Rêşad Cîbranî: Keştîya Nûh

1-Keştîya Nûh(1951-1953):

Naverok

 

Amed/Dîyarbekir                                       

-Di Dinyê de Wan

-Di nav qaçaxçîyan de 25 roj

-Çîyayên Erzîromê berf û boran

-Rêwîyên şûna sêyemîn

-Bi otibozê ve anadolî

-Amasya di bin avêde
                                                      
-Nedîtina çira luferan

-Bi rêwîyên embarê re gerr

-Liser şopa keştîya Nuh

 -Bi Saît Faîk re hevdîtin.

 

Wek min li jor nivîsî naveroka ve pirtûka kemal wiha bû bi gelempêrî tê dîtin ku gerra xwe li anatolîyê û li bakûrê Kurdistanê domandîyi û bi curêya roportajê hatiyi nivîsandin ji 205 rûpelan pêk tê.

Kurte;

3.jpg

Yekem xwendina min ji pirtûkên wî pirtûka “Keştîya Nûh” e Kemal di vê berhema xwede li çend bajarên anatolîya navîn û bakûrê Kurdistanê digere, gerra xwe ji Amedê dide destpêkirin û nerînê xwe yê ligel bajêr wiha dibêje; Amed xerabeye, wêrankirî, toz, icac, dixan bi ser hev dikeve ne rê, ne paqijî, ne kar ne jî tiştên ku bajartîyê pêktînin liser hev heyi. Xelk di tunnebûnê de dijin û Kemal jiber veya xemgînîya xwe bi rêya nivîsa xwe tîne ziman pişti gotina pirsgirêkan derbasî qalkirina perwerdehîyê dibe ew jî ligel tiştêndin di xerabîyekêdeye, bi qerfî jî henekê xwe bi gotina vekirana zanîngeha ji hela rêveberîya bajêr dike û wiha dibêje;” xweşikî li bajêr dibistan tunne tên ji mere qala zanîngehê dikin” bi rastî jî rast dibêje ma bê dibistan wê çi bandora zanîngehê li perwerdehîye bibe piştî veya qala cebeş/zebeş ê Amedê dike ma behs nekira wê di roportajê de kemasî tunnebaya. Cebeş li ku û bi çi awayî tê çandin û berhev kirin…

Nîha jî derbasî navçe û navenda bajarê wanê dibe lê wî pêşî ji Wane re ne got bajar li gor wî “sî gundê belavkirîye” li gor gotinên wî ev pênasîn raste jiber ku Wan, ji her hêlê ve ne cudabû ji gunda (tunnebûna av, rê, perwerdehî, kar..) liser veya jî gorî Kemal qal diki şaredarî jî kare xwe nake paqijîya bajêr bi deste xelkê ve tê kirin hemû kes ber devê derîyê xwe paqij dike ji vê hela Wan ji Amedê diqetîya û Kemal jiber ev reftarîya paqijîyê gelê Wanê di nivîsa xwe de pîroz dikir. Kemal rexneyên xwe jî ji şaredarîyê kêm nekir û digo “ yaw hema we yê tenê dest bi çêkirana rêyên bajêr bikirana” û peyv diavêt xebatên ne pêwîst yên şaredarîyê…

Piştî bajarê Amed û Wanê derbasî Dîlokê dibe lê vê carê bî şiklekî cuda di vir de dibe “Adanali qaçaxçi Hesen” xwe bi navê qaçaxçîyekî navdar dide nasîn û tevlî nav xelkê dibe dîsa bi gelempêrî behsa feqîrtî û tunnebûnê dike lê vê carê tenê bi behs kirine namîne  ew jî dikeve nav xelkê bi wan re dibe hevpar û kare qaçaxçîtîyê dike, kare qaçaxçîtîyê bi gellek însanan re dimeşîne cara yekem malê ku ji sînor derbaskiriyî li bazarê wek firoşeran  nikare bifroşe serkeftî nabe lê dawîyê ew bi xwe dikeve nav refên qaçaxçîyan û mal ji helebe derbasî hêla vîyalî sînor dike mere kari werrê beje wî bi xebatîyên ligel qaçaxçîyan kiriye xwestîye ku zorbûn, mecbûrî û xeterîya vî karî bîne ziman..

