev tiştên dihatin gotin jî giranbuha bûn. Ser dirûvên wî, ewrên şîndar tevdigerîn. Dengê teqinekê hat. Jêrzemîn hejiya. Ew pêlek bû çav li derve diketim. Matmayî bûm. Ewende, xwîn di rayên min de dicemidî. Min nedixwest henase bidim û berdim. Dinya li min bûbû gilokek pêt û her ku diçû di dilê min de ar, gurr dibû. Zikreş, mîna kûçikan diewitî; her û her ewt ewt dikir…

Mal û milk û saman, wêran dikirin. Qîrînan, erd esman dihejhejand. Zikreşan, gulle direşandin. Çavên wan ên tije bi xwîn, ji nêzîk ve xuya dibûn. Dengê reperepa potînên di piyên wan de, bi her gavê re nêzikî me dibûn. Bin Lempeyê kolanê de, çekên zikreşan dibiriqîn. Hawariya şêniyên bajêr, wekî kêrek ku di dilê meriv de diçû, dibû. Her ku çek diteqandin, taritiya jêrzemînê wenda dibû. Ronahiyeka xapînok direşand ser me. Qîrînek hat guhê min. Nifir dikirin. Weke ku merivek di xewna xwe de kesekî ji dûr bibîne, şibî sîbera merivekî xuya dibûn. Kavil dikolan. Zarokên wan di bin kavilê de mabûn. ‘’Xwedayo’’ digotin, ‘’Tu mala zaliman hilweşinî. Ev çi karaset e. Gelo me çi ji kê kir? Me mala kê sot ku, van tiştan tînin serê me?!’’ Dengê gulleyan hat. Qîrîna wan jî qut bû. Ketibûn binê bîra nemanê. Ne qîr mabû ne jî giyan. Dilê min bi xurtî lêdida. Girnijînek ser lêvê min bû. Min dixwest têra dilê xwe bigirîm. Stêrk li asîman dixuricîn. Ji bo ku van tiştan nebine, heyv bilez diborî. Rojê dixwest hişyar nebe. Wan jî kul û keser di dilê xwe de dihebandin. Dibûn şahidên hovitiya xwînxwaran. Û ew jî neçarbûn.

Kevok ser kavilan lusiyabûn. Nikilên xwe erdê didan. Perên wan li erdê weriyabûn. Bi teqinê ve ji cihê xwe pengizîn. Lê nikarîbûn bifirin. Min berê xwe da aliyê ku dengê teqinê hat. Zikreşan nava şabûnekê de bûn.

Gava ku min ew dîtin, goristan hate bîra min. Veciniqîm. Zîvirîm li birindaran. Saw, bi çarşefa xwe, ewren dilê zarokan nixumandibû. Dilerizîn. Êşa canê wan, ew reş û şîn dikirin. Mirûzên wan bi êş diqermiçîn. Diranên xwe diçirisandin. Rondikên çavên min dihatin xwarê. Neçar bûm. Her ku diçû jêrzemîn jî germ dibû. Û hê zêdetir tî dibûn. Xwarin jî nemabû. Nedizanîn dê çibikin. Dê di nav van hovan de çawa rizgar bûbûna?! Zilamê por xwelîrengî li ser van tiştan diramiya. Fikrên xwe ji hevalên xwe re parve dikir. Zarokek nezikî wî bû, got:

‘’Heval, em ê di vê kunê de çawa derkevin?’’ Bersiv da:

‘’Hinek sebir bike. Hevalên me yên derve dê bi me ve werin, ê me rizgar bikin. Lê ev rê vîn divê, berxwedan divê. Heta îro, bi hezaran mirov mirin. Lê doza vê evînê qet bernedan. Divê em jî wekî wan bin!’’

Mal dişewitîn. Li hawîrdorê mişt parçeyên hestûyan xuya bûn. Min hest nedikir ku çavên xwe li wan bibirim. Zikreşek dikeniya û devê wî heta guhên wî vedibû. Dixwest hemû mirov û kelûmalan, derûdorê tev de bixwe. Û di jêrzemînê de bêhna dûxanê difûrî. Sêwiyên gerdûnê, ji bêhna dûxanê û ji bêhna sêvan di nav tirseke mezin de bûn. Agir nêzîk dibû û ez qîriyam. Ji teqereqa deriyê çaran ez hişyar bûm.

   Denge lêdana derî dihat.  Min derî vekir û min dît ku jina biyanî pêşberî min e…

 

                                                

‘’Yên şer derdixînin dewlemend in, yên dimirin jî xizan in.’’

                                                                    Jean Paul Sartre

Mehmet Söğüt

 

 

Werbeanzeigen

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden /  Ändern )

Google Foto

Du kommentierst mit Deinem Google-Konto. Abmelden /  Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden /  Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden /  Ändern )

Verbinde mit %s