Mistoyê Heco/ Marguerite Duras: Nivîskara Tevgerên Hîsterîk

Wêneyek an jî xeyaleke şêlîkirî bû ev; di rabirdûyeke mêj de maye û kêm caran zelal e. Wêneyek bû û gereg di wextê xwe de bihata girtin, belam nehatibû girtin. Xeyalek bû û bi livên hîsterîk direqisî, belam westa jiyanê xistibû paxila xwe û pê ker bûbû, deng jê dernediket.

1.jpg

*Danasîna kitêba Marguerite Durasê ya bi navê „Yar“ Gokçe Bilginê bi zimanê tirkî û Mistoyê Heco bi zimanê kurdî kiriye. Hûn dikarin nivîsa Bilginê li biamagê bibînin.

A rastî, ji xeyalekê wêdetir wêneyek bû ev.

Ev ne çîroka çîrokê ye. Jixwe rabirdûyeke min a hewceyî vegotinê jî tune ye. A heyî jî dikarim bi peyv û hevokên xwe ve (bi qasî ku ez dixwazim) rism bikim û hew. Bi peyvên xwe bawer im. Peyvên min bi têra xwe li ser hemdê xwe ne. Û heger min nenivîsanda Xwedê dizanî ez niha di binê kîjan pîyaleyê de dixeniqîm.

Kêliyekê digerim. Qevdekê û çargoşeyekê.

Kêliyekê digirim.

Di wê kêliyê de çi merhebayek, çi şevbaşek, çi jî spasiyeke jidilhatî hebû. Axaftin tune bû. Daxwaza tu axaftinan jî tune bû. Her tişt bêzar, dûr û ker bû. Kûrahiyeke dûredest xwe li me pêçaye. Nikarin li çavên hev binêrin û em naxwazin li çavên hev binêrin.

Wî, lêvên xwe bi lêvên min ve zemq dikir. Gava lêvên min bi lêvên xwe ve mor kir ez çûm ferqiyê, ku wî çavên xwe girtibûn û dilêrizî jî.  Fedî dikir? Qaşo gava dinê min bi qesta tolaziyê jê pirsî û jê re gotibû, nasik û dostikên te pir in? Û wî jî bi pesinên xwe ve çav li min biriqandibûn. Ew qes ku bi germahiya pesnên wî re dîwarê ziravok ê randevûxaneya me ya Cholenê helî, qebirî û di navbera me û sikakê de bû mertaleke dêwendam. Dîsa jî ji birqa çavên min tirsîbû. Belam min jê re bi hişke hişk gotibû, “Ez mêran, gava dilê mêrekî bikeve jinekê û ev yek ne di xema wê jinê de be hez dikim.”*

Belkî ji emrê min ê biçûk tirsî, ya jî bi kelecana dilê xwe nekanî û tirsî ku nikare ji heqa min derkeve. Dixwast biçe û digot, em vê kêliyê li vir bibirin û minasebeta xwe heta kêliyeke nola vê kêliyê taloq bikin.    

Ev der cihê felaketê ye. Cihekî qezazede ye ev der. Li mêtingehê efendî nikarin xwe bavêjin himêza xulaman. Ger keçek li mêtingehê ji kêçaniya xwe bibe û wê têxe nav xaka mêtingehê tu carî nikare li Fransayê bizewice. Belawela me. Li diya xwe difikirim. Û bizaniya ku keça wê helaliya xwe avêtiye bin vî mêrikê çînî dê teqez ez bikuştama.

Me çavên xwe kutane hevdu û em li hev dinêrin. Li bedena min maçî dike. Min bêhn dike û dipirse ez çima li wir, li wê randevûxaneyê me. Ew cara ewil bû ku em dipeyivîn. Min jê re got, tu bi dostikên xwe yên din re çi dikî bi min re jî wisa bike.*

Bi şerma mecbûriyeta jiyanê mirov li ba hev in. Jê re qala biraderên xwe û qala diya xwe dikim. Qala mecbûriyetên xwe. Dîya min zehf nexweş e, dibêjim û hewcedariya me bi pereyan heye û ez lewma li vir im.