Niha jî Kemal li gor çavderî û nerînên xwe ji me re behsa Erzîromê dike dîsa û wiha didomîne; Erzîrom jî mîna bajarên bakur xerabene jiber rûdana erdhejê rewş xerabtir bûyi bi serde jî serma û seqem jîyana mirovan li wir felç kirîye her roj însan di çadirên zirav yên ji hêla rêveberîyê hatîyi belavkirin de jîyana xwe ji dest didin. Tu tiştek jî ji deste kesî nayê bê çaretî bûye pahra wan rewşa gundewarên Erzîromê xerabtiri ne xanîyê wan liser hev mani ne jî çadir gihaştiyi wan di wê serma û seqemê de di xanîyê niv xerabe dijin di her demjimêran de jiber sermaye însan di bêçaretîyek qembax de çavê xwe ji jîyanê re digrin yên li paş yên jî li pêş xwe hiştini çi rewşek trajik derdikevî pêşberî wî ew jî bi herdu çavên xwe dibe şahide van bûyeran…

Erê, gorî hatîye nivîsin tê fêhm kirin ku Kemal derketîye gerreke serobin, pêşî wek min gotibû gerra xwe ji bakurê Kurdistane ve dabû destpêkirin niha jî derbasî anatolîya navîn dibe ew li Kayserî, Kirşehir, Ankara, Adana û Amasya nerîn û çavkanîyên xwe ji xwînerên xwere dinivîsi. Tiştê ku di vê gerra wî de balamin kişand wî tu carî qala bajaran û wêranbuna wan ne dikir tenê ev tîşt di gotinê wî yên bajarên bakur de hebûn. Wî di gotinen xwe de tenê qala pirsgirêkên mirovî yên însanên bajarên anatolîyayê dike. Kemal bi otibozekê gerra xwe didomîne ji serî de rêwîtîya xwede çi dibini, çi dibihîsi û çi gotin hebin hemûyan tomar diki deka em vegerin ser rêwîtîya wî di rêya Kirşehîrê, berî meşe de ew tiştê ku niha li gunda jî rû didi nivîsî;
şîrket û şifêrê otibozê heta ku otiboz tije nebû nedihişt bimeşi gazin û bertek dayina mirovan mina çavderîyekî bêdeng nivîsîbû. Niha ji otiboz tije bû deng ji xelkê biliya û otibozê dest bi meşa xwe kir Kemal jî xweda kêlaka şifêr jirê qala pirsgrêkên di navbera şîfêr û şîrketên kir û her carê jî jiber kort û rêya xerabe sere wî digihaşt tawana dîse jî pirs û sewalên xwe doman hat pirsa qezayên otibozan şifêr jî bi dilgiranî behsa sedemên qezayan kir… piştî çend seetan dengek ji dawîya otibozê hat tu navê jinikekê bihamil barê xwe datanî û banga kevnikan dikirin yekî ji nuşka ve gumlekê li ser xwe danî û da deste pîrikê lê ew têrê nekir piştî veya Kemal dikeve dewrê û ji walîz gumlekên xwe dide wan ji gumlekên wî kevnik ji walîzê wî jî derguşekê çêdikin û pitîk jî lawik çêdibi.

Her dahrî rê direj sebr kin dibe, li hêla rastê qemyonek wergerîyayi derdikevi pêşberî wan tu nabê gundîyan jibo ku herin zîyaretê ew qemyon kirê kiribûn lê qemyonê giranîya wan ranekiribû di fetlokekêde wergerîyabû piştî encamdanê 12 mirî û 28 birîndar bibûn şifêrê qemyonê jî mest, lal bibû deng jê nedihat tê bê qey ruh jê hatibû kişandin ev bûyer li ser rêya Bêtlîsê rû dabû. Tiştek ji deste wan nehat û rêya xwe berdawam kirin piştî çend rojan digihêje Çûkurovayê(Edene) li wir jî nexweşîya ta(Sitma) heyi wê û bandorên wê jî ji xwînerên xwe re dinivîse…

Di rêde tene tiştên neyênî çênabin tiştên xweş jî rû didin carna hinek derdikevin qala serpêhatîyên xwe dikin, hinek jê qala evîndaran dikin û henek menek jî li hewa difirin hwd.

Haa em gihaştin Amasyayê cihê sêva, sêvên herî delal îsal jî tu nabê av rabûbû hemû tişt wêran bûyî ked û xebata salekê vala derketîyi hem bajêr hem jî gundevarên herêmê pahra xwe ji lehîyê girtibûn…

Di vê beşa pirtûkê de bi rêwîyên embara vapûrê re rêwîtîyekê dike di vê rêwîtîyê jî de wek hemû beşan dîsa qala pîrsgîrêkên mirovên bi xwe re dike çine ew pirsgirek hewce nake ez bêjîm we texmîn kiriye niha lê dîsa ez bejim feqîrî, feqîrîyeke ewkes tûnde ku mirov nikaribe biletekê bikere û bi kaçaxî rêwîtîyê bike ha rewş jivir ve destpê dike û Kemal ji nivîsa vê rewşê jî kêm namîne û dîtinên xwe bimere parve dike Kemal dibe şahide bêçaretîye û wiha didomîne; piştî meşê çend xulekên(deqê) din rayedarê vapûrê jibo kontrol kirina bilêtan derdikeve kontrol kirine ev agahî jî bi lezgînî digihêje bloka Kemal lê dimîne, hinek jiber veya dikeve liv û tevgerekê tirs digre wan zilamek ji bloke veya dibine û derdikeve peyvekê dike dive; ez zanim di nav mede mirovên bê bilet henî yen gi bilêtê wan tunnebin bila derkevin ku em ji van re çareserîyekê bivînin peşî xwe dibin û tînin lê dawîye du kes derdikevin, zilam jê wan re dive ; zûka çareserîyekê ji van kesa re bivînîn hekena wexta vana bên zeft kirin wê mejî têxin bin fedîyê difikirin difikirin tiştek nayê hişê wan zilam zani hemû tişt liser milê wîye piştre ev tê hişê wî divê zûka du telîsê mezin yên petat/kartol a bivînin û telîs tên wan her dû kesan dixin telîsan ji nuşka ve rayedar dikevin derî telis li qozîkê jî jina pala xwe danê bala kesî nakşîni pişti kare wan xellas bûn derket û çûn rêwîyan jî hilmek berfireh sitendin.

 

Ev beş jî beşa serekeye başa ku pirtûkê navê xwe ji hilanîyi(Keştîya Nûh/Nuhun Gemîsî) di vê beşe de Kemal wê hilkişe Araratê(Çîyayê Agirî) rêyek dûr û dirêj ji hêlekê jî serma û seqema Agirîyê tevlî hev li benda wîye sedema vê rêyê dîtina Keştîya Nûh’e Kemal û hevalbendên(Fransizî,rêber û hinek dostên) wî çend kesan pêk tê berî têkevin rê jibo agahi û zanyarîyan ji çend gunda bi çend zilaman dipeyivin ji wan gundan yek jê gundê dîrokî ê Ahûraye, derbasî nava gund dibin û kalekî dibînin û pirsa keştîyê dikin kalo wiha bersivê dide; keştî heye lê xwe rê her kesî nade û behsa efsaneya keştîyê dike… sere şeveqê dikevin rê di rêde gellek zehmetkêşîyan dikişinin hêdî hedî serma pirtir dibe sere tilîyan pûç dibe hinek jiwan şûnde vedigerin lê Kemal dîsê jî berdewam diki venageri…

Ligel ewqas xeterî û sermaya tund jî digihêje qotê Araratê û sax silamet vedigerin lê keştî meştî li holê tunne dest vala vedigerin…

http://resadcibrani.blogspot.com/p/kurtepirtuk_27.html

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden /  Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden /  Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden /  Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden /  Ändern )

Verbinde mit %s