Mirov çawan dikare behsa çîroka xwe neke?

Hê di vapûrê de dilê min ketibû wî. Kûmekî mêran li serê min bû û cotek solên devtûj min kişandibûn ser lingên xwe. Kûmê mêran ji mehrûmiyetê bû. Çimkî gereg pere bihatana malê. Bi çi şiklê bûya bila bûbûya gereg pere têketana malê. Diya min kulîlkek bû û li beyebanê gulvedabû. 

Laşekî xwe yê nola pembo hebû. Laş. Bêbazû, zeîf û zincofî ye. Belkî jî nexweş e. Bêpirç e. Ji xeynî kîrê wî tu nîşaneyên mêraniyê lê tune ne. 

Keçikê li rûyê wî nedinêrî. Li wî nanêre. Destê xwe avêt kîrê wî û bi wê parçeya nûkeşfkirî re dilîst, ew bi hêdîka mist dida. Mêrik jî him dinalî him jî digirî.*

Gava min ji diya xwe re got, min ji wî pêncsed qeyme xwestine, ku pê biçim Fransayê diya min ji şabûnan bi peran ket dikir bifira. Got, bo çûna Fransayê hewcedariya te bi pêncsed qeymeyan hebû.

Bi vê ve jî nema û çû bi gerînendeya wargehê re axivî û êdî min dikarî li gorî dilê xwe biçim cem mêrikê çînî û bêm.

Diya min her sal em dibirin ba wênegirekî û me her sal li wir wêneyeke malbata xwe digirt. Mirov li wêneyan dinêrin, belam li rûyê hev nanêrin. Di wêneyên nû de li rûyên hev dinêrin. Erê erê, ew şahid in. Bêdeng in, dizanin.

Diya min her sal wêneyên me nîşanî dotmaman dide. Dotmamên min li rûyê min nanêrin. Diya wan naxwaze. Ew min wek qehbikekê dibînin. Diya min wêneyên min nîşanî wan dide. Her sal.

Di wêneyan de rûyê herkesî dişibe hev. Bi heman rotûşan hemû rû dişibin hev.

Wêneyek an jî xeyaleke şêlîkirî bû ev; di rabirdûyeke mêj de maye û kêm caran zelal e. Wêneyek bû û gereg di wextê xwe de bihata girtin, belam nehatibû girtin. Xeyalek bû û bi livên hîsterîk direqisî, belam westa jiyanê xistibû paxila xwe û pê ker bûbû, deng jê dernediket.

A rastî, ji wêneyekê wêdetir xeyalek bû ew.

Kengê min dixwast xwe bavêjim ber derê Xwedê min xwe li kêleka Hélène Lagonelleyê didît. Min dixwast xwe bavêjim ser memikên wê yên spî. Yek ji wan mizgift bû, ya din jî dêr bû. Min ew arzû dikir û dixwast bi wê re bim. Di wargehê de bi gelemperî şilf û tazî digerî. Dixwast me hemûyan bi laşê xwe yê pîroz teqdîs bike. Dihat û diket nav nivînên min û ez difiriyam. Zewqek, bi lûtkeya ruhê min ve pêçayî.

Ew beriya min ji wargehê veqetî. Bû xeyal, kişî û çû.

Li ser Çemê Mekongê keştiyek. Dîmen li ser çêm diherike. Panzdeh û nîv salî me, li vî welatî her gav heman demsal e, em di nava demsalekê de ne, germ e, demsaleke yekaheng e, di çepereke  germ a dinyayê de ne, bi navê biharê tiştek tune ye, bi navê hatina biharê tiştek tune ye.*

* Sevgili – Marguerite Duras – Sel Yayıncılık – Roman – 96 rûpel

(MH/MB)

Mistoyê Heco

Kürtçe Na Bavo Hê li Rawestgehê Me kitabının yazarı. Bînebûn dergisinde yazıları yayınlandı. 

https://bianet.org/kurdi/pirtuk/201408-marguerite-duras-niviskara-tevgeren-histerik

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden /  Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden /  Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden /  Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden /  Ändern )

Verbinde mit %s